Sirri Sureyya Onder: Ti şertên Ocalan nînin

Parlamenterê DEM Partiyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li ser pêvajoyê got, “Ti şertên Ocalan nînin.”

Sirri Sureyya Onder di weşana HaberTurkê de li ser mijarên li rojevê axivî.

“Birêz Ocalan got: Ez nayêm Parlamentoyê”

Onder diyar kir ku Abdullah Ocalan nexwestiye li Parlamentoya Tirkiyeyê biaxive û xwe lê berda:

“Birêz Bahçelî gotibû bila li Parlamentoyê biaxive. Ew ne mirovekî wisa ye ku ji gotina xwe vegere.

Tim li ser gotina xwe maye. Birêz Ocalan got ‘Gelekî zorê didinê, karê wî zehmet mekin, ez nayêm Parlamentoyê, hûn li wir hene, ez ji vir diaxivim.’

“Qet şert nînin”

Ma daxwazeke wî hebû? Na û qet! Ti şertê vî karî nînin. Ne şertekî pêşîn, ne jî şertekî piştî wê heye.

Ez vê bi hemû şerefa xwe dibêjim. Ez jî xebatkarekî aştiyê me ku jiyana xwe daye vê yekê. Di vê rêyê de mirovên ku çûne bin axê, salên dirêj di zindanan de mane, xwarin, kar û tenduristiya xwe winda kirine hene.

Eger em hemû hesasiyetên welêt di heman mêzênê de bikêşin. Kurd jî dipirsin. Em dê bi hev re vê aştiyê ava bikin. Em dê li asoya hev binêrin. Rêyeke din a vê nîne.

Ez bi ser şerefa xwe soz didim ku ti bazar an şertên vê yekê nînin. Ez jî vê gotinê ne hêsanî bi kar tînim. ti Ti tişt nîne ku li bin vî asîmanê şîn eşkere nebe.”

“Cara ewil e ku peyameke ev qasî zelal hatiye nivîsandin”

Sirri Sureyya Onder nameya Ocalan jî bi van gotinan nirxand:

“Di dîroka PKKyê de ev cara ewil e peyameke ev qasî zelal hatiye nivîsandin. Em dê bi hemû îradeya xwe li dora wê bisekinin.

Di destpêkê de hemû rêxistinan dihewîne lê di nav saziyên ku taybetiyên wan hene de şerhek heye.

“Banga Ocalan bi giranî ji bo PKKyê ye”

Em bi hev re biaxivin, nîqaş bikin. Banga Ocalan bi giranî ji bo PKKyê ye. Mixatabê sereke ew e lê belê YPG jî tiştek e ku bi îlhama Ocalan hatiye avakirin.

Li wir piştî ku jin ketin bazara koleyan, di encama wêtêkoşînê de pêk hatiye.

Lê ya ravekar çi ye? Di asta prensîbî de em dê êdî vê ji xeta çekan derxin. Paşê em dê êdî nebin ez û tu, em dê bibin em.

“Bandora Ocalan li ser PKKyê her tim xurt e”

Bandora Ocalan li ser PKKyê hîn jî û her tim xurt e. Li bin vî asîmanê şîn kû der hebe. Diyarker e.

Li wir pergaleke ferman û îtaetê nîne. Li wir ev mijar tên nîqaşkirin. Karmenên ku bi meaş dixebitin nînin.

Mirov ji bo derd û îtirazên xwe hatine û ketine nav pêvajoyê.

Nîqaşkirin tiştekî din e, diyarkerî tiştekî din e, perspektîv û teoriya xwe çêkirin tiştekî din e, hêz û şiyan li ba Ocalan e.

Rêxistinê ev yek di 24 saetan de bi peyameke zelal ku ti îfadeyên bi şert di xwe de nehewand ragihand.”

“Dibe ku em herin Rojavayê”

Onder li ser pêvajoyên piştî niha got, “Çek ji holê rabûne. Ev ji bo her kesî derbasdar e lê dibe ku ez û Pervîn Xanim em biçin Rojavayê jî.

Em behsa pirsgirêkekê dikin, em dê çareser bikin, divê em çareser bikin. Em dê bi hev re li wê binêrin. Çi ji bo me baş be, em dê li ser wê bisekinin.” (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *