Ev çend rojin li “gundê facebook”ê dengê şeqa şeqa şûr û mertalan kêm nabe! Ji devera mirov hevdû gohdar û fam bike, gelek kes şûna gengeşî û rexnêyên çêkir de dest bi reşkirina rastîyan û li ser sosyal medyayê “pelxandina” kesayetan dikin. Ev dijberî, her diçe weke tevgerek lîncê didome.
Di çand û jîyana 40 salên dawî de rexne girtin, weke çekekî tunekirinê tê bi karanîn. Kî desthilatdar be, dengê kî organîze derkeve û rastîyan veşêre wî mafdar dibînin. Lê rastî ne wûsaye, dîrok başî û nebaşîyê; hewldanên çêkir û hilweşandinê bi hevra qeyd dike. Lİ gor daxwaza me, li gor metelok û çîrokên di tûrikê me tevnagere. Herkes li gor xebat û keda xwe, li gor hewldan û berhemên xwe hêjaye.
Dîroka gelê Kurd bi trajedî û bûyerên reş tije ye. Di dîroka nêzîk de, em dikarin bi sedan bûyeran li peyhev rêz bikin. Ger armanca me ji wan bûyer û trajedîyan tecrube û ders girtin be, amena! Lê dubarekirina nexweşîyên doyîn be, ev tiştekî dinê ye.
Li gor şert û derfetên demê, munakaşe û gengeşîyên rexnegirî, li hemberî raya giştî bê kirin, bi ya min gelek baş e! Ger weke mirovên medenî em bikaribin hevdû gohdar bikin û ji hev tiştekî bidin-bistînin, karekî hêja ye.
Lê xuya ye, civata sosyal medyayê, ji van pîvanan dûr in. Zimanek gelek xirab, helwestên nedicîh de û bertekên heqaretwarî zemîna gengeşî û rexnegerîyê dixitimîne!
Herkes di rûpelên xwe de, di malperên xwe de banga yekitîyê, banga hevkarîyê, banga xeta netewî dike. Banga zemînek netewî dike! Lê mixabin, di pratîkê de em bersîvên wan daxwaz û pêşnîyaran nabînin.
Bi taybetî ew kesên dixwazin bibin aktorê guhertin û hewldanên nûjen kirinê divê bi xwe re, bi derdora xwe re, bi dîroka xwe re, bi heval û hogirên xwe re, bi derbasbûyina xwe re li hevkirî bin.
Temen û dem, erkê hostayî derdixe pêşîya me. Em ne xortên 18 salî yên berîya 12ê îlonê ne, ne jî kadroyên salên 1965 an e! Rast e, di nav me de “kadro û kedkarên” wan salan hene. Lê belê her yekî ji me bi xwe çîrokekî ye. Divê van rastîyan li ber çav bigirin û li gor wê tevbigerin. Li hemberî ditîn û rexneyên ne li gor dilê me, divê bertek, bersîv û zimanê me li gor temen û tecrûbeyên salan be.
Em dibînin, li ser sosyal medyayê tîmên lînçkirinê, pelixandinê ava bûne. Herkes li gor heskirina “abê”yê xwe beravanî dike, hinek jê weke “komîseran” hesabê “pejirandinê dipirse! Hinek jê banga “hawarîyê” dike. Gava mirov wêneyekî an gotarekî wan dipejirîne êfxweş dibin. Lê gava gotinek an rexneyek cûda dibihîzin, an jî “pejirandina” wêneyek, nivîsek ne ligor dilê wan be, dest bi heqaret û êrîşên xirab dikin. Kesayetên weke wan nafikirin, weke wan tevnagerin an wan rexne dikin, dikevin lîsta reş! Hevalbend û derdora wan weke murîdên terîqetan bangî “cîhad”ê dikin. Ev dêrûnî her diçe li “gundê facebookê” zêdetir dibe!..
Çend roj berê Sait Aydoğmuş li ser bûyera kuştina Said Elçî û Dr Şivan nivîsek nivîsî. Piştî wê nivîsê Îbrahim Güçü jî weke bersîvek dîtin û şîroveyên xwe nivîsî. Di derheqê bûyerê de û dîtinên gelemperî de tespîtên balkêş kir. Rexneyên xwe par kir. Piştî ev munakaşe- gengeşî dest pê kir, bi rastî min hêvî dikir ku Sait Aydoğmuş û Îbrahîm Güçlü wê gengeşîyek berhemdar û bi encam bidomînin. Lewra her du jî kadroyên salên 70-80 yî bûn. Di derheqê wan deman de, kêm zêde ditin û fikrên wan yê cûda hebûn. Hêvî û daxwaz ew bû ku encamên wê gengeşî ronîkirina rastî û heqîqata bûya, lê belê rewş ji nişkeva bi alîyekî din ve herikî.
Xuyaye li taxa sosyal medyayê, hinek kes ku rolên dozger, dadwer û komîserîyê hilbijartine, dixwazin rê li ber nerînên azad bigirin.Tu kes mecbûr nîne fikir û ramanên yekî din biparêze. Fikir û ramanên gelemperî, dîtin û seknên hevpar çewa tiştekî rewa be, nepejirandin û ne beşdarbûna fikrekî din jî ewqas rewa ye. Alîgerên beravanîyê bi hevra mobîlîze bûne, dest bi propagandayek xirab kirine. Heqaret û gotinên ne di cîh de xwedîyê xwe tarîf dike.
Du rê, du şop, du alî ji salên 1969 an vir de didome. Alîgır û hevalbendên herdû rêgehan li ked û rastîyên xwe xwedî derdikevin. Xuyaye tu kes ne amadeye bi derbasbûna xwe re rûbirû bibe.
Gava Mustafa Karasu got: “Ez têkoşerê şaşîyên serok im” herkesî êrîşî Mustafa kir, xuyaye tekoşer û milîtanên şaşîyan têra xwe hene û çalak in!..
Bûyera kuştina her du SEİD’an, ji du beşan pêk tê: yek jê kuştina Seîd Elçî, Mihemedê Begê û Avdulletîf Savaş e; beşa duyem ya Şivan, Çeko û Brûsk e! Gelek kes beşa yekem tune dihesibînin û weke tu tiştek nebûye, dixwazin nêrînên xwe yên di derheqê beşa duyem de bi me bidin qebûl kirin. Ev ne helwestek rast e û rê li ber alozî û gengeşîyên ne di cîh de vedike. Ev helwesta hanê, zirarek mezin dide berjewendîyên netewî. Astengî û bendavên cûdabûnê her diçe zêde dike. Ger armanc çêkitrin û avakirina helwestên netewî, hêzkirina xeta netewî be, divê ziman û bertêkên me bên guhertin..
Gava mirov yek alî li bûyera binhêre, belgeselan çêke, pirtûkan amade bike û neheqîyê li alîyê din bike, mafê beravanîyê, mafê xwe parastinê derdikeve holê. Ji ber wê yekê, herkes dixwaze rastîyên xwe bi raya giştî re parve bike.
Berîya her tiştî, divê em bikaribin empatî bikin. Rastî û dîtinên hevpar wê gavê derdikeve holê..
Bi qasî ez dişopînim, gelek kes ezberên xwe, bawerîyên di tûrikê xwe de par dike. Di derheqê bûyerê de, yên teref û şahid in, bi salan bêdengî pejirandin. Kesên ji derve, li ser navê wan peyivîn û hê jî di peyivin.
Şakir Epözdemîr, yek ji wan şahidê wê demê ye û çendî car nivîsîye, di arşîvan de nivîsên wî hene.
Sait Aydoğmuş, yek ji wan kadroyên wê demê ye û alîyekî meselê ye.Di derheqê wê demê de kêm zêde wakifê hinek tiştan e.
îbrahim Güçü, ji wan kadroyên wê demê ye û agahdarîyên wî jî hene. Ekstra arşîva Dr Şivan û hevalên wî ketîye destê İbrahim Güçlü û Necmeddin Büyükkaya. Ew jî wakifê wê meselêye.
Ger Sait û İbrahim gengeşîyek çêkir û berhemdar bidomînin, bi rastî wê baş be. Lê xuya ye çanda gengeşîyê di nav me de, li gund û taxa me, ne tiştekî maqûl tê dîtin. Dîsa jî hêvî û daxwaza min bi zimanekî çêkir û avakir e, hêvîdarim ev çand wê nav me de bicîh bibe.
Yek nokteyek girîng jê jî, hinek kesên xêrnexwaz û fesad ku li gor stratejîya têkçûna destkeftîyên başûrê Kurdistan di nav hewldanan de ne, dixwazin di nav Kurdistanîyan de derizandinên nû vekin.
Ev alîyên hanê, neyartî Malbata Barzanîyan ji xwe re weke erk pejirandine û dixwazin wê neyartîyê bidomînin. Bi dagirkerên xwe re daxwaza “biratîyê” û entergasîyonê dikin lê bi birayên xwe re şerê tunekirinê û hilweşandina desteftîyên hene dikin.
Ez bawer im her Kurdekî xwedî ûjdan, divê vê rastîyê bibîne û li ber çav bigire! Di derheqê mijarê ez dixwazim pêş de bi şêweyek fireh û zelal dîtinên xwe binivîsim …
AMED 06.06.2020