Balafirên Turkiyê di çarem roj de, çendîn xalên HSDê û jêrxane li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê û deverên di bin kontrola HSDê de, bombebaran kirin.
Di êrîşên roja çarem de, 8 kes li Amûdê û 3 kes jî li Dêrikê birîndar bûn û gelek ziyanên madî hatin tomarkirin.
Li gorî daxuyaniyên HSDê, ji destpêka êrîşên Turkiyê ve bi dehên xalan hatine bombebarankirin û “17 kesan canên xwe ji dest dane û bêtirî 60î birîndar bûne”.
Wezareta Berevaniyê ya Turkiyê diyar kir ku wan “di êrîşên li Bakurê Sûriyê de, wan 17 ji HSDê kuştine”.
*Divê behaneyên êrîşan nemînin
Li ser êrîşên Turkiyê serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê Mistefa Ozçelîk ji Welat TV re da zanîn ku nabe Rojavayê Kurdistanê bibe qada şer di navbera Turkiyê û PKKê de.
Her weha Serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan -Sûriya Beşar Emîn got: ”Êrîşa Enqerayê behane ji Turkiyê dirust kir ku êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike”, Emîn diyar kir ku diyaloga Kurdî giring e ji bo rawestandina êrîşan.
Di rîşên Tukiyê de, ji bilî qurbaniyan, bi dehan jêrxane li Rojavayê Kurdistanê ji kar ketin, ev yek jî rewşa deverê aloztir dike.
Welat TV