Nûrî ALDUR
2026.02.15
Salên 1980 yan bû, em grûbek kurdên Bakur li bajarê Uppsala dijîn û piranîya mehema bêje ku nû bûn li Swêd. Me vê grûbê, pevre dest bi bernameyeke fêrbûna gramer/rêziman û babetên din yên ziman û edebîyata kurdî kir. Eve bername/program jî, bi mamostetîya gorbihiştê me M.E Bozarslan destpêkir. Em hemî beşdar welatparêz ûsîyasîbûn, balam hingî zimanê tirkî di hizr û jîyana me yî rojanede hakîm bû.
Ji bo min bixwe ev dem û bername gelek bi qîmet û hêja bû. Mamostê me, ji tarîx ûkûrbûna edebîyata kurdî agadar– û zanyarbû. Lê ji bo me beşderan(anjî ez tenê li ser navê xwe bibêjim) zanyarî û agadarîyamin di van babetande ne pir zêdebû, her çiqashewes û bawerîyamin ya netewî di qadeke bilind de jî bû.
Wek mîsal ez karim bibêjim ku cara yekem bû ku min dibihîst û fêrdibûm; ku helbestabi navê ”GAZIN JI XWEDÊ” ya şehîd Faîk Bucak a. Û eger ez çend rêzan ji vêhelbestê bo we xwendevanan pêşkêş bikim, wê ronakbîrîya şehîd Faik Bucak darî–çavbibe:
”Ne nan e, ne dan e ne şîv û taştê
Ho rabîyo, evqas derd û bela ji ku tê…”. Helbestdirêje, lê ez dixwazim bibêjim ku zanyar M.E.Bozarslan bi awakî têgihiştî û pedegojîkdixwest balkêşîyame beşdaran bixê merkezê û me tevan aktîvtir bike û bi rastî, bi ser jîdiket. Navê Kemal Badillî û helbesteke wî jî cara yekembû ku min li vir dibihîst. Mebeşdaran bi mamostetîya gorbihişt/Bozarslan diktamen/kompozîsyon dinivîsandin ûdawî, wî ev nivîsên me kontrol dikirin û bi paşda jî didana me, da em rast û xeletîyênxwe yên gramerî bibînin û fêrbibin. Ez di vê demêde û di vê programêde fêrî termînolojîya gotinên rêzimanî; mîna Nav, Sifet, Şûnnav, Zerf, Bendik, Bangok, Fiîl, Edat/pêvek; bi kurdî bûm. Dîse di van salan de bû ku me li Nordens Folkhögskola Biskops Arnö bi mamostetîya gorbihişt, M.E Bozarslan kursa edebîyatakurdî(felsefeya Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, împaratorîya Medan, dîyalektên kurdî û hin gelek tiştên din) hê bêhtir û hê kûrtir fêr dibûn.
Min berî bi yazdeh salan/2015 an de resensîyonek; li ser pirtûkeke mamoste, ku bi navê”Baxçê Zimên” e nivîsandibû û ezê bi çend gotinan, ji wê berhemê, vê nivîs a xwe tewawbikim.
Eve gotinan jî, ji berhema ”Baxçê Zimên” in:
¤ Gazinên xelkê, zortirin ji ezabê qebrê.
¤ Bila merov şûştî be, bila merov birçî be
¤ Ku merov bi keran re bigere, dê wek wan bizire
¤ Qenc li min negerin, xerab ji min nagerin
¤ Siwarên keran, nagijin deran
¤ Min go ez, te go ez , guran xwar kerîyê pez
¤ Her cêlek tê dotin, her gotin nayê gotin
¤ Ê ku bêje û bike, mêre – ê ku nebêje û bike, şêre – ê ku bêje û nekê, kerê nêre.
Spas Mamoste; bo xebat, ked û tekoşîn a te, ji bo gel û welat ê te. Tê her li bîra me be.
Nuri Aldur

