Siyamend Haco: Şam ji bo diyalogê ne amade ye û Rêveberiya Xweser jî hevpariyê qebûl nake

Serokê Berê Kurdistana Sûriyeyê Siyamend Haco ragihand, rejîma Sûriyeyê ne amade ye ku bi Kurdan re bikeve nav diyalogeke cidî û her hewla siyasî ya ji bo çareseriyê bi tundî red dike. Haco herwiha rexne li awayê birêvebirina “Konferansa Pêkhateyan” ya li Hesekê girt û da zanîn ku ew konferans hevpariyeke rasteqîn nîşan nade.

Siyamend Haco beÅŸdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û amaje bi wê yekê kir ku helwesta Åžamê li hemberî Kurdan û pêkhateyên din zelal e û got, “Åžam ne amade ye ku pêşwaziya ÅŸandê bike û xwe wek tekane nûnerê Sûriyeyê dibîne. Lewma naxwaze danûstandinan bike û rê nade ku pêkhateyên din nêrînên xwe yên siyasî bînin ziman.”

Haco wek mînak behsa Konferansa Yekrêziya Kurdî kir ku berî çend mehan hatibû lidarxistin û ÅŸandeyek ji bo destpêkirina diyalogê bi Åžamê re ava kiribû, lê rejîmê ew hewl bi tundî red kir û got, “Helwesta Åžamê piÅŸtî wê konferansê zelal bû ku yekrêziya Kurdan û nêrîneke siyasî ya hevbeÅŸ qebûl nake. Ji ber vê yekê, dê bersiva rejîmê ji bo konferansa Hesekê jî tund be.”

“Yên ku hevpariyê qebûl nakin, nikarin daxwaza hevpariyê bikin”

Derbarê konferansa li Hesekê de, Haco rexneyên xwe anîn ziman û got ku ew bi xwe giringiyê didin komkirina pêkhateyan, lê kêmasiyên mezin di awayê birêxistinkirina konferansê de hene.

Haco got: “Rexneya me ya sereke ew e ku aliyê Kurdî bi temamî di vê konferansê de nehatibû beÅŸdarîkirin. Komîteya amadekar tenê ji aliyê PYD û HSDê ve hatibû avakirin. Heger tu dixwazî hevpariyê ji Åžamê bixwazî, divê berî her tiÅŸtî tu bi xwe hevpariyê di navbera aliyên herêmê de qebûl bikî. Divê em pêşî demokrat bin û nêrînên cuda qebûl bikin.”

Kêmasiya daxwaza federaliyê di belgeya konferansê de

Haco bi taybetî rexne li belgeya encamnameya konferansê girt û diyar kir ku tê de daxwaza federalîzmê bi awayekî zelal û eÅŸkere nehatiye diyarkirin. Li gorî Haco, “Diviyabû bi awayekî vekirî Sûriyeyeke federal bihata xwestin, lê belgeyê tenê behsa ‘nenavendîtiyê’ kiriye, ku ev têgeheke giÅŸtî ye û dikare bi gelek awayan were şîrovekirin. Daxwaza federaliyê nehat kirin, ku ev xaleke gelekî lawaz e.”

“Divê pêkhate li hemberî hiÅŸmendiya tekperest bibin yek”

Siyamend Haco tekez kir, pêkhateyên Sûriyeyê yên wekî Kurd, Elewî, Durzî û Aşûrî ku ji sedî 40ê nifûsa welat pêk tînin, divê li hemberî “rejîma li Åžamê ya ÃŽslamî-Sunnî ku mafên pêkhateyan nas nake” bibin yek û nêrîneke siyasî ya hevbeÅŸ ava bikin.

Di dawiyê de Haco got, “Mixabin, li Rojhilata Navîn hiÅŸmendiya federalîzm û demokrasiyê lawaz e. Ev kêmasî, ne tenê li cem rejîmê, lê li cem Rêveberiya Xweser jî heye. Ji bo ku em karibin projeyeke serkeftî pêşkêş bikin, divê em di nav xwe de hevpariyeke rasteqîn ava bikin û hemû aliyan tevlî pêvajoyê bikin.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *