SIYASEDMEDARÊ KURD DERWÊŞÊ SADO KOÇA DAWÎ KIR!

Me bi xemgînîyek mezin bihîst ku siyasedmedarê kurd, Derwêşê Sado ji nav me bar kir û koça dawî kir.

Derwêşê Sado yek ji endamên damezrîner yê Partîya Demokrat ya Kurdistana Tirkîyê (PDKT) bû. PDKT,  di 11 tîrmeha 1965an, li Diyarbekirê di seroktîya Seîd Elçî, ji alîyê Seîd Elçî, Åžerafeddîn Elçî, Derwêşê Sado, Åžakir Epozdemir û Emer Turhan ve hate ava kirin. Gava Av. Faik Bucak di 21ê tebaxa 1965an de beÅŸdarî nav Partîyê dibe, Seîd Elçî ji seroktîyê îstifa dike û Av. Faîq Bûcak weke serok dihê hildibijartin.

Damezrandina PDKT, di tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Bakurê Kurdistanê de, destpêka qonexeke nû ye. PiÅŸtî bêdengîya serhildana Dersimê, ev dibe destpêka avakirina xeta neteweyî û Kurdistanê ya serbixwe.  Hîç ÅŸik tune ye ku ger van camêr û mêrxasan fedekarîyek weha nekiribana, wê tevgera neteweyî ya Bakurê Kurdistanê demek dirêj di bin sîya çepên tirkan de bima. Loma jî di pêşketina tevgera rizgarîxwazîya neteweyî ya Bakurê Kurdistanê de, rola PDKT  xwedî cihekî taybetî û dîrokî ye.

Bila rahma Xwedê li Mamê Derwêşê Sado be, mekanê wî rohnî û cihê wî bihuşt be.

Bila serê malbatê, heval û hogirên wî û miletê me sax be.

Bi vê munasebetê, em hemû berpirsiyar û endamên PDKT yên ku îro ne li jiyanê ne û ji nav me bar kirine, bi rêz û hurmet bi bîr tînin û carek din diyar dikin ku ew dê her di nav xebat û têkoşîna miletê me yê ji bo welatekî serbixe, miletetekî azad û civateke demokratîk de bijîn!

Xebatkarên Malpera Netewe

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *