Şiwan Kelarî: Hikûmeta federal bizavê dike ku rêyê li pêşveçûna Kurdistanê bigire

Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê ji Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şiwan Kelarî ji Kurdistan24ê re ragihand, “Biryara hikûmeta federal a li dijî mûçexurên Herêma Kurdistanê biryareke siyasî ye, herwesa Wezareta Darayî hatiye arastekirin ku biryarê li dijî Herêma Kurdistanê derbixe.”

Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê ji Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şiwan Kalarî îro (Duşem, 9ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Hikûmeta federal ji bo rêgirtina li pêşveçûna Herêma Kurdistanê penayê ji bo binpêkirina destûra Iraqê dibe.”

Şiwan Kalarî herwesa got, “Di Çileya îsal de, hikûmeta federal bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li hev kir ku heta dawiya salê, ango heta meha Berçileyê, mîna lîsta mûçeyên meha Çileyê yên Herêma Kurdistanê bişîne, ji ber ku Herêma Kurdistanê ti pirsgirêkên darayî yên teknîkî nînin.”

Navbirî amaje jî da, “Her li ser vê bingehê jî, berî meha Remezanê ya îsal, Wezareta Darayî ya Federal du mûçe li pey hev û bê ti pirsgirêkek ji bo Herêma Kurdistanê şandin.”

Wî Endamê Encûmena Nûnerên Iraqê ron jî kir, “Di encama wan fermanên ku ji hêla Wezareta Darayî ve ji wan re tên, herwesa ew pêşkeftinên ku li Herêma Kurdistanê hene, zêdebarî gavên ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi Amerîka û civaka navneteweyî re avêtine, ew bizavê dikin ku rêyê li ber Kurdistanê bigirin ku xwediyê enerjî, petrol û samanên xwe yên xwezayî be.”

Şiwan Kalarî tekez jî kir, “Ji ber vê yekê jî wan ji nişkê ve û bi awayekî pir nedestûrî û neqanûnî destê xwe ji bo mûçeyên gelê Kurd dirêj bir, ku ji bo gelek siyasetmedarên biwijdan ên Iraqê jî, ev biryar neqanûnî û bêwijdanî ye, herwesa binpêkirineke eşkere ya destûra Iraqê ye jî.” (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *