Şêx Mehmudê Nakşîbendî çima li Dîyarbekrê hat îdamkirin (sal 1639)

Sultanê Osmanî Murat IV. di 1639an da dema ji sefera Îranê vedigere, li Dîyarbekrê Şêx Mahmud îdam dike. Şêx Mahmud, li herêmê wek ´Şêxê Rumîye´ ango ´Hadrat-i Aziz´ hatîye naskirin. Ew, berê li herêma Urmîyê bûye. Di 1605- 1607an da dema rêbirîya Urmîye dikeve bin fermandarîya safewîyan; Ş. Mahmud ji tirsan mala xwe bardike dihere herêma Dîyarbekrê cîwar dibe. Ji ber ku li herêmê Ş. Mahmud navdar dibe û bi dehhezaran murîd li dora wî kom dibin; ew rewşa wî sultanê osmanî Murad IV. ditirsîne û loma ew dibe qurbana tirsa hukmê Stanbolê.

Li ser vê bûyerê gelek kesan nivîsîne ku li gora tespîtên Kurdologê hêja yê Hollandî Martin van Bruinessen, Evliya Çelebî, Naima, Katib Çelebî û Peçevî bûne ku wan hemîyan wê îdamê bûyereka herî giring a wê salê bûye. Bruinessen dibêje ku tesîra Şêx Mahmud a politik gelek mezin bûye û li gora gotegotan wî ´Serhildaneke Mehdist´ pilan kirîye ku li darxe. Sultan Murad IV jî piştî ku li dijî Îranê bi serketîye û digel Îranê Peymana Qesra Şîrîn çêkirîye; êdî ew sînorê osmanî li hemberî safewîyan xistîye bin ewleyîyê û zivirîye pirsên navxweyî û ji tirsa xwe Şêx Mahmud rêkirîye ber darê sêpikê (îdamê).

Bruinessen dide xuyakirin ku piştî îdamkirina Şêx Mahmud, wezîfedarên osmanî li hemî avayîyên Ş. Mahmud qontrol kirine da ku teqemenî û alawên şerkirinê hene an na; lê qet tiştek nedîtine. Ev jî tê wê maneyê ku sultanê osmanî, tenê li ser gotegotên ku bihîstîye, bi neheqîyek Şêx îdam kirîye. Ev bûyera îdamê, wek bûyereke mezin li hawirdorê belav bûye heta erdê Macaristanê.

Li gora haydarîyên ku Bruinessen ji seyahatnameya Evliya Çelebî û çavkanîyên dî civandîye; Şêx Mahmud, wextek digel bav û kalê xwe, li nik Şêx Ahmed li herêma Urmîye jîyaye û wek Şêxê Nakşîbendî tesîra wan li ser kurd û azerîyên sunî gelek bûye û di nav wan da gelek mirûdên wan çêbûne. Lê herêma Urmîye ku li ser Azerbaycanê bûye, di 1605- 1607an da dema dikeve bin kargêrîya safewîyan, hukmê osmanî li wir namîne. Şêx Mahmud jî wer xuya dibe ku ji hukmê safewîyên elewî tirsîyaye da ku belayek were serê wan; ew ji wir barkirîye hatîye herêma Dîyarbekrê cîwar bûye. Di nav deh (10) salan da navdarîya Ş. Mahmud gelek belav bûye û bi hezaran mirûd li dora xwe kom kirîye. 

Ev tesîra şêxê Neqşîbendî hatîye radeyek ku hin kesan gotine ”400.000 mirûdên wî hene” û hin kesan jî gotine ”40.000 mirûdên wî yên canfîda” hebûne ku hemî ji tebeqeya jêr bûne û bi vîna şêx ve girêdayî bûne. Hatîye gotin ku Tekkeya Şêx, bûye navendeke giring ku gelek bazirgan û fermandar hatine dawa wî maçî kirine ku van zîyaretan ji Tebrîzê, Erzirumê, Rewanê, Musulê, Ruhayê, Wanê û gelek derên dî bûne.(2)  

Di vê bûyerê da nuxteyeka gelek balkêş heye ku Padîşahê Osmanî wê nuxteyê nedaye ber çavan. Ev nuxte ew e ku Padîşahê Osmanî Murat IV. nexwestîye ku berîya fermana kuştina Şêxê Nakşîbendî bide; li avayîyên wî kontrolek bike da ku alawên teqemenîyê hene yan na. Ew yekser Şêx birîye ber darên sêpikê û wî îdam kirîye. Piştî îdamê, hemî avayîyên Şêx kontrol daye kirin, lê tu alaweke teqemenîyê nehatîye dîtin. Ev jî nîşan dide ku Padîşahê Osmanî, qîmetek nedaye wî Şêxî û berîya kontrolkirinê, di carek da wî rêdike dînya dî. Di esasê xwe da ew hewildana Padîşah, li dijê prensîbên Hukmê Bab-î Alî nebûye. Ji ber ku em pê dizanin hin padîşahan ewladên xwe, ango zarûkên birayên xwe kuştine jibo textê sultanîyê.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *