Sîpan Hamo: 4 lîwayên HSDê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê bûne

Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê Sîpan Hamo ragihand, proseya yekxistina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û artêşa Sûriyê dest pê kiriye û heta niha çar lîwa bi fermî hatine tevlîkirin.

Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Sûriyê ji bo Karûbarên Herêma Rojhilat, Sîpan Hamo di hevpeyvîneke medyayî de zanyariyên nû derbarê pêwendiyên leşkerî yên navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de parve kirin. Hamo destnîşan kir ku heta niha çar lîwayên HSDê yên li herêmên Kobanê, Hesekê, Qamişlo û Dêrikê bi fermî tevlî Wezareta Berevaniyê bûne.

Sîpan Hamo diyar kir ku xebat berdewam in da ku beşên din ên HSDê jî di nav artêşa Sûriyê de cih bigirin. Hamo got: “Armanca wezareta me gihîştina bi artêşeke yekgirtî ye ku li ser bingeha rêziknameyeke navxweyî ya nû kar bike û dawî li diyardeya koman bîne.”

Derbarê rewÅŸa Efrînê û gotegotên avakirina “Lîwaya Kurdî” de, Hamo aÅŸkere kir ku înîsiyatîfek ji bo ÅŸervanên xelkê Efrînê yên berê di nav HSDê de bûn heye. Li gorî vê planê, ew ÅŸervan dê bikarin vegerin ser mal û milkên xwe û li herêmên xwe tevlî saziyên leÅŸkerî bibin an jî vegerin ser jiyana xwe ya asayî.

Hamo di beÅŸeke din a axaftina xwe de nîgeraniya xwe li ser derengketina azadkirina girtiyên HSDê ji aliyê hikûmetê ve anî ziman û got: “Divê hemû girtî bêyî cudahî bêne azadkirin; nabe ev mijar ji bo armancên siyasî bê bikaranîn.”

Herwiha derbarê qurbaniyên ÅŸerê li dijî DAIŞê de, Hamo ragihand ku lihevkirin hatiye kirin ku ÅŸervanên hatine kuÅŸtin an birîndar bûne, wekî “Åžehîd û Birîndarên Dewleta Sûriyê” bêne naskirin û hemû maf û senedên wan ên fermî bêne dabînkirin.

Sîpan Hamo destnîşan kir, ew cihên ku hêzên Amerîkî jê vedikiÅŸin, radestî artêşa Sûriyê tên kirin û ji bo berjewendiyên leÅŸkerî yên welat tên bikaranîn. Hamo got: “Siyaseta niha ya welat, dûrketina ji nakokiyên ligel welatên cîran û parastina aramiya sînoran e.”

Di dawiyê de, Sîpan Hamo bang li pêkhateyên Kurd û Ereb kir ku ji bo avakirina Sûriyeyeke nû bibe yek. Hamo tekez kir ku divê mafên hemû pêkhateyan, bi taybetî Kurdan, di destûrê de were çespandin da ku rê li ber her cure tundrewî û zilmê were girtin. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *