Siyaseta Komara Tirk û paradîgma Apo

Xidir ÛSO

Di dîroka Kurdistanê de, ji derbên herî mezin ku li bawerî, çand, ziman, huner û jiyna gelê Kurd ya civatî ketiye, ya herî giran di dema avabûna Komara Tirk de pêkhatiye.

Komara Tirk, ji nuh de seranser Kurdistan wêran û dagîr kirye. Yên serî ji wan re netewand û berxwe dan tev kuştin. Ji bo miletê Kurd ji ortê rake, yan bidewşirîne û bike ”Tirk/Mankurt”, Dest bi qirkirin û koçberkirinên komî kirin. Wan ji serdema barbarîyê jî xeraptir kirin. Ziman, cil û berg, kum û koloz, stran û awazên Kurdî jî qedexe kirin. Medreseyên ku Kurd lê ziman, edebiyat û dîroka xwe fêr dibûn, girt û qedexe kirin û alfabeya Erebî guhertin ku zanîna nifşê kevn û nuh ji hev biqetîne. Pirtûkên bi Kurdî tev şewitandin; yên ji wan re pêwîst bû wergerandin latînî, gotinên Kurd û Kurdistan, kirin ”Turk” û ”Turkîye”.

Dewlet û hukumetek terorê avakirin. Kurdistan li serê gelê Kurd kirin zîndan. Ji hemû Kurdan re gotin: ”hûn tirkin(!)” û nav û piştnavê tirkî dan wan. Ji Êzdî, Elawî û Mesîhîyan re got: ”hûn ya Musluman û tirk in, yan hûnê tune bibin!”Qanûna leşkerîya mecbûrî derxistin. Her xortekî nizanîbû bi tirkî, yan ne Musluman bû, îşkenceyên giran lê kirin. Hin jê bi îşkence û lêdanê Kurştin.

Dibistanê herêmî yê razanê vekirin. Ew jî wek qişlayê leşkerîyê û navendên tirkkirin û asîmîlasyonê bi karanîn. Dûvre xwendina dibistana sereta kirin mecbûrî û li her gundî heman dibistanê bişaftinê vekirin. Her mamoste destûra leşkerî danê. Bi îşkenceyên ber çavê dê û bavan, zarok dikirin tirk(!)

Lê ji bo ku miletê Kurd xwedî dîrokek gelek kevnar û xwedî çand û zimanekî dewlemend bû, tevlî van zext û zordarîyên giran, heta salîn 1980yan li piraniya Kurdistanê civata Kurd bi Kurdî dipeyivî, bi urf, edet û çanda Kurdî dijiyan. Tevgera Kurd jî ji nuh de şîndibû û rabûbû ser pêya. Li perçê Kurdistanê yên din jî hîna Kurd li ser pêya bûn. Ev jî ne li gor avakirin û armancên Komara Tirk bû. Rêvebirên dewleta tirk, hertim di tirsa, Kurdên ji ber kêrê filitîne ”wê kengî Kurd serî hildin!?” de bû.

Wê heyamê, gelek rêxistinên Kurd yên girseyî avabûn. Bi rêya sîxûrên xwe, bi cudahîya îdeolojîyên dijber, xwest wan bera hev bide. Lê dagîrker bi ser neketin. Berevacî hewldana dijmin, rêxistinên Kurd welatperwerî parastin. Li avabûna enîyên yekîtî û hevkarîyan xebitîn. Komara tirk, êdî li gorî rewşa cîhanê, nikarîbû wek berê qanûn derxe û biryar bistîne û here ji nuhde gelê Kurd bi komî bikuje û koçber bike; loma diviyabû li dijî xwe serhildanek bi kontrol bide destpêkirin. Ji xwe di serê avakirina Komara xwe de jî heman plan û provokasyonan miletê Kurd terorîze kir, Kurdistan seranser wêran kir û Kurd ji hev tarûmar kirin.

Dema em li demajo û encamê dinêrin, dewlet ji bo Kurdên mayî jî bikuje, koçber bike û asîmîle bike projeya birêxistinkirina PKK dide destpêkirin.

Ji aliyekî de li her sê beşên Kurdistanê yên din tekoşîna miletê Kurd ya çekdarî û sîyasî dajot û ji alî din jî li Bakur bi deh-hezaran Kurd li dora partî û rêxistinên welatperwer dicivîyan, her roj tekoşîna netewî bipêş diket. Di hilbijartinê xwecîhî de, êdî şaredarî jî ji netewperweran dihat hilbijartin. Li gund û bajaran bi mîlyonan Kurd, bi ziman û çanda Kurdî dijiyan û ji serweriya dewleta tirk aciz bûn. Ev jî dihat wê wateyê ku projeya Komara tirk ya Kemalist li dij Kurdan tam bi serneketibû.

Dewleta tirk, mîna her demê, ji bo projeyên xwe yên bi xwîn û terora dewletê pêkbîne, ji raya giştî û ji dewletên hevkarê xwe piştgirîyê bistîne, bi rêya rêxistinên çep û rast ku dewletê bi xwe avakiriye, li seranserê Enedol û Kurdistanê berahevdan, kuştin û qetlîam da kirin. Em karin tevkujîyên 1 Gulan, Mereş, Sîwas, Meletê û Çorimê wek mînak rêbidin.

Rêvebirên Komara dagîrker û nîjadperest, ji bo dawî li hebûna Kurd bîne, mîna di dema avakirina Komarê de kir, dîsa projeyek bi derbeya leşkerî, hêzên milîter û paramilliter, yên kontra û sîvîl, sîyaseta qirkirin, berahevdan, terbiyekirin, asîmîlasyon, terorîzekirin û koçberkirinê, bi hevre xist dewrê.

Li Kurdistanê jî PKK xist dewrê. PKK, pêşî wek grup û piştre wek partî, li dijî eşîret û rêxistinên Kurd, dest bi şer, pevçûn û terorê kir. Pêşî wek grûp li Dîlok/Entabê, dest bi berhevdan û kuştina hevalên xwe û du grûbên Kurd kirin. Piştre li Sêwrek û Hîlwanê êrîşî dû malbatên Kurd yek Zaza û ya din Kurmanc, li cem dijminê wan cîh girt û êrîşî wan kir. Ku herdu malbat jî di nava xwe de bi Kurdî dipeyivîn û piraniya endamê wan bi tirkî nizanîbûn. Li wir bêtir rêxistina Kawa bi rêxistin bû. Ji bo wan jî tevlî xwe bikin, serokê wan Ferîd Uzun kuştin û avêtin hustiyê Malbata Dumilî/Bucak.

PKK, van provokasyon û êrîşên xwe, li hemberî eşîret û partiyên Kurd, hêdî hêdî li tevaya Kurdistanê belav kir. Mîna ku dewleta tirk tune be, leşker û polîs ji qereqol û emniyetên xwe dernediketin. Planê wan bê kêmanî dimeşîya. Piştî ku raya giştî amade kir û piştgirîyek tam ji dewletên hevkar girtin, di 12 Îlon 1980 derba leşkerî çêkirin.

Piştî derba leşkerî, Komara Tirk bi rêvebirîya leşkeran, li Enedol û ya esasî li Kurdistanê terorek bi girtin, lêdan û îşkence ya bêhempa meşand. Kurdistan seranser kir îşkencexane. Zîndana Amedê bi navê 5 Nolî wek girtîgehek pîlot amade kir û bi hezaran welatperwer û xelkê Kurd ji her beşî li wir civand û zordarî û îşkenceyên hovane kirin. Di encam de 35 kuştî, bi sedan seqet û nexweşîyên giran bi dawî bû.

Lê ev tenê ji bo dewleta tirk ne bes bû. Çimkî hîna bi hezaran gund û bajar û bi mîlyonan Kurd li cî û warê xwe dijîyan. Divîya bû ev bihatina belavkirin. Loma Apo şandin Sûrî, li paytextê Sûrî Şamê, bi proje û destûra çar dewletên dagîrkerên Kurdistanê û bi planê sîxurên wan, biryara şerê çekdarî dan.

Di encama şerê çekdarî yê PKK de, zêdetir ji sed hezar xortê Kurd ji herçar perçê Kurdistanê hat kuştin. Nêzî pênc hezar Gund û 20 navçe hat şewitandin û hilweşandin, li dor pênc mîlyon meriv bi darê zorê ji cîh û warê xwe hat derxistin û koçberkirin. Bi sedhezaran Kurd hatin îşkencekirin, binçavkirin û cezakirin.

Bi rêya partiyên legal yên bi PKK ve girêdayî, çi kurdekî welatperwer hebû, hat deşîfrekirin û tasfîyekirin. Bi sonda endametîya meclîsa tirk ya li ser „şeref û namûsa xwe“, meclisa û makezagona ku li ser qirkirin, koçberî, qedexe û înkara miletê Kurd avabûye, meşrû kirin. Siyaset, ajîtasyon û propaganda xwe bi tirkî meşandin. Bi navê ”Azadiya Jinê” tirkî xistin nava mala Kurd û jina Kurd kirin pergalê asîmîlasyonê. Xelkê bajarên Kurdistanê yên li ser sînorê tirkî, hema hema tev bi tirkî dipeyivin û beşek mezin Kurdî jibîr kirin. Bajarên li ser sînorê beşên Kurdistanê yê din jî êdî bi piranî bi tirkî dipeyivin û peyder pey Kurdî û çanda Kurdî jibîr dikin.

Yanî dewleta tirk ji „tahlûka ku Kurd ji wan biqetin“ xelas bû! Pêwîstiya wan bi şerê PKK yê bi kontrol nema. Li Rojhilatanavîn guhertina rejîm û statuko di rojevê de ye. Tehlûke hatiye ber derîyê dewleta tirk jî. Madem wê û Îranê, nikarîbû Kurdên beşê din ji holê rake, wê gavê mecbûr e ku sîyaseta xwe dîzayn bikin. Xwe dost û birayê Kurd rêbidin, wan bi ”dilê wan asîmîle bike” û bi xwe ve girêde. Loma Apoyê „çocuk katîlî“(kujerê zarokan) û „terorîst başi“(serekê terorîstan) kirin ”onder” û hawarîyê aşitiyê(!)

Apoyê bûye dîktatorê PKKê, di odê kûr û tarî yê sîxuriya tirk de, êdî eşkere li gorî daxwaza dewleta nîjadperest tevdigere, heqaretê li milet, serok û rêberên Kurd yên qahreman dike û miletê Kurd wek gemar û sergo bi navdike. Dibê: ”Kurdên Dêrsim, Bîngol û Zagros qirêjek çandê ye. Qebîleyên verşiyayî, zimanekî bêkêr, pirtikên terîqetan, şerên malbatên eşîran, celebekî sergo ye. Civata sergo, goristanek e.”

Ev jî mîsyon û rola wî ya li dijî miletê Kurd eşkere dike ku ji serî de sîxurê dewleta tirk e û di xizmeta dewletên din ên dagîrker de ye. Ev lîstikek ji hezar salan e, ji alî zordarên dagîrker, li hemberî miletên xizan, nezan û bi şûndemayî/şûndehîştî tê meşandin. Derewên sosyalîzm û enternasyonalîzma derewîn ku ev çil sal e mîadê xwe qedandiye, ji bo çekdanîn û fesixkirina partiya xwe ducar dike. Ji alîkî hevalê xwe ku wî rexne dike yan li hember radestî û îxaneta wî dertê, bi rêya sîxurê dewletê dide kuştin û yên din jî tehdît dike û dibê: ”kesek nikare li hember vê pêvajoyê derkeve!”

Ez beşek ji nameya Apo ku bi rêya vîdeophonê, ji daîreya MIT (Teşkîlata Sîxurî ya Mîlî)ê, pêşkêşî Kongreya 12 ya PKK kirye, pêşkêşî we dikim:

Apo dîsa dibê: “hûn min famnakin, hûn xwe jî fam nakin. Divê aştî di nava min û dewletê de çêbibe, kesek din mudaxîl nebe. Bi Komara Tirk re aştî û yekîtîya demokratîk pêwîst e. Ev yekîtîya demokratîk li Îran, Îraq û Sûrî jî di însîyatîfa Tirkî de wê bimeşe. Ji sosyalîzma netewe dewletê, em derbasî sosyalîzma civata demokratîk dibin.”

“Ev heyam, divê ji bo çar sebebên asasî bêt terikandin:

“1. PKK temenê xwe qedandiye, gerek xwe fesix bike. Sebeb jî reel sosyalîzm têkçûye, gerek rêyek sosyalîzmê ya nuh vebe, naskirina nasnameya Kurd û pêkhatina wê.

”2. Armanca tekoşîna çekdrarî, ji bo stratejîyek netewedewlet bêt avakirin. Ji bo dev ji armanca avakirina netewedewletê hatiye berdan, em derbasî bernameyek civata demokratîk bûne, divê em sîyaset û huqûqa demokratîk bimeşînin, ne şerê çekdarî. Beramberî vêya, naskirina mafê siyasetkirina demokratî û dana baweriya hiqûqekî saxlem bi tevdîr e.

”3. Ji bo ku pêwendî û hevdîtina bi dewletê re, bi fermîyeta PKK re bi tu şêweyî nayê qebûlkirin, divê PKK bêt fesixkirin. Dikare vêya wek baldariyek rayagiştî jî bêt dîtin.

”4. Ji bo ketina heyamek dîrokî ya nuh; derbasbûna qonxa ”Civata Aştî û Demokratîk” jî pêwîst e. Him wek naverok him wek fesal(form), wek alternatîfa heyama pêşî, hêvî dikim kongre, li gorî sîyaset û hiqûqa civaka demokratîk bi dawî bibe û van biryarên dîrokî bi serkevin. Biryardarîya mirovahiyê, biryardariya sosyalîzmê ye. Sosyalîzma netewedewletvanî dibe binketinê, sosyalîzma civata demokratîk dibe serketinê.

”Dibê, ev demajo ne tenê ji bo Kurd û Kurdistanê, ji bo hemî herêmê serfirazîyên girîng bi xwe re tîne. Dê bandorê li ser Îran, Iraq û Sûrîye jî bike. Şensa Turkîye xwe nûh bike, demokrasîyê serwer bike û rêberîyê ji herêmê re bike, dide Tirkî. Ne tenê li herêmê, dê li navnetewî jî bandorê bike.

”Konfederalîzma herêmê wek pêwîstîyekê dertê pêş me. Jahrkuja şerê Filîstîn û Îsraîl, şerên mezhebî, nakokîyên netewdewletan Konfederalîzma demokratîk e. Ev çareserî, di heman dem de enternasyonalîmek nuh pêwîst dike. Bi dostan re, bê paşdexistin destpêkirina xebatek enternasyonal rast e û gavek dîrokî ye.”

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *