Di rojên 28 û 29ê Gulanê de, merasîma dayîna xelata ‘Qelema Hejar’ pêk hat ku tê de çend nivîskarên Kurd ji ber xebat û xizmeta wan di warê wêjeya Kurdî hatin xelatkirin.
Navenda Lêkolînên Kurdolojiyê ya Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê, Yekemîn Xelata ‘Qelema Hejar’ a taybet bi nivîsîn û wêjeya Kurdî li dar xist.
Xelata Qelema Hejar
Xelata Qelema Hejar taybet e bi nivîsîn, dariştin, wergerandin û lêkolîn di van waran de:
Wêjeya Kurdî: Roman, komele çîrok, wêjeya zarokan û nûciwanan, şanonane û helbest
Lêkolîna zimannasî û wêjeyî: Folklor, ferhengnivisî, lêkolîna zimannasiyê (teorî, praktîkî, zaravnasî û pirrengiya ziman), lêkolîna berawirdkirî ya wêjeyî/zimannasî bi tekezdayîn li ser têkiliya zimanê Kurdî û Farisî û zimanên din ên Îranî û ne-Îranî.
Warên hevbeş: Olî û îrfanî, dîrokî û çandî û civakî, hunerî, yasayî û siyasî û aborî, perwerde û zayend û medya.
Li gorî ragihandina merasîmê, ew berhemên ku di asteke baş û hêja de bûn, hatine xelatkirin.
Serkeftiyên Xelatê
Roman: Cebar Cemal Xerîb
Dîrok: Îsmaîl Şems
Felsefe: Mihemed Kemal
Rexneya Wêjeyê û Şêweznasî: Abdurraman Adak
Ferhengnivisî: Selah Payaniyanî
Civaknasî: Elî Rehmetî
Rêzgirtin pêşkêşî van kesan hat kirin:
Lêkolîna Wêjeyî: Şiney Waye Şemal, Elîreza Xanî û Behnaz Dilşad
Saxkirina Deqan: Gencîne metûn edebî Zagros – Seyd Arman Huseynî
Folklor bi hevbeşî:
Rasî navçeya Leylax – Îbrahîm Ehmedî
Efsanehaye diyarîy ma – Korûş Emînî
Sînema: Huwîyet fehengî ve sînemaye Kurd – Xusrew Sîna
Lêkolîna siyasî û civakî: Heftewane – Selehedîn Xedîv
Helbest:
Zamistan û Pişkoyê Hawar – Rehîm Luqmanî
Destnivêjî (Helbest) – Seîd Neccarî (Aso)
Bi hevbeşî (Helbest):
Mîna Mal (Helbest): – Elîreza Sipahî Layen
Siwênd be Furat(Helbest):- Yûnis Rezayî
Bi Bevbeşî (Helbest):
Avrandin (Helbest): – Elî Olfetî
Şiîriyowena Per Ce Şarî – Reûf Mehmûdpûr
Bi hevbeşî (Helbest):
Çemê Baranê – Berken Bere (Xelata Serbixwe)
Dîroka Hunerê: Tarîx Hunera Kurdistanê – Mîkaîl Rehmanî
Ferhengnivisî: Ferhengî Reweknasiy Kurdistan – Îrec Moradî
Olî û Îrfanî: Raveya Mesnewiya Mewlewî – Fexredîn Amêdiyan
Dîrok: Hemû Berhem – Dr. Keywan Azad Enwer
Roman: Serdemê Teniyayîekan – Esed Zohrayî
Şiroveya Roman: Binemageliy Edebî Çîrok – Zekerîya Bizdûde
Werger:
Şehr Newazendegan Sefîd – Reza Kerîm Mocawêr
Hemû Berhem Wergerandî – Ebdullah Emînî
Dîroka Wêjeya Kurdî (Heft Berg) – Îbrahîm Şadman, Sergul Areş, Mîrad Mîlan, Ronya Çalî û Besam Mistefa
Wergerandina zarokan:
Neqlekanî Min û Bab im – Zahîd Armî
Masî Kolkezêrîne – Leyla Salihî
Wêjeya Zarokan:
Hemû Berhem – Şîlan Geylanî
Hemû Berhem – Semîra Zemanî Munferd
Hemû Berhem – Yehya Elewî Ferd
Hemû Berhem – Ferdîn Rajîn
Cebar Cemal Xerîb: Fêstîval deriyekî mezin e ji bo Kurdan
Nivîskarê navdar ê Kurd, Cebar Cemal Xerîb, bi romana xwe ya bi navê “Ketina Esman” xelata romanê stand.
Nivîskar Cebar Cemal Xerîb li ser yekemîn merasîma ‘Qelema Hejar’ ji Rûdawê re axivî û got: “Ew fêstîval guherîneke gelek mezin bû di warê siyasî û civakî yê xelkê Sineyê de.
Ew azadî û pêşveçûna li wir heye, “hesabeke zêde jê re hatiye kirin, di merasîmê de Selehedîn Aştî, gotareke gelek ciwan pêşkêş kir û tê de got ‘Ez berê xwe didim desthilatê û dibêjim eger ew vekirina we fêl e û hûn dixwazin ji aliyê dîplomasiyê ve me bixapînin, Kurd wê ji bîr nake û rê û zexta din heye li hemberî dagîrkeran, eger ne fêl e jî, tika zimanê Kurdî bikin zimanê fermî û bila di hemû dibistanan de bê xwendin.”
Nivîskarê Kurd Xerîb di berdewamiyê jî de got,”Qelema Hejar vekirineke gelek mezin bû bi rûyê Kurd û mafên wan ên bingehîn de.”
941 berhem ji bo pêşbirka Xelata ‘Qelema Hejar’ hatibûn şandin
Sekreterê Merasîma Dayîna Xelata Qelema Hejar Dr. Yadgar Kerîmî ragihand, 941 berhem ji bo sekretariya merasîma dayîna xelatan hatibûn şandin û komîteya dadweran 6 berhem ji bo dayîna xelata taybet û 32 berhem jî ji bo rêzgirtinê hilbijartine.
84 endamên komîteya xelatê hebûn ew ji Rojhilatê Kurdistanê û derveyî wê bûn.
Sekreterê Zanistî yê Merasîma Xelata Qelema Hejar Dr. Necmedîn Cebarî jî ragihand ku zêdetirîn berhemên hatine şandin, wergerandin bûne û ji 74 ji wan kesên ku berhem şandine mêr in û ji sedî 36 jî jin in.
Cara yekem e ku xelata Qelema Hejar tê dayîn û li gorî gotina birêveberên merasîmê, mezintirîn xelata cîhanî ya taybet bi pirtûka Kurdî ye.
Di merasîma dayîna xelatan de, hejmarek ji nivîskar û wergêrên her çar parçeyên Kurdistanê û nivîskar û wergêrên Kurd li diyasporayê beşdar bûn.
Yek ji berbiçavtirîn kesayetiyên beşdar, hunermendê navdar ê Kurd Şehram Nazirî bû ku çend stranên Kurdî pêşkêş kirin û berbiçavtirîn stran jî “Kurdistan ger to nebî” bû. (Rûdaw)