SOHR: Îsraîlê li Dera ya Sûriyê du bendên leşkerî çêkirin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê li derdora bajarokê Koya yê Hawiza Yermûkê yê li rojavayê Derayê 2 bendên leşkerî çêkirin.

SOHRê da zanîn, bendek li nêzî bîra avê ya li ser rêya Koya-Abdîn û ya din li nêzî herêma Erda hatiye avakirin û li her bendekê 5 wesayîtên leşkerî hene.

Herwiha hate gotin ku hêzên Îsraîlê derbasî herêma Diriyat a Qunetîrayê bûn û balafir jî li ser herêmê geriyan.

Îsraîlê doh jî ragihandibû ku efserekî wê di teqîneke li başûrê Sûriyeyê de birîndar bûye. (PK)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *