TAYBETIYA ROJNAMA PEYAMA KURD

Lokman Polat

Di dema beriya sala 2000î de gelek kovar û rojnameyên kurdî ên matbû ku li çapxaneyan li ser kaxiz dihatin çapkirin, hebû. Piştî salên 2000î bi berferehbûna înternetê û di înternetê de weşana malperên kovar û rojnameyên elektronîk weşanên li ser kaxiz her diçû kêm dibû û herweha gelek kovar û rojnameyên kurdî hatin girtin an jî derbasê weşangeriya elektronîk bûn û êdî li ser kaxiz derneketin. Niha bi sedan malperên kurdî, kovar û rojnameyên kurdî yên elektronîk di înternetê de weşana xwe didomînin.

Peyama Kurd rojnameyek hefteyî bû. Min her hefte wê ji dikanê ku rojnameyên rojane û kovarên swêdî difrotin dikiriya û dixwend. Peya Kurd ji alî şirketeke rojname belavkirinê li Ewropayê dihatin belav kirin û lewre jî li Swêdê jî li dikanan dihatin firotin.

Gerînendeyê û sernivîskarê rojnama Peyama Kurd birêz Bayram Ayaz bû. Her hefte nivîsên wî di rojnameyê de derdiket. Rojname xwerû bi kurdî bû û B. Ayaz jî tim bi kurdî/kurmancî dinivîsî. Piştî girtina rojnameyê B. Ayaz bi navê Li Kuçeya Thomas Mann Peyama Kurd pirtûkek weşand. Di pirtûkê de nivîsên wî yên ku di rojnameya Peyama Kurd de derketibû hene. Wî baş kiriye ku wan nivîsên xwe civandiye ser hev û wek pirtûk weşandiye. Pirtûk 368 rûpel e û di nav weşanên Dozê de li Stenbolê derketiye. Di pirtûkê de 96 gotar/nivîsên Bayram Ayaz hene.

Taybetmendiyeke rojnama Peyama Kurd ev bû ku; bi sê zaravayên kurdî (kurmancî, zazakî û soranî) û bi du alfabeyan (alfaba latînî kurdî û ya aramî) weşan dikir. Û herweha taybetiya wê ya din jî cara yekem bu ku weşaneke kurdî bi riya şirketeke belavkirinê a almanan ve li ewropayê dihat belav kirin.

Rojnama Peyama Kurd bi rêk û pêk her hefte diweşiya û bi tevahî 96 hefte, 96 hejmar hate weşandin. Naveroka wê dagirtî bû, dewlemend bû. Teknîka wê, mîzanpaj û rûpelsaziya wê nûjen/modern bû. Kurdiya wê baş bû, paqij bû, zelal bû. Şîrove, nûçe û wêneyên rojnameyê balkêş bû. Bi kurtî weşaneke serketî bû.

Rojnama Peyama Kurd weşanek pirdengî û pir rengîn bû. Bingeha rêbaza wê ya weşanî welatparêzî, parastina doza netewa kurd û Kurdistanê bû. Di peyama kurd de nivîsên min derketin yan na? Nayê bîra min. Lê li gor vê pirtûka gerînendeyê weşanê birêz Bayram Ayaz diyare ku di rojnameyê de nivîsên min, yên Enwer Karahan, Mustafa Aydogan, Rohat Alakom, Laleş Qaso, Îbrahîm Seydo Aydogan, Cemal Ozçelîk, Perwîz Cîhanî û hwd, derketine, ango hatine weşandin.

Di pirtûka birêz Bayram Ayaz de gotarên curbecur, nivîsên şîroveyên siyasî hene ku hemû jî di 96 hejmarên Peyama Kurd de hatine weşandinê. Nivîsên wî bi hestên kurdayetiyê, bi ramanên kurdewarî, dîtinên welatperwerî ne. Mijara nivîsancurbecur in. Ji rexneyên siyasî bigir, heta girîngiya pirsa welat, netewe û pêwîstiya dewletbûnê cure cure şîrove hene. Pêşgotina ku B. Ayaz ji bo pirtûkê nivîsiye jî hêjayê xwendinê ye. Pêşgotinek balkêş e.

Rojnama Peyama Kurd dengek, rengek, kulîlkek ji kulîlkên weşangeriya kurdî bû, dewlemendiyek masmediya kurdan bû. Ew platformeke weşanî a kurdperweriyê, kurdewariyê û Kurdistaniyê bû. Û herweha ew rengekî siyasî ya welatparêziya kurd û Kurdistanê bû.

Têbinî – Ji bo şaş neyê fêmkirin, min pêwîst dît ku vê têbinîiyê li bin gotara xwe binivîsim. Niha bi navê Peyama Kurd malperek heye. Eleqeya vê malperê û rojnameya Peyama Kurd bi hev tune. Herweha niha eleqeya birêz Bayram Ayaz jî bi vê malperê re tune.

Têbiniyek din Birêz Bayram Ayaz bi navê Hestname” pirtûkek helbestan jî weşandiye. Ez ê di nivîsek din de hinek behsa kar û xebatên wî yên kurdayetiyê, kurdperweriyê, welatparêziyê û behsa naveroka pirtûka wî ya helbestan bikim.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *