Siyasî Pêkhateyên Herêma Kurdistanê: Biryarên Dadgeha Federal li dijî me jenosîdeke siyasî û civakî ye

Pêkhateyên Herêma Kurdistanê bang li Serokomarê Iraqê kirin ku biryarên Dadgeha Federal ên derbarê betalkirina kursiyên kutayê yên Parlamentoya Kurdistanê hilweşîne û gotin: “Ev biryar li dijî demokrasî, prensîpên mafên mirovan û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyan in.”

Nûnerên pêkhateyên Herêma Kurdistanê îro 4ê Adarê li dijî biryarên dawî yên dadgeha federal ên ji bo rakirina kursiyên kutayan yên Parlamentoya Kurdistanê, kom bûn û nameyek bi zimanên Kurdî, Tirkmenî, Suryanî, Erebî û çend zimanên din arasteyî Serokomarê Iraqê, Serokê Dadgeha Federalî, rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civaka navdewletî kirin.

Pêkhateyên Herêma Kurdistanê bang li wan dikin ku “li hember vê zulm, neheqî û biryara nedestûrî ya ji nehîştina kursiyên kutayan ya ku bi xwîna şehîdan û serhildana pîroz ji gelê me re pêk hatiye, bêdeng nemînin.”

Nûnerên van kemînan dan zanîn ku li gorî destûrê, serokomarê niha yê Iraqê Letîf Reşîd desthilata wî heye ku li dijî biryarên Dadgeha Federalî derkeve û rê li cîbicîkirina wan bigire. Herwiha gotin: “Êdî ev zilm û neheqî nayê qebûlkirin.”

Pêkhateyên Herêma Kurdistanê bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdî li Herêma Kurdistanê kir ku kar ji bo rawestandina biryarên Dadgeha Federalî bikin. Her wiha gotin: “Nehîştina kursiyên kutayê yê Parlamentoya Kurdistanê, ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.”

Di nameyê de hat gotin: “Pêkhateyan hertim Herêma Kurdistanê û qewareya wê ya destûrî parastiye. Hemû pêkhateyan bi hev re kar ji bo zêdetir pêşdebirina Herêma Kurdistanê kirine, herwiha tekezî li ser yekparçebûna xaka Iraqê kirine. Mixabin ji aliyê YNK’ê ve sivikayetî li pêkhateyan hatiye kirin.”

Biryarên Dadgeha Federal a ji bo hilweşandina kursiyên kutayê yên Parlamentoya Kurdistanê, wek ku di nameyê de hatiye destnîşankirin, “komkujiyeke siyasî û civakî” li dijî pêkhateyên cuda yên Kurdistanê ye. Herwiha Bang li aliyên têkildar kirin ku vê “zilm û neheqiyê qebûl nekin.”

Pêkhateyan tekez kir jî, “ev biryar li dijî demokrasî, prensîbên mafên mirovan û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên li Herêma Kurdistanê ne.”

Biryarên Dadgeha Federal li ser kursiyên kutayê

Li gor biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ku roja 21ê Sibata 2024an hatin dayîn, Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê erkê lidarxistin û çavdêriya xula şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werdigire; Herêma Kurdistanê dê bibe 4 herêmên hilbijartinê û 11 kursiyên kutayê yên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê betal kirin hejmara kursiyên Parlamentoyê ji 111 daxist 100 kursî.

Serokê Herêma Kurdistanê roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 3ê Adara 2024an fermana herêmî ya ji bo diyarkirina roja hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê îmze kir û li gorî wê biryarê, hilbijartinên giştî yên xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê dê roja 10/6/2024an werin kirin.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *