LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (II)

 

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (I)

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (II)

Zinar Soran

Di beşê yekem yê nivîsa xwe de, ez bi kurtayî li ser jiyana Seîd Elçî û hinek bûyerên bi wê pêvajoyê eleqedar re rawestiyam; berî ku ez dest bi pêwendîyên Seîd Elçî û Seîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) bikim, ez dixwazim bi kurtahî li ser jiyana Seîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan), çend bûyerên girîng yên ku bi vê pevajoyê eleqeder û hinek pêwendîyên Dr. Şivan yên berî çûna Başûrê Kurdistanê bi hinek kevnehevalên wî û KAKê re, rawestim.

7- SEÎD KIRMIZITOPRAK (DR. ŞIVAN) 

Seîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan) di sala 1935an de li gundê Cîvraka bajarokê Qişleyê (Nazmîyeyê) ya girêdayî bajarê Dêrsimê ye hatiye dinyayê. Gava serhildan û qetlîama Dersimê rûdaye, Seîd Kirmizitoprak zarokekî 3 salî ye û weke gelek malbatên kurd yên Dersimê, malbata wî jî ji vê qetlîamê, zilm û zordarîya dewleta Tirk bêpar nemaye. Di sala 1941an de ku Seîd 6 salî ye, bavê wî wefat dike û ew sêwî dimîne. Dîya wî jî teva du zarokên xwe, Seîd û xuşka wî Fadîmeyê bî dimîne û di sala 1942an de bi Bertal Tanriverdî re dizewice.

Di sala 1944an de li gundê Cîvrakê dibistana destpêkê tê avakirin û Seîd Kirmizitoprak di 9 salîya xwe de li vî gundî dest bi dibistanê dike. Di sala 1949an de dibistana seretayî diqedîne û li Dêrsimê diçe dibistana navîn. Xwendina xwe ya Lîseyê li bajarê Balikesîrê diqedîne. Di sala 1955an de ew dest bi Zanîngeha Bijîşkî ya Egeyê dike û dûre perwerdeya xwe li Zanîngeha Bijîşkî ya Stenbolê didomîne. Di warê xwendina xwe de, ew xwendekarekî gelekî jîr û jêhatî ye. Herweha ew di dema xwendina xwe ya zanîngehê de, bi taybetî di warên pirsên civakî û siyasî de jî bê helwest û tevger nemaye.

Di kanûna paşîn ya sala 1957an de, Seîd Kirmizitoprak teva hinek hevalên xwe yên xwendekar, şaxa Stenbolê ya “Tuncelî Kultur Dernegi” (Komeleya Çandê ya Dersimê) vedike û li Dersimê jî organa weşana vê komeleyê ya bi navê “Ceride-i Dersim” (Rojnameya Dêrsimê) rojnameyeke mehelî derdixîne. Seîd Kirmizitoprak di vê kovarê de dest bi nivîsandinê dike û piştre jî di kovar û rojnameyên wekî “Akis”, “Forum”, “Vatan”, “Yön”, “Dicle – Firat”, “Sosyal Adalet” û “Milliyet”ê de nivîsan dinivîsîne.

  • Doza 49an û Seîd Kirmizitoprak

Weke min di beşê yekem yê nivîsa xwe de diyar kiribû ku “Mehkema Sulh Cezayê ya yekem ya Ankarayê” di tarîxa 16ê çileya pêşîn ya 1959an de biryara girtina 50 xwendekar, rewşenbîr û welatparêzên kurdan digre. Li ser vê biryarê hêzên dewletê, di 17ê çileya pêşîn ya 1959an de dest bi girtina 50 rewşenbîr, welatparêz û xwendekarên kurdan dike û wan dixin hucreyên zîndana Harbîye ya Stenbolê. Gava ev operasyon dest pê dike, Seîd Kirmizitoprak xwendekarê fakulteya tibîyê ye. Di nav van 50 kesên girtîyên kurdan de Seîd Elçî û Seîd Kirmizitprak jî hene.

Di wê demê de, di nav girtîyên kurdan yên doza 49an de du meyl û tendensên siyasî hebûn. Beşekî ji wan xwe çep û sosyalîst didîtin, beşekî jî xwe neteweperwer, ango bi termînolojîya wê demê ”miliyetçî” didîtin. Seîd Kirmizitoprak, xwe ji meyla sosyalîst û çepgir, Seîd Elçî jî xwe ji meyla ”milîyetçî” didit. Loma jî ”stêrkên” herdu Seîdan zêde li hevûdu nedikirin. Lê dewletê tu ferq û cudayî nedixist nav çep û rastên kurdan û kesek ji wan ji zilm, zordarî û îşkenceya hovane ya dewlêtê bêpar nediman.

Canîp Yildirim ku yek ji girtîyên doza 49an bû, li ser dubendîya di nav rewşênbîr, welatparêz û xwendekarên kurdan yên di zîndanê de bûn û pêwendîyên nav herdu Seîdan weha dibêje:

”Em li wê derê bûn du beş. Kurdperwerên çep û kurdperwerên rast. Di nava kurdperwerên rast de, mala minê Seîd Elçîyê me hebû. Seîd Kirmizitoprak gelek caran dilê wî dihîşt. Di zîndana Sogukkuyuyê de, rojekê em li dora sobeyê xwe germ dikin. Demsal zivistan e. Em ji danişîna mehakemeyê hatine.   Hakim ji wî pirsî; `kiliyên te bi Seîd Elçî re çi ne?` Zîya jî got ku `ji Bîngolê hatibû, nexweş bû, gava hat cem min, ez pêre eleqeder bûm; hevaltîya min bi wî re tune ye`… Em ji mahakemeyê vegerîyan, Seîd Kirmizitoprak berê xwe da Seîd Elçî û jê re got; tu çi mirovekî bê şexsîyet î; `tu dibêjî ew hevalê min e; ez diherim yazîxaneya wî, em sohbet dikin,` ew dibêje; `ez wî nasnakim`…” .[1]

Musa Anter jî di pirtûka xwe ya bi navê ”Bîranînên Min” de, li ser vê rewşê radiweste û weha dibêje:

“Di Herbîyeyê de, di nav me de dubendîyek ku koka wê ji kevn dihat, dest pê kir. Bêguman ev dubendî ne milî bû, politîk û îdolojîk bû. Beşek ji me rast û beşek jî çep bûn. Serkêşîya baskê rastan Ziya Şerefhanoglu dikişand û bi hejmar ji çepan hindiktir bûn. Kesên ku di hişê min de mane ev in; Şehabedîn Septîoglu, Mehmed Elî Dînler, Ebdurahman Efe, Elî Karahan, Seîd Elçî, Selim Kiliçoglu, Haydar Aksu, A. Efem Dalak bûn. Yên çep jî Cezmî Balkaş, Halis Yokuş, Nazmî Balkaş, Îsmet Balkaş, Mehmed Aydemir, Okeş Karadag, Fevzî Avşar, Canîb Yildirim, Seîd Kirmizitoprak, Nacî Kutlay, Medet Serhat, Yaşar Kaya, Esat Cemîloglu, Necatî Siyahkan, Orfî Akkoyunlu, Nuredîn Yilmaz, Hesen Akkuş, Faîq Savaş, H. Oguz Uçok, Xelîl Demirel, Muhsîn Şavata, Şewket Turan, Yavuz Çamlibel, Yusuf Kaçar, Ziya Acar, Fadil Budak û ez”.[2]

Di dema Seîd Kirmizitoprak li girtîgeha Herbîyeyê girtî ye, bi Îsmet Ozevcek re destgirtî dibe. Piştî darbeya 27ê gulana 1960î bi çend mehan, di adara sala 1961ê de ew jî teva girtiyên din yên kurdan tahlîye dibe. Di dema ew girtî ye, dikeve îmtehanên xwe û di sala 1962an de ji Fakulteya Bijîşkîyê ya Zanîngeha Stenbolê mezûn dibe. Pêşî li Gudul û Gemerekê tabîbiya Hukûmetê û li Yunakê jî sertabîbiya nexweşxaneya Yunakê dike. Piştî demekê bi awakî serbest karê bijîşkîyê dike û bi dû re jî dihere eskerîyê û weke serbazê suxme (yedek Subay) eskerîya xwe temam dike.

Di vê navbênê de, Doza 49an bi dawî dibe. Di encama dadgehê de, cezayê qedexekirina ji mafên gelemperî” û li bajarê îspartayê jî “hiştina di bin çavdêrêya giştî de” li Seîd Kirmizitoprak tê birîn. Gava Seîd Kirmizitoprak û Şewket Turan di dawîya sala 1967an de ji bo cezaya sirgûnê li Îspartayê ne, nijadperestên tirkan li dîjî wan kampanyake mezin dest pê dikin û di rojnameyek mehelî ya bi navê ”Yeni İnkilap”ê de bi rojan li ser wan bi awakî bêrûmet û dijminatî rêzenivîsekê diweşîne. Ew naxwazin ku ”herdu kurdperesn ku li dijî yekitîya Tirkîyeyê û hesn milî yên tirkan ceza xwarine” li Îspartayê ceza xwe ya sirgûnê derbas bikin. Li ser vê kampanyaya nijadperestîyê Dr. Seîd Kirmizitoprak daxuyanîyekê belav dike. Ev beyan nijadperestên tirkan bêtir har û hovtir dike û ew dixwazin ku xelkê Îspartayê li hemberî van herdu ”kurdperestan” rakin ser lingan. Herweha, 5 avuqat ji Îsparatayê û 4 avuqat jî ji Burdurê amadakarîyê dikin ku Dr. Seîd Kirmizitoprak û Şewket Turan bidin mahkemeyê.

Ji bo gelek rewşenbîr, welatparêz û xwendekarên kurdan bûyera 49an di warên ramanên siyasî û awayê xebata siyasî de qonaxeke gelek girîng û taybetî ye. Di pêvajoya bûyera 49an de, di warê nasnameya neteweyî, awayê xebata siyasî û rêxistinî de, di nav girtîyên kurdan de gotûbêjek berfireh dest pê dike. Beşê meyla rast û neteweperwer Seîd Elçî, Zîya Şerfhanoglu û derdora wan avakirina rêxistinek serbixwe ya kurdan diparêzin; lê beşê çepgir û sosyalîstên kurdan jî xebata di nav çep û sosyalîstên tirkan de diparêzin.

7.2 Guherandinên di warê ramanên siyasî û xebata rêxistinî de

Gava mirov li nivîs û xebatên siysasî yên Seîd Kirmizitoprak dinere, mirov di warê bîr û bawerîyên wî yên siyasî de du qonaxên balkêş dibîne. Di destpêkê de, pêwendîyên wî bi tevgera çepên tirkan re heye û ji ber vê bandorê, ew CHP (Partîya Gel ya Cumhurîyetê) ”pêşverû”; DPyê (Partîya Demokrat) jî paşverû û kevneperest dibîne. Herweha, di bin tesîr û bandora çepên tirkan de, ew dest pê dike bîr û bawerîyên çepgirî û sosyalîstî diparêze. Rizgarîya Tirkiye û ”Rojhilatê” di sosyalîzmê de dibîne. Ji bo parastina maf û azadîya miletan, pêkanîna desthilatdarîyek demokratîk diparêze.

Piştî darbeya 27ê gulana 1960î, di 26ê çirîya pêşîn ya 1960î de efûya giştî tê îlan kirin û zîndan tên valakirin; lê girtîyên siyasî yên kurdan nayên berdan,”zîndan li ser hesabên xwendekar, welatparêz û rewşenbîrên kurdan dimîne”. Piştî çend mehan, di adara 1961ê de girtîyên doza 49an jî têne berdan, lê doza 49an berdewam dike. Di vê dozê de, Seîd Kirmizitoprak, Seîd Elçî û gelek kesên din li gorî xala 142an ya ”Qanûna Cezayê ya Tirk” tên mahkûm kirin û herweha cezayên ”qedexekirana ji mafên gelemperî” û ”cezayê surgûnê û çavdêrîyê” li wan têne birîn. Li gorî wê biryara mahkemeyê, Dr. Seîd Kirmizitoprak û Şewket Turan sirgûnî bajarê Îspartayê dikin û ew li wê derê di bin ”çavdêrîya giştî” ya dewletê de dimînin.  Riyên xebata siyasî û rêxistinî ya eşkere û ”qanûnî” ji Seîd Kirmiztoprak re namîne. Ew dikeve nav lêgerînek nû; li ser tevgerên neteweyî û rizgarîxwaz yên gelên bindest hûr dibe û tevgera Başûrê Kurdistanê jî tesîrek taybetî li ser wî dike. Di vê qonaxê de, bîr û bawerîya pêwîstîya rexistinek serbixwe ya kurdî, mafê azadîya miletê Kurd û pêwîstiya xebat û têkoşîneke çekdarî bi wî re xurt dibe.

Selahadîn Alî Arikan jî guherandinên di warê nerîn û bawerîyên Seîd Kirmizitoprak de, di du qonaxan de dicivîne. Ew, nivîsa Dr. Seîd Kirmizitoprak ya ”Bersîva Ziya Selişik” ku di 13 çirîya paşîn ya 1964an de di kovara ”Yön”ê de hatiye weşandin, weke dawîya qonaxa yekem ya Seîd Kirmizitoprak qebûl dike û weha didomîne:
”Di nav salên 1965 û 1967an de, em tu nivîsên wî nabînin. Teva ku ev dem weke demek bêdeng ya wî xuyanî dike, lê ev ne weha ye. Ev dem ji bo Dr. Seîd dema guherandin û xweguherandinê ye. Di vê demê de, ew çend berheman dinivîsîne. Kitêbek wî `Pirsa miletên serdest û bindest` e. Kitêbek wî ya din `Memo Qol` e ku romanek li ser şervanekî dêrsimî yê bi destekî ye. Kitêbek wî ya din jî `Tevgerên Milî yên Kurdan û Şoreşa Kurdistanê li Iraqê` ye… Qonaxa duyem ya
koşîna siyasî ya Dr. Seîd, dema navbêna 1965 û 1971ê ye û ev qonaxa Dr. Seîd ya têkoşîna kurdî ye. Ew êdî xwedîyê bîr û bawerîyên cihê ye û bi van bîr û bawerîyan ji bo têkoşînê dilezîne”.[3]

Feqî Husên gava bahsa jiyana Dr. Seîd Kirmiztoprak dike, li ser hewldana ku wî bike endamê PDKTyê û helwesta wî ya li hemberî partîyên girseyî weha dinivîse:
”Dihat îdîa kirin ku Kirmizitoprak, endamê PDKTyê, ya serokê wê Faîq Bucak e. Lê di rastîyê de, ew ne endamê vê partîyê bû. Ji bo bibe endamê partîyê, min gelek zext lê dikir. Kirmizitoprak ji partîyan bawer nedikir. Li gorî wî; berî partîyê divê hêzeke pêşeng ya şerker bê amade kirin. Wî bawer dikir ku bê avakirina rêxistinek şer, bawerîya ku wê pirs bê çareser kirin, xeyal e. Ew bi awayê koşîna Che Guevara re bû. Jixwe tu carî wî sempatîya xwe ya li hemberî Che Guevare venedişart”.[4]

Reşo Zilan jî di vî warî de diyar dike ku ”di sohbetên me yên bi Dr. Şivan re, wî digot ku di destpêkê de partîyek siyasî ne pêwîst e. Rêxistinek pêşeng ku xwedîyê hêzek çekdar dikare dest bi şoreşê bike û di nav pêvajoyê de dikare partîyek siyasî û gireseyî bihê avakirin. Lê tecrûbe û zanebûna me yên wê demê ne zêde bû, me ev bîr û bawerêya Dr. Şivan bi zelalî fêm nedikir”.[5]

Seîd Kirmizitoprak di wê bawerîyê de ye ku êdî bê rexistinek serbixwe, şoreşger û tevgerek çekdarî li Bakurê Kurdistanê xebat û têkoşîna ji bo bidestxistina mafên neteweyî û demokratîk bi ser nakeve. Lê ji bo gavek weha, ew rewş û mercên Bakurê Kurdistanê munasib û guncav nabîne. Loma jî li ser herêma şoreşa Kurdistana Iraqê radiweste. Armanca wî ew e ku komek însan îqna bike û derbasî Kurdistana Iraqê bibin. Li wê derê, ew ji alîyekî alîkarîya Şoreşê bikin û ji alîyê din jî xwe di warên siyasî, rêxistinî, pêwendîyên bi xelkê û leşkerî de perwede bikin. Herweha gava amadekarîya xwe ya rêxistinî û çekdarî temam bikin û şert û merc bistewin, ew dê li Bakurê Kurdistanê dest bi tevgerek çekdarî bikin.

Gava ev bîr û bawerî di serê Dr. Seîd Kirmizitoprak de cih digre û dicemide; ji bo peydakirina kesan û pêkanîna komek weha, ew dest bi pêwendîyên bi rewşenbîr û xwendekarên kurdan dike. Di vê çarçeweyê de, ew Kemal Burkay, Ehmed Aras, Nazîf Kalelî, Mehmed Elî Adiguzel, Îsmaîl Beşikçî û Mehmed Elî Aslan, Nacî Kutlay, Dr. Tarik Ziya Ekincî, Canîb Yildirim û çend kesên din dibîne.

Lê ji van hevdîtinan diyar dibe ku Seîd Kirmiztoprak û kevnehevalên wî yên çepgir û sosyalîst yên bûyera 49an, li ser nerînên siyasî, awayên xebatê û bîr û bawerîya rêxistineke serbixwe ya kurdî  de weke hevdû nafikirin û di van waran de gelekî ji hevdû dûr in. Seîd Kirmizitoprak ji bo “Projeya Başûrê Kurdistanê” li derîyên kevnehevalên xwe yên li jor navên wan derbas dibe dixe, lê destvala vedigere.[6]

8- PÊWENDÎYÊN DR. ŞIVAN Û SEÎD ELÇÎ

Pêwendîyên Seîd Kirmizitoprak û Seîd Elçî, di dema operasyon û doza 49an de dest pê dike. Ji ber bîr û bawerîyên wan yên siyasî, pêwendîyên wan di zîndanê de ne germ in. Lê weha xuya dike ku pêwendîyên herdu Seîdan piştî ji doza 49an jî berdewam dike.Piştî şehîdkirina serokê PDKT Av. Faîq Bucak, Seîd Elçî ji bo sersaxîyê Seîd Kirmizitoprak dibe cem xanima Av. Faîq Bucak Aîşe xanimê.

Di operasyona 1968an de, PDKTyê derbeyek mezin dixwe. Weke me li jor jî bi kurtayî behs kir; gelek endamên ji herêmên cihê, sekreterê Partîyê Seîd Elçî, endamên damezrîner, Şakir Epozdemir, Emer Turhan û Derwêşê Sado hatin girtin. Ji endamên damezrîner tenê Şerafedîn Elçî nayê girtin. Di dema ev operasyonê dest pê dike, ew li eskerîyê ye. Destûr, mohr û ewraqên Partîyê dikeve desthên dewletê. PDKT deşîfre dibe; sekreterê Partîyê Seîd Elçî ji vê rewşê aciz dibe û hêvîya wî ya ku bi vê grûpê re xebata rêxistinî bidomîne gelekî jar û qels dibe. Loma jî daxwaza Şakir Epozdemir ya ji bo berevanîyeke siyasî ya hevbeş, napejirêne. Di wê navbênê de pêwendiyên Seîd Elçî û Seîd Kirmizitoprak jî bi navbênkarîya Feqî Husên, her ku diçe geştir dibe.

Seîd Kirmizitoprak, di wê demê de, ji bo damezrandina rêxistinek kurdî di nav lêgerînekê de ye. Bi rêya Feqî Husên têkiliyê bi Seîd Elçî re datîne. Ji xwe ji doza 49an jî ew û Seîd Elçî hevûdu nas dikin.  Dr. Şivan weke guhdar beşdarî rûniştina pêşîn ya mahkemeya doza PDKTyê ya li Antalyayê dibe û piştî rûniştinên mahkemeyan bi Seîd Elçê re li ser “projeya xwe ya perwerde û amadekirina kadiran li Başûrê Kurdistanê û avakirina rêxistinek hevbeş, nûjen û fireh” dipeyivin û gotûbêjan dikin.

Li gor aghadarîyên Şakir Epozdemir yên di derheqê taybetmendîyeke Seîd Elçî û pêwendiyên wî bi Dr. Şivan dide; Seîd Eçî her gav weke zilamê duyem yê kadirê serokatîyê li xwe nerîye. Loma jî gava Faîq Bucak ji bo beşdarêya nav Partîyê hate îqna kirin, wî di cih de cihê xwe da Faîq Bucak. Piştî Faîq Bucak hate kuştin jî ew li yekî ku bikaribe vê wezîfeyê bi cih bîne gerîya, pêwendî bi çend xwenda, rewşenbîr û welatparêzên kurdan re danî, lê wan kesan xwe nedane ber wezîfeyek weha.  Seîd Elçî mirovekî nevsbiçûk bû û armancek wî ya ji bo bibe zilamê yekem tu carî tunebû.

Dr. Şivan bi piştgirêya Feqî Husên, di hepsa Antalyayê de pêwendîyan bi Seîd Elçî re datîne. Feqî Husên, qasidê pêwendîyên nav Seîd Elçi û Dr. Şivan e. Pêwendîyên nav herdu Seîdan yên di dema Mehkemeya Antalyayê de, bi rêya Feqî Husên hatiye birêvebirin.

Li vê derê, divê ez rewşa Feqî Husên ya wê demê ya nav PDKT de zelal bikim. Feqî Husên û Seracedîn Unlu berî operasyona 1968an ji aliyê Koma Navkom ya PDKTyê ve weke endamê Koma Navkom hatibûn hilbijartin. Lê ji ber di wê navbênê de, operasyona 1968an dest pê kiribû, ew biryara ji Seracedîn re nehate gotin û nekete jiyanê. Lê biryara Feqî Husên, di dema Mehkemeya Antalyayê de jê re tê gotin. Ango, di dema Feqî Husên dibe qasidê pêwêndiyên nav Dr. Şivan û Seîd Elçî, êdî ew endamê Koma Navkom ya PDKT ye.

Di 27ê îlona 1968an de, Dr. Şivan teva Feqî Husên ji Îspartayê tên û beşdarî daneşîna pêşîn ya mehkemeya Antalyayê ya PDKTyê dibin. Ji xwe Feqî Husên jî yek ji wan kesên ku ne bi awakî girtî ji doza PDKTyê dihate mehkeme kirin. Di vê celseyê de, 6 kesên girtî yên ji vê dozê dihatin darizandin, tahlîye dibin û 5 kes girtî dimînin. Piştî rûniştina mehkemeyê, Dr. Şivan di hepsê de jî tê ziyareta Seîd Elçî û hevûdu dibînin. Bi dû re,Seîd Elçî gazî Derwêş, Şakir, Emer û Şefîk Îssî dike. Dr. Şivan wan muayene dike. Piştî wê, Dr. Şivan çend carên din Seîd Elçî ziyaret dike. Carna ew bi tenê û carna jî teva Feqî Husên li hepsa Antalyayê Saîd Elçî ziyaret dike û li ser vê projeyê hûr dibin. Di derheqê hevdîtinên nav herdu Seîdan de Şakir Epozdemir weha dibêje:

“Li vir pirsek tê bîra meriv. Gelo çawa Dr. Şivan û Seîd Elçî tim li îdareye hepsê dihatin cem hev û xebera me jê çênebû? … Seîd Elçî, çaxê taştê dihate cem me; me xwarina nîvro jî bi hev re dixwar û dûre diçû îdareyê. Ji me re digot ku `Midûr ji min rica dike ku ez mihasebeya wan durust bikim`. Bi vî awayî wî ji alîyekî mihesebeya hepsê durust dikir û dosyayên me yên mehkemeyê di ber çavan re derbas dikir; ji alîyê din jî gava Dr. Şivan bi tenê dihat, ya jî di her rûniştina mehkemeyê de, ew û Feqî bi hev re dihatin, hevûdu li wê derê didîtin, gotûbêj dikirin û li ser çûna Kurdistana Iraqê fikrên xwe dikirin yek. Loma jî dikarîbûn bi rehetî girêdanên xwe bi hev re bikin.

Di van 13 mehên ku em di hepsê de man, rahmetîyê Saîd Elçî bi me re tiştek neşêwirî û nenîrxand. Seîd Elçî berî ku têkilîyan bi Dr. Şivan re deyne jî wî bi behaneyan xwe ji me dûr dikir. Piştî têkilîyên wî bi Dr. Şivan re çêbû, rasterast ji me re digot ku `ez ji vê hepsê derkevim, ez bi çar şivanan re bixebitim, ez bi we re naxebitim`. Saîd Elçî ji berê de dixwest ku xwe bighîne rewşenbîrên kurdan û bi taybetî jî ciwanên zanîngehan. Loma jî Seîd Elçî teklîfa Dr. Şivan balkêş dibîne û dipejirîne…”.[7]

Rojnamevan Cemal Yilmaz jî di hevpeyvîna xwe ya bi Şakir Epozdemir re, li ser vê meseleyê radiweste û ji wî dipirse. ”Gelo ji bo çi Seîd Elçî pêşneyara te ya ji bo beravanîyek hevbeş qebûl nekir?” Li ser vê pirsê Şakir Epozdemir weha dibêje:

”Pirseke zor e. Xwezî te bikarîba ev pirs ji kekê Seîd bipirsîya. Çend sebebên vêya hene; lê ya herî girîng, bi serê xwe lihevkirina Seîd bi Dr. Şivan re bû. Li gor bawerêya min piştî Seîd Elçî bi Dr. Şivan re li hev kir, wî em ji programa xwe derxist û gotin di cîh de be, Seîd Elçî kete xefika Dr. Şivan. Ew dê êdî bi kadirên nû û bi awayên modern bixebitîya. Gava min pêşniyara `berevaniya hevbeş` ji wî re anî, wî got ku `ez bi kesekî re berevaniyek hevbeş` nakim. Li ser misogerîya min, ji min re got ku `ev mesele ne li mahkemeyan û bi berevanîyan, li serê çiyayên bilind yên Kurdistanê çareser dibe`. Roja em dê herin daneşîna Cezayê Giran ya mahkemeyê min ji wî re got `kekê Seîd tu hinekî me perwerde bikî wê baş be, li hemberî mahkemeyê em helwestek çawa deynin, em pirsê çawa biparêzin?` Rahmetî got ku `ez şîreta li kesekî nakim, kî çawa dixwaze, bila weha îfadeya xwe bide` û bi vî awayî ew daxwaza min ya masûmane paşde vegerand …
Piştî Seîd bi Şivan re li hev kir, yek armanca wî hebû; ew jî demek berî demekê ji hepsê xelas bibe. Mirov vê rastiyê dikare ji berevanîyên wî yên pêşîn bibîne…”. Gava min behsa xebatên Partîyê jî dikir, ji min re digot `ez ji vê derê rizgar bibim û çar şivanan bibînim, ez dê bi wan şivanan re bixebitim, lê bi we re naxebitim`. Wî Dr. Şivan dîtibû û êdî dev ji me berdabû”.[8]

Di hevdîtinên Antalyayê de, Dr. Şivan û Seîd Elçî li ser “rêxistineke nû, nûjen, hevbeş, fireh, demokratîk, ne tundrew; li hemberî serokeşîrên kurdan tehemulkar û wan neke dijminê xwe li hev dikin.[9] Her weha ew li hev dikin ku vê projeyê gelekî teng û bi dizî bigrin. Loma jî Seîd Elçî heta demek dirêj vê meseleyê ji hevalên xwe yên bepirsiyar re dahî nabêje.  Amadekarîya vê projeyê di nav sê kesan de; Seîd Elçî, Dr. Şivan û Feqî Husên tê birêvebirin. Piştî Seîd Elçî û hevalên xwe di 25ê sibata 1969an de têne tahliye kirin, Şakir Epozdemir daxwaza xebata rêxistinî ya Partîyê dike. Wê gavê Feqî Husên meseleya projeya Başûrê Kurdistanê ji Şakir Epozdemir re weha dibêje:

”Em ê Doktor û birek hevalan bişînin Başûr, me hemî îmkan hazir kirine, em vê pir bi xef bi rê ve dibin, me divê ku bê qeza û bela em wan derbas bikin. Armanca me ev e ku em kadro û profesyonelan li wê derê bidin perwerde kirin; ev kadro vegerin nava tabanê partîya me, partî û tenzîma Partîyê xurt bikin”.[10]

Di destpêkê de, Dr. Şivan û Seîd Elçî xwestine ku ji bo vê projeyê grupeke li derdora 30 – 40 kesî bişînin Başûrê Kurdistanê. Agahdarîya grûpek ji gelek kesan wê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, di îfadeya Nazmî Balkaş (Soro) ya polîs de jî heye. Soro yek ji wan kesan e ku di nav vê grûpa pêşîn de çûye Başûr. Soro gava Dr. Şivan dibîne û li ser vê projeyê dipeyive, ji Dr. Şivan dipirse bê wê kî derbasî Başûr bibin. Dr. Şivan naxwaze navan bibêje, lê dibeje ku kesên werin gelek in û tu gelekan ji wan nas dikî.[11] Di hevdîtina Dr. Şivan û Reşo Zîlan ya di dawîya sala 1968an de jî gava Dr. Şivan behsa vê projeyê dike, behsa amadekirina 30 – 40 kesan dike.[12]

Şakir Epozdemir jî di hevpeyvîneke xwe de li ser vê meseleyê weha dibêje:

”Wê grûpeke ji 30 kesan biçûna Kurdistana Başûr. Ji vana bi kêmanî wê 20 kes ji Pariyê (PDKT) bûna. Yên ji Partîyê, wê Husên Sagniç hilbijarta. Dr. Şivan jî wê kontenjanek ji 10 kesan amade bikira. Dr. Şivan, bi bingehê PDKTyê re bi zimanekî û bi rewşenbîrên kurdên li metrepolê bi zimanekî din dipeyivî”.[13]

Lê Reşo Zilan dibêje ku “gava wan û Dr. Şivan hevûdu dîtine, Dr. Şivan ji wan re behs nekirîye ku ”wê ji bona çûna Başûr 20 kes ji hevalên PDKTyê û 10 kes ji alîyê wê bê tespîtkirin û herweha bazarek weha bi KAKê re nehatîye kirin. Pêşî niyet ew bû ku grûpek li derdora 30 kesî bê amade kirin, lê dûvre bawerîyek hate holê ku hejmarek weha bi carekê ji welêt derkeve wê bala dewletê bikşîne. Ya baş ew ku di destpêkê de grûpek biçûk here Başûr û dûre li gor rewşa wê derê, kesên din werin.[14]

Ji agahdarêyên Şakir Epozdemir yên li jor diyar dibe ku berpirsiyarên PDKTyê yên din ku ji aliyê Feqî Husên ve dihatin agahdar kirin, bi awakî din li vê meseleyê dinerîn. Li gorî agahdarîyên Feqî Husên dide berpirsiyarên PDKT, ew bawer dikin ku ”Partî wê Dr. Şivan û birek hevalan bişîne Başûr da ku kadroyên profesyonel li wê derê perwerde bikin. Bi dû re, wê ew kadro vegerin nav bingehê Partiya wan û wê Partî û tenzîma Partîyê xurt bikin”. Weha xuya dibe ku Feqî Husên, di warê agahdarêyan de, ji hevalên xwe yên PDKT re tiştekî dibêje û ji Dr. Şivan re tiştekî din dibêje.

8-PÊWENDÎYÊN DR. ŞIVAN BI KOMA AZADÎYA KURDISTANÊ (KAK) RE

Yek ji rêxistinên ku beşdarî nav “projeya Başûrê Kurdistanê ya ji bo avakirina partiyek hevbeş û fireh” bûye, Koma Azadîya Kurdistanê (KAK) ye. Loma bi kurtayî be jî ez dixwazim hinekî behsa vê rêxistinê bikim.

Di payiza 1966an de, çend xwendekarên kurd yên ku li metrepolên Tirkîyeyê dixwandin, li ser pêwîstî û nepêwîstiya rêxistineke serbixwe ya kurdî dest bi gotûbêjan dikin. Di encamên wan gotûbêjan de, ew weke prensîpî digihêjin wê bawerîyê ku pêwîstî bi rêxistineke serbixwe ya kurdî heye û dixwazin rêxistineke weha ava bikin. Heft kes dest bi hewldan û hazirîya vê xebatê dikin. Lê ew di warê ”rêxistin, destûr û programeke çawa?” de ne xwedî tecrûbe û zelal in.

Ev xebat û hewldan, heta serê sala 1967an hatiye temam kirin û “Koma Azadiya Kurdistan”ê (KAK) ji aliyê Mesûd Uysal, Ahmed Kotan (Reşo Zîlan), Hîkmet Buluttekîn (Çeko), Elî Beyköylu, M. Elî Dînler, M. Sirac Bilgîn û Mûsa Çadircî ve li Ankarayê hatiye damezrandin.  Piştî demeke kurt, Sîrac ji ber hinek sedemên dîsîplînî, ji rêxistîne tê bi dûr xistin û ew êdî ji bo civînên KAKê nayê gazî kirin.[15]

Di destpêka pêşgotina destûrê KAKê de, bi kurtayî li ser rewşa dîrokî, civakî, zîhnîyet û bîr û bawerêya eşîrî hatiye rawestandin. Di ”Destûra Bingehîn ya Koma Azadîya Kurdistanê” de, armanca vê rêxistinê weha hatiye diyar kirin:
”Miletê Kurd ji bo şerekî rizgarîxwazîyê amade bike, ji bo serbixwebûna Kurdistanê şer bike û li ser erdê Kurdistanê, Kurdistaneke serbixwe, sosyal û demokratîk ava bike”.[16]

KAKê, zêdetir di nava xwendekarên Kurd yên li Ankara û Stenbolê hinek komikên xwe yên rêxistinî ava kiribûn. Li Kurdistanê, bi rêya hinek kesên ku ji bajarên Kurdistanê dihatin, ji aliyên endamên KAKê ve dihatin naskirin û bawerî bi wan dihate kirin, têkilî dihate danîn. Di vê çarçeweyê de, têkilî bi hinek kesan re hebûn, hinek kes jî weke bendewarên rêxistinê dihatin dîtin. Teva ku hinek endamên KAKê, li hinek bajarên Kurdistanê hebûn jî, lê komikên rêxistinê li navçeyên Kurdistanê hê nehatibûn ava kirin.

Li gel hinek xebatên siyasî û rêxistinî yên KAKê, divê mirov bi taybetî li ser rola KAKê ya di organîzekirina belavoka ”Kî kê diqewirîne fermo meydanê”, amadekirina ”Mitîngên 1967an” û xebat û hewldana ji bo damezrandina DDKOyê raweste. Li gorî agahdariyên hinek hevalên KAKê didin; di damezrandina ”Komeleyên Çanda Şoreşgerî yên Rojhila (Devrimci Dogu Kultur Ocaklari – DDKO) ya Ankarê de roleke girîng û taybetî ya hevalbendên KAKê çêbûye. Çar berpirsiyar û endamên KAKê Reşo Zilan, Hîkmet Buluttekîn (Çeko), Elî Beykoylu û Kemal Cengîz weke endamên damezrîner di avakirina DDKO ya Ankarayê de cih digrin.[17]

Bîr û bawerîya avakirina bingeheke siyasî û leşkerî li Başûrê Kurdistanê û damezrandina partîyekê, berî hevdîtin û lihevhatina Seîd Elçî, di serê Dr. Şivan de hebû. Lê piştî ew û Seîd Elçî li ser avakirina “rêxistineke hevbeş û fireh” li hev dikin, êdî ew dest bi tespîta amadekarîya kesan dike. Li ser pêşnîyar û tawsîya Ziya Acar, Dr. Şivan û Reşo Zîlan di dawîya sala 1968an de li Ankarayê li mala hemşehrîyekî Dr. Şivan hevûdu dibînin. Li wir zêde napeyivin, piştî wê bi rojekê, li derve dîsa hevûdu dibînin. Doktor ji Reşo Zîlan re dibêje ku ji bo Ziya Acar weke referens bahsa te kiriye, ez dê zêde wext nekujim û rasterast têkevim meseleyê. Doktor pêşî dûr û dirêj behsa tevgerên rizgarîxwaz yên dinyê û rewşa tevgera miletê Kurd dike. Piştî wê jî behsa “Projeya Kurdistana Iraqê” dike:

“Weke hûn dizanin Seîd Elçî û hevalên wî hatine girtin. PDKT deşîfre bûye. Min Seîd Elçî dît û min li ser mesela tevgera miletê Kurd bi wî re munaqeşe kir. Min ji Seîd Elçî re got ku `hereketa kurd weha nabe. Jê re partiyeke nû pêwîst e; partiyek bi aqilekî nû, bi program û stratejîyeke nû divê; partiyeke fireh ku her kurdek bikaribe bibe endam û tê de bixebite lazim e…

`Tevgera miletê Kurd ancax bi rêya xebateke çekdarî çareser dibe. Pêwîstî bi hêzeke leşkerî heye. Ev jî bi xebatek dûr û dirêj û bi amadekirina kadroyên nû yên leşkerî û siyasî mumkun e.

Ji bo pêkanîna vê projeyê û amadekirina kadroyan, Kurdistana Iraqê cihê herî museîd û îdeal e. Divê em grûpek însanên xwe bibin wê derê. Ji hêlekê alîkarêya şoreşa Kurdistana Iraqê bikin û ji aliyê din jî xwe ji bo vê projeyê amade bikin. Divê kadroyên me di nav şer de hînî jiyana şer bibin.

`Seîd Elçî jî ev proje pir eciband û me li ser vê meseleyê li hev kiriye. Em ê bi rêya Seîd Elçî herin Kurdistana Iraqê û wê hevalên wî çûna me organîze bikin.

Em niha amadekarêya mirovên ku em dê bişînin Kurdistana Iraqê dikin. Em dixwazin li derdora 40-50 kesî amade bikin û bişînin. Ez dixwazim tu jî yek di nav wan kesan de bî….”.[18]

Li ser vê yekê, Reşo mecbûr dimîne ku behsa hebûna rêxistina ku ew jî di nav de ye, ”Koma Azadiya Kurdistanê” (KAK)ê bike. Reşo Zîlan ji Dr. Şivan re dibêje ku ”madem te bawerêya xwe bi min anî û te ev proje ji min re behs kir; teva ku ne pir rast û destûrî ye, ez jî bawerêya xwe bi te tînim û dixwazim tiştekî taybetî ji te re bibêjim. Ez endamê rêxistineke kurdî me û loma jî ez nikarim bi serê xwe û bê hevalên xwe biryarek weha bidim”. Li ser vê agahdarîyê Dr. Şivan hinekî şaşmayî dimîne û dixwaze hîn bibe ku bê ev rêxistin ji kê pêk hatiye û çawa hatîye avakirin. Lê Reşo ji Dr. Şivan re dibêje ku ”ew zêdeyê vî tiştî nikare agahdariyê bide. Ev rêxistineke kurdî û îlegal e û ez jî endamekî wê me”. Reşo behsa hinek xebatên KAKê dike ku yek ji wan jî organîzekirina belevoka “Kî kê diqewirîne, hodrî meydanê!” ye.

Li ser vê agahdariyê, Dr. Şivan ji Reşo re dibêje; “madem ku tiştekî weha heye, wê gavê tu bi hevalên xwe re bipeyive, hûn jî beşdarî nav vê xebat û projeyê bibin. Ji xwe em dixwzin bi aqilekî nû, bi program û stratejîyeke nû, partiyeke nû û fireh ku her kurdek bikaribe tê de bibe endam ava bikin…”. Dr. Şivan, dûre kitêbeke xwe ya li ser mesela tevgerên rizgarîxwazîya miletê bindest ku li ser kaxezên pelûr nivîsandiye dide Reşo Zilan. Ji Reşo dixweze ku ew vê kitêbê bixwîne û dûre bîr û rayên xwe yên li ser kitêbê ji wî re bibêje.

Reşo Zîlan, vê meselêyê ji hevalên xwe yên KAKê re dibêje û li ser gotûbêjan dikin. Yek ji endamên KAKê jî Av. M. Elî Dînler e. Ew Seîd Kirmizitoprak ji doza 49an nas dike. Ew behsa çepgirîya Dr. Şivan ya hişk û helwesta wî ya li hemberî kesên neteweperwer yên wek Ziya Şerefhanoglu û Seîd Elçî dike û di wî warî de hinek metirsiyên xwe dihîne zimên. Lê piştî ku Reşo Zîlan behsa agahdarîyên ku di sohbeta wan de derbasbûye dike; lihevhatina Dr. Şivan û Seîd Elçî, li ser vê projeyê dike û diyar dike ku Dr. Şivan di van waran de betir berfireh û bi xweşbînî difikire, dike. Li ser vê yekê, hemû berpirsiyarên KAKê êdî bi awakî pozitîf li vê projeyê dinerin û piştî gotûbêjên nav xwe vê projeyê qebûl dikin.

Piştî vê biryarê Reşo Zîlan dibêje ez ji bo vê projeyê diçim. Li ser vê, Çeko jî dibêje ez jî bi te re têm. Hevalên wan jî rizamendîya xwe ji bo çûna herduyan nîşan didin. Piştî vê biryarê, Reşo wê dîsa Dr. Şivan bibîne û vê biryarê jê re bibêje. Çeko dixwaze ew jî bi wî re here û Dr. Şivan bibîne. Herdu bi hevûdu re diherin Dr. Şivan dibînin û biryara KAKê ji wî re dibêjin.[19]

Di dema ku Seîd Elçî li Antalayayê, ji doza PDKTyê girtî ye û berî tahlîye bibe, mahkemeyek wî li Ankarayê heye. Ji bo îfadê wî bigirin, bi refeqîta cendirmeyekî wî dişînin Ankarayê. Gava Reşo û Elî Beykoylu ku herdu jî endamên KAKê bûn, vê yekê dibihîzin û ew jî weke guhdêr diherin vê mahkemeyê. Piştî mahkemeyê, ew bi Seîd Elçî re dipeyivin û dixwazin ku pê re sohbet bikin. Seîd Elçî jî dibêje ku weke hun dibînin, ez di bin emrê vî cendirmeyî de me. Eger hun bikaribin wî îqna bikin, em dikarin sohbetê bikin. Reşo û Elî Beykoylu, ji cendirme re dibêjin ku Seîd Elçî merivê wan e û ji xwe ji bona çûna Antalyayê wext dereng ketîye. Eger mumkun be, hun îşev li vir bimînin, em dê we îşev li otelekê bi cih bikin da ku em jî bikaribin wextekî bi vî merivê xwe re derbas bikin.

Weha diyar dibe ku di vê rêwîtiyê de Seîd Elçî, bawerî û tesîrek baş li ser vî cendirmeyî hiştîye ku ew vê yekê qebûl dike. Elî Beykoylu bi cendirme re dimîne, Reşo û Seîd Elçî jî diherin ”Gençlîk Parki” ya Ankarayê û li wê derê demek dirêj sohbet dikin. Di vê sohbetê de, piştî hinek gilî û gazinên li ser rewşa xebata siyasî, PDKTyê û têkilîyên bi xwendekarên zanîngehan, mijara projeye çûna Kurdistana Iraqê jî tê holê. Seîd Elçî dibêje ku wî û Dr. Seîd Kiziltoprak di vê derheqê de, bi her awayî li hev kirine. Gelek kêfa Seîd Elçî tê ku ji KAKê jî wê du kes di nav grûpa pêşîn de cih bigrin. Gotinên Seîd Elçî ji bo hevalên KAKê jî dibe sebebê piştrastîyekê û bawerîya wan ya ji bo vê projeya hevbeş xurttir bibe.

Piştî vê hevdîtinê, gava Reşo Dr. Şivan dibîne, behsa vê hevdîtinê dike û ew jî ji bo vê yekê keyfxweş dibe û dibêje ku baş bû we hevûdu dît û we sohbetek weha kir.[20]

Li ser biryara KAKê ya ji bo vê projeyê, ez bi kordînatorê KAKê Av. Mesûd Uysal jî re peyivîm. Wî got ku ”piştî me ev proje maqûl dît, me du hevalên xwe ji bo vî karî tespît kirin û me biryar da ku li gor rewşa vê projeyê heta biryarek din, em xebata KAKê bicemidînin”.[21]

Di derheqê KAKê û beşdarîya wan ya ji bo hewldana avakirina partîyek hevbeş û fireh de Hîkmet Buluttekîn (Çeko) jî weha dibêje:

”Me rêxistina Koma Azadîya Kurdistanê ji bo serxwebûna welatê me û azadîya gelê me damezrandibû. Zêdetir em di nav xwendekaran de çalak bûn û me ew motîfe dikirin. Ji xwe wê wezîfeya xwe anî cî. Îro em di nav hewldaneke hîn firehtir de ne ku Koma Azadî jî di nav de ye. Du endamên Azadî yên faal ku em rêvebirên wê bûn jî îro em li başûr in, bi fiilî têkilîyên me bi xwendekarên ciwan re nemane. Lê dê tarîx bi awakî behsa wê bike û dê nebêje tenê ew di nav xwendekaran de rolek lîstîye, herweha dê bibêje ew bûye yek ji avakarên partîyeka mezin jî”.[22]

Bi vî awayî, çerçewe û bingehê projeyê çûna nav Şoreşa Kurdistana Iraqê, hewldana ji bo perwerdeya kadirên siyasî û avakirina partiyek hevbeş û fireh hate danîn. Li gor vê çerçoweyê; wê Dr. Şivan hinek kes amade bikira, Feqî Husên ku ji aliyê Seîd Elçî ve ji bo vê projeyê hatibû destnîşankirin, wê ji nav PDKTyê hinek kes tespît bikira; ew kes wê li gel herdu endamên KAKê weke grûpa pêşîn bi rêya PDKT derbasî Kurdistana Iraqê, ango Başûrê Kurdistanê bibûna.

Ji aghadarîyên hinek berpirsiyarên PDKTyê diyar dibe ku di destpêkê de ji derveyî Seîd Elçî û Feqî Husên berpirsiyarên din yên PDKT haya wan ji vê projeyê tuneye. Seîd Elçî, li ser lihevhatina xwe û Dr. Şivan agahdarî nedaye hevalên xwe û tenê bi rêya Feqî Husên ev pêwendî meşandîye. Lê piştî haya berpirsiyarên PDKTyê ji vê meseleyê çêdibe, Feqî Husên, rastîya meseleyê revîze dike û ji hevalên xwe yên PDKTyê re dibêje ku ew kesên diherin Kurdistana Iraqê, wê li ser navê PDKTyê herin.[23]

Em ji rojnivîsên Nazmî Balkaç (Soro) dizanin ku Soro, di 23ê tebaxa 1969an de li Îspartayê Dr. Şivan dibîne û qebûl dike ku beşdarî nav vê projeyê bibe. Di 4ê îlona 1969an de, ew dihere Tatwanê Feqî Husên dibîne. Paşê vedigere û li Stenbolê ya “Yeşilköyê[24] Dr. Şivan dibîne, piştî wê jî di 26ê û 30 îlona 1969an de du caran Feqî Husên dibîne. Ji van kurte agahdarêyan diyar dibe ku berî derbasbûna Başûrê Kurdistanê, amadekarî û danûstendinek berfireh heye û serkêşîya vê amadekarîyê jî Dr. Şivan, Feqî Husên û Soro dikin.

9- GRÛPA PÊŞÎ DERBASÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DIBE

Li gor agahdarîyên Şakir Epozdemir û Mehmet Konuk dide; endamekî damezrîner yê PDKTyê, Emer Turhan jî di nav karê derbaskirina grûpa pêşî de, cih girtîye. Pêşî Dr. Şivan dihere Sêrtê cem Emer Turhan û demekê li cem wî dimîne. Lê di warê derbaskirina Dr. Şivan de, Emer Turhan sist û dudilî ye. Li ser vê yekê Seîd Elçî du qasidan dişîne cem Emer Turan û diwaze ku ew wan zû derbas bikin.  Ji xwe diyar e ku ji derveyî Seîd Elçî û Feqî Husên, dawîya mayî endamên Koma Navkom ya PDKTyê, li vê projeya Başûr û bi taybetî jî li çûna Dr. Şivan germ nenerîne.

Rojekê Medenîyê Mala Elîyê Ûnis, li ser dema amadekarêya derbasbûna vê grûpê, bîranînek xwe bi Şakir Epozdemir re par ve dike:

”Seîd Elçî, ez şandim Sêrtê cem Emer Turhan. Ev demek e ku Dr. Şivan li cem Emer e. Emer, wê wan bi rêya hevalên Partîyê yên Erûh û Şirnaxê derbasî Başûr bikin. Lê xuya ye ku Emer meseleya derbaskirinê bi derengî dixîne û li çûna Dr. Şivan germ nanere. Seîd Elçî ji vê derengîyê aciz dibe. Gava Medenî dihere cem Emer, ew wî xewle dike û jê re dibêje: ”Eger tu ji min bipirsî, ez bawer nakim ku Doktor karekî bi rêk û pêk bike. Ez baweriyê bi wî naînim. Lê çi bikim; `emir demir dibire`. Hevalan weha munasib dîtine”.[25]

Berî grûpa pêşî derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, di hevdîtinek Dr. Şivan û Reşo de, Doktor ji derengmayîna derbasbûna grupa pêşî gazinan dike û ji Reşo dipirse; ”Gelo derfet û îmkanek heye ku em têkilîyê bi Kamûran Bedirxan re dînin û bi referansa wî derbasî Başûr bibin?”. Di wê demê de, Kamûran Bedirxan li Parîsê dimîne û nûnerê şoreşa Kurdistana Iraqê ye. Kendal Nezan jî di wê qanê de li Turkiyeyê ye, Reşo Zilan wî dibîne û vê meseleyê ji wî re vedike. Kendal li çûna wan germ nanere, lê Reşo ji wî re dibêje; ”gelo tu dikarî ji Kamûran Bedirxan bipirsî, bê ji bo çûna wan ya Başur ew dikare bibe referans?” Reşo û Kendal, di nav xwe de şîfreyekê tespît dikin ku bersîv bi wî awayî bê şandin. Piştî demekê, Kendal Nezan, qertek postêyê ji Reşo re dişîne û bi awakî sergirtî bersîvê dide; lê bersîv neyînî ye.[26]

Piştî pêwendî û amadekarîya çend mehan, Reşo û Çeko di 29ê îlona 1969an de ji Ankarayê bi rê dikevin û roja din dighêjin Diyarbekirê. Civanê wan bi Dr. Şivan re li meydana navenda Sêrtê ye. Di 30ê îlona 1969an de dighêjin Sêrtê, li wê derê şevekê li otelê dimînin. Di 1ê çirîya pêşîn de li meydana navenda Sêrtê, ew û Dr. Şivan hevûdu dibînin. Bi Dr. Şivan re Nazmî Balkaç (Soro) jî heye. Dr. Şivan, Nazmî Balkaç bi wan dide nas kirin.  Di 01.10.1969an de, Dr. Şivan, Çeko, Soro û Reşo ji Sêrtê diherin Kurtalanê, ji wêderê diherin Batmanê û dûre jî derbasî Şirnaxê dibin. Li Şirnaxê, berpirsiyarê PDKT Osmanê Elî Çawiş li benda wan e. Ew heta êvarî li Girê Ziyaretê ku nêzîkî Şirnaxê ye dimînin. Di 03-10-1969an de, bi şev, teva du rêberên çekdar bi rê dikevin û di 4.10.1969an de derbasî Başûrê Kurdistanê, ango herêma Şoreşa Kurdistana Iraqê dibin.[27]

Nazmî Balkaç (Soro) di îfadeya xwe ya li cem polîs de, li ser çûna Başûrê Kurdistanê weha dibêje:

”Ez, Seîd Kirmizitoprak, Ehmed Kotan û Hîkmet Bluttekîn bi hev re em li erebeyê siwar bûn hatin Batmanê. Li Batmanê, Seîd em birin malekê. Yekî Şirnaxî, teksîyek girt û em li Şirnaxê peya kir. Rêberê me, bêyî ku me di nav bajêr xîne, em bi peyatî birin serê girekî ku ji bajêr 30-40 deqeyî dûr bû. Em di nav bexçeyekî man, me nan, penêr û hwd xwar. Heta êvarî em li wir man. Ber bi êvarî rehberê me em birin derdora gundê Gundik û bi du zilamên çekdar re em ber bi sînorê Iraqê ve ketin rê. Rêberên me, em bi şev ji sînorên Iraqê re derbas kirin…”.[28]

9.1 Pêwendîya Grûpa pêşî bi PDK Iraqê û Şoreşê re

Di 4.10.1969an de, grûpa pêşî Dr. Şivan, Reşo, Soro û Çeko derbasî Başûrê Kurdistanê dibin, di 6.10.1969an de digihêjin miqerê Osman Qazî û wî dibînin. Li gor agahdarîyên Reşo Zîlan dide; berîya ku grûp derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, Feqî Husên, li ser navê PDKT pêwendîyê bi berpirsiyarê herêma Zaxoyê yê PDKI Osman Qazî re datîne û ew di nav xwe de parolayekê tespît dikin. Parolaya di nav PDKT û berpirsiyarê herêma Zaxoyê Osman Qazî 5 lîrayê kaxetî yê Tirkîyeyê ye. Ew wî pereyî dikin du qet, qetek li cem Osman Qazî dimîne û qetê din jî li ba Feqî Husên, ji bona ku ew kesên wê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin bi xwe re bînin. Feqî Husên wî qetî dide Melel Nurî Payci (Ronî) ku ew endamê PDKTyê ye û wê bi grûpa pêşî re derbasî Başûrê Kurdistanê bibûya. Lê ji ber hinek sebebên pratîk Ronî dereng dimîne û nagihêje ser grûpa pêşîn ku bi hevdû re derbasî Başûrê Kurdistanê bibin.

Grûp, armanca xwe ya rastî ya ku ”ji bo amedekarîya kadiran û hazirîya avakirina partîyek hevbeş ya di nav sekreterê PDKT Saîd Elçî, Dr. Şivan û KAKê de ” ji Osman Qazî re nabêjin. Ew weke ku berê hatibû tespît kirin, tenê dibêjen ku ”em ji bo alîkarîya şoreşê hatine”. Osman Qazî, pirsa parolayê ji wan dike, lê ew dibêjin ku ”parola bi hevalê Ronî re maye, ji ber hinek sedemên pratîk dereng maye û ew ne gihaştiye ser wan ku bi hevdû re werin”. Tunebûna parolayê hinekî dudilîyê bi Qazî Osman û berpirsiyarên heremê yên PDKI re çêdike. Ew dixwazin misoger bibin, bê gelo ev kesên hatine ew grûpa ku wê bihatana? Loma jî ew di derheqê wan de lêpirsînê dikin. Ji wan dipirsin ku ”hûn ji bo çi hatine? Karê we li van deran çi ye? Dewleta Tirk li we digere yan na? Hûn ne qaçax in?…”

Ji bo berpirsiyarên heremê gelekî xerîb û balkêş tê ku doktorek, muhendisek û du xwendekarên universîteyê dev ji meslek, malbat û xwendina xwe berdane û hatine vê derê ji bo alîkarîya Şoreşê! Lê grûpê weke ku berê hatibû tespît kirin, her dibêjin ku ”em ji bo alîkarîya şoreşê hatine û em dixwazin di xizmeta welatê xwe û Şoreşê de bixebitin”. Teva wê dudilîyê jî Osman Qazî wan bi kêfxweşî dike mêvan û qedrê wan digire.

9.2 Hevdîtina bi Nûman îsa, Îsê Siwar û Mam Eshed Xoşevî re

Osman Qazî birûskeyekê ji Mam Eshed Xoşevî re dişîne û bi çend pêşmergeyan wan dişîne Qumrîyê, miqerê Mam Eshed. Berî bigihêjin Qumrîyê, di 8ê çirîya 1969an de ew digihêjin miqerê Nûman Îsa.

Nûman Îsa, bi eslê xwe cihû ye, cihûyekî ji Kurdistanê ye. Berpirsiyarê siyasî yê Liqê yekê û Mûsilê yê PDKI ye. Nûman Îsa jî meraq dike ku ji wan re dibêje ”xêr e, we dev ji doktorî, xwendin û malên xwe bardane û hûn hatine vê derê?” û kêm zêde ew pirsên ku Osman Qazî ji wan dike dubare dike. Grûp jî her weke berê dibêjin ku ”ew ji bo alîkarîya miletê xwe û Şoreşê hatine”.

Dr. Şivan, dixwaze rewşa pêwendiyên nav PDKI û PDKT bizanibe û loma jî ji Nûman Îsa dipirse, gelo ew li Tirkîyeyê kê nas dikin, navên kê bîhistine? Nûman Îsa dibêje ku ”em zêde kesekî nas nakin, me bêtir navê Mûsa Anter bihîstîye”. Doktor, di derheqê PDKT de, ji wî dipirse û dixwaze bizanibe bê pêwendiyên wan di çi radeyê de ne. Nûman Îsa dibêje ku ”me bihîstîye ku li Tirkîyeyê Partî hatiye avakirin, lê haya me zêde ji wan tuneye ”.[29]

Weha diyar dibe ku Nûman Îsa, bi zanebûn nexwaze li ser rewşa PDKTyê raweste û gelekî balkêş e ku weke bi tu awayî haya wan ji PDKT tuneye tevdigere. Lê em dizanin ku di wê demê de, li ser sînorên Bakur û Başûrên Kurdistanê, di navbêna berpirsiyarên heremî yên PDKT û PDKI de pêwendîyên pratîk yên xurt hene. Di destpêkê de, pêwendîyên nav PDKT û PDKI yên di warê siyasî û rêxistinî de ne di asteke bilind û navendî de ye. PDKT nû hatiye ava kirin û ne xwedîyê gelek kadir û tecrûbeyeke rêxistînî ye. Ev rewşa wan ya taybetî û şert û mercên ewlekarîyê zêde dest nade ku ew pêwendîyên xurt û berfireh bi PDKI re deynin. Pêwendîyên herdû partîyan, bêtir li ser sînorê navbêna Bakur û Başûrê Kurdistanê de ne û herweha ji bo alîkarî û piştgiriya pratîk, lojîstîk ya ji bo Şoreşa Başûrê Kurdistanê ye.

Di eslê xwe de, pêwendîyên PDKT yên siyasî û rêxistinî bêtir bi Kurdistana Sûrîyeyê û Partiya Demokratî Kurdî li Sûriyê (PDKS) re hebû. Di dema avakirian PDKT û piştî wê jî ew pêwendî berdewam kirine. Sekreterê PDKSyê Hemîdê Hecî Derwêş, di bîranînê xwe de li ser vê mijarê jî radiweste. Ji agahdarîyên Hemîd diyar dibe ku haya PDKI û bi taybetî haya berpirsiyarê siyasî yê Liqê yêkê Nûman Îsa ji PDKTyê heye û mijara PDKT di nav dewleta Tirkîyeyê û berpirsiyarên PDKI jî bûye sedemên gotûbêjên dijwar.

Gava Sekreterê PDKS Hemîdê Hecî Derwêş û endamê Komîteya Navendî Cegerxîn, di meha çileya 1969an de derbasî Başûrê Kurdistanê dibin da ku têkiliyên nav xwe û Şoreşê xweş bikin, li miqerê Nûman Îsa jî dibin mêvan. Li wê derê Nûman Îsa, gazinan ji Hemîd dike û weha dibêje:

”Destêwerdana Partîya we, di karê Partîya Demokrat Kurdistanî de ya bi serokatîya Seîd Elçî li Tirkiya! Ev kiryar ji alîyê we ve ziyanê digihîne pêwendiyên me û hukûmeta Tirkiyê û têkilîyên me xerab dike, lewma ew kar cihê nerazîbûna Barzanî ye…Tirk dokument di destê wan de hene, ko hebûna pêwendîyên we di gel Partî Demokratî Kurdistana Turkiyê û piştgiriya we ji vê Partiyê re nişan dide…”

Lê Hemîd Hecî Derwêş vê yekê înkar dike û dibêje ku ”tu dokument di destê hukumeta Tirkîyeyê de tune ye”. Wê gavê Numan Îsa ji Hemîd re dibêje;”Aniha namek bi xeta destê û bi îmza te li cem min e, te bi xwe şandîye ji bo Serokatiya Partî Demokratî Kurdistanî li Turkiye. Tê de, tu wan agahdar dikî ko Partîya we Reşîd Hemo dişîne wir. Ew bê sînor dikare bi navê Partiya me bi we re guftûgoyê bike, li ser pirsgirêkên girêdayî bi têkilîyên herdu partiyên me û xebata me ya hevbeş…”

Weha diyar dibe ku ev nameya ku sekreterê PDKS ya bi navê Hemîdê Hecî Derwêş ji PDKTyê re şandiye, di operasyona sala 1968an de li ser PDKTyê, teva hinek dokumentên din yên Partîyê, dikeve destê dewleta Tirkîyeyê. Di vê operasyonê de Reşîdê Hemo jî çi bigire bi tesadufî nakeve nav lepên polîsên tirkan.

Li ser van agahdarîyên Nûman Îsa û nîşandana vê nameyê, Hemîdê Hecî Derweş û Cigerxîn matmayî diminin û weha dinivîse:

”Li vir ez û Cegerxwîn gelekî matmayî û dilsar man, li ser hebûna alîkarîyeke xurt bi vî rengî û li ser vî astê bilind û bi ziyan, di navbera berpirsiyarên Turkan û serokatîya Şoreşa Kurdî de li Kurdistana Iraqê”.[30]

Di 15.10.1969an de Dr. Şivan, Reşo, Soro û Çeko digihêjin miqerê Îsê Siwar ku berpirsiyarê leşkerî yê heremê ye. Îsê Siwar, li wê derê bi kameraya xwe du wêneyan bi wan re digire; wêneyekî ji xwe re dihêle û yekê jî ji dide wan. Ev wêneyê ku di van salên dawîn de di hinek malper, kovar û kitêban de hatîye weşandin, ew wêne ye.

Di 19.10.1969an de, grûp digihêje miqerê Mam Eshed Xoşevî. Mam Eshed Xoşevî berpirsiyarê ”Leşker Yek” ango ordîya leşkerî ya Behdînan e. Di herêma Behdînan de, piştî Barzanî yê herî desthilatdar Eshed Xoşevî ye. Ew jî weke berpirsiyarê din yên heremê dixwaze grûpê ji nêzîk ve nas bike û sedemê hatiana wan fêm bike. Di wê navbênê de Mele Nûrî (Ronî) ku endamê PDKTyê ye jî teva nîşana parolayê digihê Zaxoyê û wî perçeyê 5 lîrayê tirkî dide Osman Qazî. Wê gavê berpirsiyarên Şoreşê yên herêmê misoger dibin ku ew kesên hatine, ew grûpa ku wê bi riya PDKTyê bihata bi xwe ne û ew dudilîya li ser nenasîya wan ji holê radibe.

Mam Eshed dibêje ku “mademkî hûn dixwazin li vê derê bimînin û xizmetê bikin, wê gavê em dikarin meaşê peşmergeyan bidin we”. Lê grûp vê yekê qebûl nake û dibêje ku ”ew meaş naxwazin. Berpirsiyarên Şoreşê bibêjin li kê derê bixebitin, ew amade ne li wê derê xizmetê bikin.” Dr. Şivan, ji Mam Eshed re dibêje ku ”eger mimkun be ew dixwazin Mele Mistefa Barzanî jî ziyaret bikin û rewşa xwe ji berpirsiyarên Şoreşê re jî bibêjin.”

Piştî çend rojan destûra ku grûp derbasî Gilalayê bibe tê û Mam Eshed wan dişîne Gilalayê. Di 25.10.1969an de Dr. Şivan, Reşo, Çeko û Soro digihêjin Gilalayê. Piştî wê bi rojekê ew Îdrîs Barzanî, Mesûd Barzanî dibînin û li mala Fadil dibin mêvan. Cihê razanê ji wan re dihê amade kirin û di 31ê çirîya paşîn de jî Ronî digihêje Gilalayê.

Piştî Grûp derbasî Başûrê Kurdistanê dibe, yek ji xebata wan jî amadekarîya reşnivîs û taslaxa ”destûr û programa partiya hevbeş” e. Ew, program û destûrên kurdan yên her çar beşên Kurdistanê kom dikin û yên ku ne bi kurdî ne werdigerînin kurdî. Ev xebata wan piştî Peymana 11ê Adara 1970yî û bi taybetî piştî vegera Qumrîyê bi awakî çalaktir dihê domandin.

9.3 Hevdîtina bi Mele Mistefa Barzanî re

Ji rojnivîsên Çeko em dizanin ku M. Mistefa Barzanî Dr. Şivan, Çeko, Soro, Reşo û Ronî di 18.11.1969an de dibîne û bi wan re sohbet dike.

Di vê sohbet û hevdîtina bi M. Mistefa Barzanî re, çend xalên balkêş derdikevin holê, divê mirov hinekî li ser raweste.

1) Ji bo berpirsiyarên Şoreşê û PDKI gelekî balkêş dihê ku di wan şert û mercan de, ji Bakurê Kurdistanê doktorek, muhendisek, du xwendekarên universîteyê û melayekî dev ji mala xwe, zarên xwe û xwendina xwe berdin û werin alîkarîya Şoreşê bikin. Ji ber vê yekê jî di destpêkê de, grûp li her hevdîtineke bi berpirsiyarên Şoreşê re, rû bi rûyê van pirsan dibin ku ”ew kî ne, ji bo çi hatine, armancên wan çî ne, ew çawa gihaştine hevdû, haya dewleta Turkiyeyê ji hatina wan heye û gelo dewleta Tirkîyeyê li wan digere ya na”. Di sohbeta bi Mele Mistefa Barzanî de jî ev pirs tîne pirsîn. Li ser van pirsan, Dr Şivan dibêje ku ”ez û Soro hevalê hevdû yên kevn in û bi hevdû re ketine hepsê, Reşo û Çeko hevalê hevdû ne û hevalên me ne; Ronî ne hevalê me bû û me ew nas nedikir, lê belê hevalekî me yê ku em bi hev re girtîbûn (qesta wî Seîd Elçî ye, lê navê wî bi nav nake Z.S) hevalê Ronî ye jî me bi riya wî hevalî hevdû nas kir….”.

2) Di vê hevdîtinê de, M. Mistefa Barzanî bi taybetî li ser pêwendîyên Şoreşê û dewleta Tirkîyeyê radiweste. Ew diyar dike ku eşîrên li ser sînor, hem di warê şer û hem jî di warê darayî ve alîkarîya Şoreşê kirine. Mele Mistefa bi awakî pir zelal û bi xetên qalind diyar dike ku divê ”Hikûmeta Tirk neyê êşandin û aciz nebe”, pêwendîyên di nav wan û dewleta Tirkîyeyê de neyên xerab kirin. Ev, di eynî wextî de ji bo grûpê jî şîret û balkêşîyek e ku divê tevger û hebûna wan ya li wê derê, nebe sedemên xerabkirina pêwendiyên navbêna wan û dewleta Tirkîyeyê. [31]

9.4 Dabeşkirina kar û barên Grûpê û hevdîtina bi Salih Yûsifî re

Piştî demekê û pêwendîyên bi berpirsiyarên Şoreşê, Reşo dixwaze li ”Radiyoya Dengê Kurdistanê” bixebite, Soro dixwaze bi Ezîz Akrawî re here Hêza Sefînê. Dr. Şivan dixwaze vegere cem Mam Eshed û li wê derê doktorîyê bike; Çeko û Ronî jî dixwazin bi Dr. Şivan re vegerin Qumrîyê cem Mam Eshed Xoşevî.

Di 22-11-1969an de Soro bi Ezîz Akraqwî re dihere Hêza Sefînê. Di 23.11.1969an de, Dr. Şivan, Reşo, Soro û Ronî dibin mêvanê Salih Yûsifî. Salih Yûsifî endamê Mekteba Siyasî ya PDKI û berpirsiyarê radyoya ”Dengê Kurdistanê” û çapxaneya Xebatê bû. Wî gelek xebatên hêja ji bo tevgera neteweyî û Şoreşê kiribû. Ji ber xebatên xwe yên siyasî, kulturî û rêxistinî gelek caran hatibû girtin, îşkencên mezin dîtibû û bi salan di zîndanan de mabû. Berîya ku ew were vê derê jî li Bexdayê birêveberîya rojnameya ”Birayetî”yê kiribû.

Li gorî aghdarîyên rojnivîsên Çeko; Salih Yûsifî di derheqê Turkîyeyê de zêde tiştekî nizane. Wî digot ku ”divê hûn bi riyên qanûnî bixebitin. Bivên Tirk û Kurd bira ne. Paleyên tirkan, civatên din yên millî yanî Çerkez, Laz, Rûm ûhd bistînin cem xwe. Bi vî awayî mafên gelê Kurd bistînin. Hûn dizanin Gandî bi çi awayê mafê miletê Hindê stendîye. Qet şer nekirîye. Şer ne baş e.”
Salih Yûsifî jî weke lîderê din naxwaze ku li Tirkîyeyê hereketeke bi çek bê ava kirin. Hereketeke weha ji bo Şoreşa Kurdistana Iraqê gelekî xerab didît… Piştî gotûbêjeke dûr û dirêj, Salih Yusifî dibêje ku pêwîstî bi xebat û partiyeke ji bo mafê Kurd ya dizî heye, lê divê ev bi hijmarek pir hindik û mirovê rast û bawer bê ava kirin…”.[32]

Di hevdîtin û sohbetên M. Mistefa Barzanî û Salih Yûsifî du xalên bingehîn derdikevin pêş:

1- Teva ku hevalên grûpê dibêjin ku ”em tenê ji bo alîkarîya Şoreşê bikin hatine”, lê berpisyarên PDKI û Şoreşê bi vê yêkê bawer nakin. Ew dizanin ya jî texmîn dikin ku armanca wan ya xebateke teybetî ji bo Bakurê Kurdistanê jî heye.

2- Berpirsiyarên Şoreşê, bi awakî pir vekirî dibêjin ku divê hûn pêwendîyên me û tirkan xerab nekin û li dijî şerekî çekdarî li Bakurê Kurdistanê ne.

Dr. Şivan, Çeko û Ronî di 27.11.1969an de ji bo herin Qumrîyê bi rê dikevin û di 3.12.1969an de digihêjin miqerê Mam Eshed Xoşevî û li wê derê ew û Dr. Faik Savaş (Dr. Hişyar) hevdû dibînin.  Dr. Hişyar dûre derbasî Gilalayê dibe û li Navpirdanê weke doktor dixebite. Di wê navbênê de heta 13ê nîsana 1970ê de tu dan û stendin di navbêna Reşo û Soro bi hevalên wan yên ku çûne Qumrîyê Dr. Şivan, Çeko û Ronî re çênabe. Tenê Dr. Şivan du nameyan, yekê ji Reşo û yekê jî ji Soro re dişîne û li halê wan dipirse. Berî beyana 11ê adarê, gava miqedem Ezîz Akrawî ji Hêza Sefînê dihê Navpirdanê, ew Soro jî bi xwe re tîne ku hevalên xwe yên li wê derê ziyaret bike. Soro di 13ê sibata 1970yî de Dr. Hişyar, piştî wê bi rojekê jî Reşo dibîne û dûre dîsa bi Ezîz Akrawî re vedigere Sefînê.[33]

9.5 Rewşa piştî Peymana 11ê adara 1970yî

Bi Peymana 11ê Adarê, di gelek waran de rewşeke nû li Başûrê Kurdistanê tê holê. Di dîroka nêzîk ya Kurdistanê de, cara pêşîn bû ku beşekî miletê Kurd li ser perçeyekî welatê xwe, di çarçeweya otonomîyê de desthilatdarîyê bi dest dixe. Ev serketin û bidestxistinên Şoreşa Başûrê Kurdistanê, tîn û tesîrek mezin li ser perçeyên din yên Kurdistanê dike û bi awakî giştî ji bo miletê Kurd dibe morelekî mezin û hestên neteweyî xurttir û geştir dike.

Ev rewş ji bo Grûpê jî dibe destpêka pêvajoyeke nû. Li gor peymana nav Şoreşê û hukûmeta Iraqê, Radyoya Dengê Kurdistanê, weşana xwe bi dawî tîne. Piştî ”Îzgeh” weşana xwe radiwestîne, Reşo vedigere Navpirdanê. Bi dû re jî Soro ji Sefînê vedigere wê derê. Ji xwe Dr. Şiyar ji berê de li Navpirdanê ye û li wê derê doktorîyê dike. Di 6ê nîsana 1970ê de Dr. Şivan ji Qumrîyê bi rê dikeve û di 8ê nîsanê de dighêje Gilalayê. Li wê derê Dr. Şivan, Soro, Reşo, Dr. Hişyar û Hemreş Reşo hevdû dibînin.

Piştî Beyana 11ê Adarê, Hemreş Reşo, Cemal Alemdar, Tariq Eqrawî, Mehemed Bekir, Cewher Şawêz, M. Salih Cuma û çend kesên din ku endamên PDKI û ”Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropayê” ne, ji Ewropayê tên Kurdistana Iraqê. Di wê demê de Hemreş Reşo endamê PDKI û nûnerê PDKS bû. Li Navpirdanê, Dr. Şivan, Reşo, Soro û Dr. Hişyar bi Hemreş Reşo re dipeviyin û Dr. Şivan behsa projeya avakirina partiyeke nu, nûjen û fireh dike û ji wî re dibêje ku gava ew partîyeke weha ava bikin, ew dixwazin Hemreş jî bi vê partiyê re be û li derveyî welêt li ser navê wan kar bike. Hemreş vê pêşniyarê qebûl dike. Doktor parolayêkê di nav xwe û wî de tespît dike û dibêje ku ”gava me partî ava kir ez ê qerteke posteyê ji te re bişênim û tê de binivîsim ku `em baş in û rewşa me baş e`. Gava Reşo Zîlan tê Ewropayê, ew Hemreş Reşo ziyaret dike. Hemreş wê qerta ku Dr. Şivan ji Tirkîyeyê ji wî re şandîye nîşanî Reşo dide. Bi îhtimalek xurt ev qert di nav arşîva Hemreş de ye.[34]

Li gor agahdarîyên Reşo Zilan dide; Dr. Şivan ji bo ku rewşa Grûpê ya nû ji M. Mistefa Barzanî re bibêje, destûrê ji wî bigre da ku ew ji bo Kurdistana Tirkîyeyê xebatekê bikin û daxwaza alîkarîya hinek pêdivîyên ji bo çapkirina pirtûka wî û hinek tiştên din, dihere M. Mistefa Barzanî dibîne. Ew dibêje ku ”weke hûn dizanin em hatibûn vê derê ji bo xizmeta Şoreşê bikin. Niha Beyana 11ê Adarê hatiye îmze kirin û tiştekî em zêde bikin nemaye. Eger destûra we jî hebe em êdî dixwazin ji bo Kurdistana Tirkîyeyê jî tiştekî bikin. Partîyek li Kurdistana Tirkîyeyê heye, lê rewşa wê ne baş e. Dewletê operasyonek berfireh li ser wan kiriye, berpirsiyar û gelek endamên wê hatine girtin. Ew eşkere û deşîfre bûne û ti xebatek wan ya ber bi çav nemaye. Li Kurdistana Tirkîyeyê pêwîstî bi partiyeke nû, nûjen, xurt, fireh û hevbeş heye.”

Mele Mistefa bi destên Doktor digire û wî ji dîwanxanê derdixîne derve. Ew nawaze li ber kesên din li ser vê meseleyê bi wî re bipeyive. Dinya sayî ye û histêrkên li ezmên gelekî geş in. Mele Mistefa histêrkan nîşanî Doktor dide û dibêje ”Doktor Xwedê heye”. Herweha ji Doktor re dibêje; ”Doktor divê hûn ji bîr nekin ku çavên tirkan hê jî li wîlayeta Mûsilê ye, wan meseleya Mûsilê ji bîr nekiriye. Heta niha, me navbêna xwe û tirkan xerab nekiriye. Hêvîya min ji we heye ku hûn pir bi haydarî tevbigerin û navbêna me û tirkan xerab nekin. Divê hûn Eshed Xoşevî ji her tevger û çûn û hatinên xwe aghadar bikin. Ez ê xeberê bidim Eshed û çi lazimya we hebe hûn dikarin ji wî re bêjin, ew ê hel bike.”

Dr. Şivan ji Mele Mistefa re dibêje, ”eger destûra canabê we jî hebe, em dixwazin hûn li Behdînan cihekî dest nîşan bikin ku em bikaribin li wê derê bimînin. Min li ser Tevgera Kurdistana Iraqê û Şoreşê kitebek amade kiriye. Em dixwazin vê kitêbê çap bikin û belav bikin da ku kurdên Kurdistana Tirkîyeyê ji destê yekem Şoreşa Kurdistanê Iraqê bêtir nas bikin. Ji bo em bikaribin vê kitîbê û hinik tiştên din çap bikin; pêwîstiya me bi makineyeke teksîrê, murekeb û kaxetan heye”.

Mele Mistefa Barzanî van dawazên Doktor maqûl dibîne. Ew makîneyeke teksîrê, murekeb û kaxetên çapê ji wan re amade dikin û li pîkabeke Land Rowerê bar dikin. Di dîroka PDKI û Şoreşê de, ev makîna teksîrê ya dudan bû ku diyarî dihate dayin. Berî niha, tenê makîneyeke weha dabûn Partiya Komunîst ya Iraqê. Dr. Şivan, Soro, Reşo, Dr. Hişyar û Hemreş Reşo bi wê pîkabê ji ser riya Hewlêrê tên Zaxoyê û di 26ê nîsana 1970ê de jî digihêjin Qumrîyê.[35]

Gundê Qumrîyê, miqerê Mam Eshed Xoşevî bû. Piştî peymana 11ê Adarê, ew miqerê xwe vediguhezîne Bamernîyê. Lê li miqerê Qumrîyê pêşmergê Mam Eshed hene. Herweha li wê derê atolyeke çeksazîyê heye û çend peşmerge jî nobeta wê derê digrin.

Di wê navbênê de, PDKT nemeyeke 7-8 rûpelî ji bo Meketeba Siyasî ya PDKI ji Dr. Şivan û hevalên li wê derê ne dişîne. Bi vê nameyê re, nameyeke taybetî jî ji Dr. Şivan û hevalên ku li wê derê ne re dişîne. Di vê nameya taybetî de dinivîsînin ku ”em dixwazin hûn vê nameya ku me ji bo Mekteba Siyasî ya PDKI re amade kiriye bixwînin û eger hûn jê razî bin bişînin, eger hûn jê ne razî bin, biçirînin û bavêjin”. Dr. Şivan û hevalên li wê derê vê nameyê dixwînin. Di vê nameyê de, li ser damezrandina PDKT, şehîdkirina serokê Partîyê Av. Fayiq Bucak disekine û dûre jî dibêjin ku ji ber şert û mercên taybetî û pirsên ewlekarîyê, wan nikarîbûn pêwendiyan bi PDKI re deynin. Lê niha peymana 11ê Adarê hatiye îmze kirin û şert hatine guherandin. Ji niha û pê ve, ew dixwazin di navbêna herdu partiyên wan de dan û standineke xurt dest pê bike û weha berdewam dike: ”Ji xwe me berî niha çend endamên Partiya xwe ji we re şandibûn. Hûn dikarin ji tevger, berpirsiyarî û disiplîna wan jî bizanibin ku em partiyeke çawa ne”. 

Li ser vê yekê Dr. Şivan û hevalên li wê derê, gelekî aciz dibin û dibêjin ku ”çawa ew dikiran me hemûyan weke endamên PDKTyê nişan bidin, ji derveyî Ronî, em kesên din ne endamên wan in”. Ronî bi xwe jî dibêje ku ”ez fêm nakim ku hevalên min çawa dikarin tiştekî weha bibêjin. Xwedê jî dizane ku ji van hevalan tenê ez endamê Partiyê me.”

Piştî xwendina nameyê, Dr. Şivan, Dr. Hişyar, Soro, Reşo, Çeko û Ronî li ser şandin û neşandina nameyê gotûbêjan dikin û biryar didin ku nameyê ji Mekteba Siyasî ya PDKI re bişînin. Dr. Şivan kurtenameyekê jî bi fransî bi vê nameyê re ji Dr. Osman re dişîne. Di vê kurtenameyê de ew dinivîsine ku ”ez vê nameyê li ser navên hevalên vê derê dinivîsim. Em nameya ku PDKTyê ku ji bo Mektep Siyasî nivîsandîye ji we re dişînin; lê divê em çend xalan ji we re zelal bikin. Bi vê nameyê re, nameyek taybetî jî ji me re hatibû şandin. Di di vê nameya me de hatibû nivîsandin ku ew dixawzin em vê nameyê bixwînin û eger em jê razîbin, em wê ji we re bişînin, eger em jê ne razî bin, em wê biqetînin û bavêjin.
Weke berê jî me ji berpirsiyarên Şoreşê re gotibû ku di nav me de du heval endamên KAKê, hevalek endamê PDKTyê û du heval jî ne endamên tu partîyan in”…[36]

9.6 Qasidê navbêna herdu Seîdan Feqî Husên û rola wî

Ji destpêkê de qasidê navbêna Saît Elçî û Seîd Kirmizitoprak de yê ji bo ”projeya avakirina partîya hevbeş”, serkêşê hazirî û derbaskirina grûpa pêşî ya Başûrê Kurdistanê Feqî Husên e. Berî ku grup derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, di îlona 1969an de, Seîd Kirmizitoprak ji Reşo re dibêje ku ”emanetekî min li Stenbolê, li cem Kemal Bingol e. Divê tu herî wî emanetî ji wir bigrî û bibî Tatwanê, teslîmî Feqî Husên bikî”.

Reşo dihere Stenbolê û wî emanetî distîne. Ew emanet çentê Dr. Şivan e. Di wî çenteyî de, du debançeyên Smith Wesson yên nû ku di nav dohnê xwe de, teksta kitêba doktor, hinek ewraqên doktor yên taybetî û bi qasî 700 dolar û 500 markên almanî hene. Reşo wî emanetî dibe û li Tatwanê teslîmî Feqî Husên dike. Çente li ber wî vedike û wan emanetên ku di çente de ne nîşanî wî dide.

Feqî Husên wî çenteyî û hinek tiştên din yên şexsî, bi riya berpirsiyarê PDKT yê Şirnaxê, Osmanê Elî Çawîş di nîsana 1970yî de digihêjîne Başûrê Kurdistanê. Gava Dr. Şivan çente vedike, dibîne ku emanetên di çente de hemû hatine, lê debançeyek ji wan bi yeka kevn hatiye guherandin. Dr. Şivan şikê ji Reşo dike, wî xewle dike û ji wî re dibîje:

”Te çi kirîye? Di çenteyê ku te teslîmî Feqî kirîye, du debançeyên nikûnû hebûn, ji wan debançeyek hatiye guherandin. Te ew debançe çi kirî ye?”.

Li ser vê yekê, Reşo şoke dibe û matmayî dimîne. Ew ji Dr. Şivan re dibeje:

”Doktor, min dev ji her tiştên xwe berdaye û ji bo dozeke pîroz ez hatime vê derê. Me qedera xwe teslîmî hevdû kiriye. Ez ê çawa tenezulî tiştekî weha bikim û tu çawa dikarî şikeke weha ji min bikî. Eger bawerîya te bi min nayê, ez ê niha biteqizim herim. Min ew çente, teva emanetên tê de teslîmî Feqî kir. Heta me bi hevdû re jî li wan emanetên di hûndirê çente de nihêrîn û weha teslîmî wî kir. Eger tiştekî weha hebe, Feqî bi xwe kirîye. Ya baş ew e ku hûn gazî Feqî bikin û rastiya vê meselê derxînin…”

Bi gotina Reşo; piştî vê bûyerê, axaftin û şika Dr. Şivan ji wî dike, ew ”kabûsan” dibîne. Feqî Husên di 12ê nîsana 1970yî de tê Başûrê Kurdistanê. Dr. Şivan wî xewle dike û dixe lêpirsînê. Di destpêkê de, Feqî vê meselê înkar dike, lê gava Doktor li wî dişidîne, ew li xwe mukur tê û dibêje:

”Doktor, ez li ber te gelekî şermezar û mehcûb im. Gava ez çav li wan debançeyên nû ketim, min gelekî ji wan hez kir. Tebançeyek min ya kevn hebû, min yek ji wan bi ya xwe guherand. Ez fikirîm, çawa be li cem we wê gelek çekên weha hebin. Min şaşî û xeletî kir…”[37]

Piştî wê lêpirsînê û mikurhatina Feqî Husên, Dr. Şivan ji Reşo re meselê dibêje û li ber dilê wî digere. Bi vê bûyerê, Feqî Husên dikeve nav lepên Dr. Şivan û li hemberî wî ”piştkul” dimîne. Dr. Şivan ji vê bûyer û zeafa Feqî Husên îstifade dike û wî bi kar tîne. Doktor bi zanebûn vê bêrêtîya Feqî Husên ji hevalên wî re nabêje û Feqî jî bi zanebûn agahdarîyên nerast dide hevalên xwe û Seîd Elçî. Ez ê dûre li ser tîn, tesîra encamên vê bûyerê û rola Feqî Husên ya neyînî rawestim.


[1] Orhan Miroglu, Mayis 2010, Havsel Bahçesinde Bir Dut Agaci, Canip Yildirim`la Söyleyisi, Istanbul: Everest Yayınları.

[2] Musa Anter, çirêya pêşîn 1990, Hatiratim, Stenbol: weşanên Doz, r.167.

[3] Selahattin Ali Arik, Kasim 2011, Dr. Şivan Seîd Elçî – Suleyman Muînî ve Kurt Trajedisi (1960-1975), Istanbul: Pêrî Yayınları, r.181

[4] Feqî Huseyin Sagniç, Portreler, İstanbul: İstanbul Kürt Enstitusu Yayınları, r. 91.

[5] Ji aghdariyên Reşo Zîlan yên taybetî, Zaxo, 2019.09.23

[6] Ji bo hûrgiliya van hevdîtinan binere: Ji bo behsa jiyana Dr. Seîd Kiziltoprak binere: Arikan, Selahatti Ali, berhema navê wê derbas dibe (bnd).
Malpera www.drsivan.info
Mehmet Ali Aslan, ”Taraf Gazetesine Gönderilen Düzelme Yazılar”. (Not: Taraf Gazetesinde yaymlanmadı)
Orhan Miroglu, bnd, r.151-152
Naci Kutlay, Mart 1998, Anılarım, İstanbul: Avesta Yayınları, r.140-141.
Tarik Ziya Ekinci, 2010, Lice`den Paris`e Anılarım, İstanbul: İletişim Yayınları, r.673

[7] Şakir Epözdemir, bnd, r.140-141.
Cemal Yilmaz, 07.04.2006, “Şakir Epözdemir, Dr. Şivan olayi – 23’ler ve 55’ler ile İlgili bir söyleyiş”..
Agahdarîyên taybetî yên Şakir Epozdemir ku bi emailê, di 27.09.2019an de ji min re şandîye.

[8] Cemal Yilmaz, 07.04.2006, “Şakir Epözdemir, Dr. Şivan olayi – 23’ler ve 55’ler ile İlgili bir söyleyiş”.

[9] Jiaghadrîyên Reşo Zîlan ku di hevdînên wî û Dr. Şivan yên li Ankarê hatibû rojevê: Ji heyvpeyvîna taybetî ya bi Reşo Zilan re, Zaxo, 2019-10-29.

[10] Ji bo vê behse binere:  Epözdemir, Şakir, Havîn-Payiz 1998, “Di dîroka me ya nêzîk da bûyerek girîng: Bûyera Seîd Elçî û Dr. Şivan”, Kovara lêkolîn û lêgerînê War, hejmar 5-6, r.12-13.
Sado, Derwêşê, 1998, ”Yakın Tarihimizde Saîd Elçi – Dr. Şivan Olayı”, di tarîxa 12.12.1998 hatiye nivîsandin,

[11] Ji îfada polîs ya Nazmî Balkaş (Soro).

[12] Ji hevpeyvîna taybetî yê bi Reşo Zîlan re.

[13] Cema Yilmazl, 07.04.2006, “Şakir Epözdemir, Dr. Şivan olayi – 23’ler ve 55’ler ile İlgili bir söyleyiş”.
Epözdemir, Şakir, Havîn-Payiz 1998, “Di dîroka me ya nêzîk da bûyerek girîng: Bûyera Seîd Elçî û Dr. Şivan”, Kovara lêkolîn û lêgerînê War, hejmar 5-6, r.12-13.

[14] Ji agahdarîyên taybetî yên Reşo Zîlan.

[15] Hevpevîna taybetî ya bi Reşo Zîlan û Mesûd Uysal re.

[16] Koma Azadiya Kurdisanın Ana Tüzüğü (Destura Giştî ya Koma Azadîya Kurdistanê).

[17] Ji agahdarîyên taybetî yên Reşo Zilan û Mesut Uysal.

[18] Ji heyvpeyvîna taybetî ya bi Reşo Zilan re.

[19] Ji heyvpeyvîna taybetî ya bi Reşo Zilan re.

[20] Ji heyvpeyvîna taybetî ya bi Reşo Zilan re.

[21] Ji heyvpeyvîna taybetî ya bi Av. Mesûd Uysal re, Stockholm, 29-09-2011.

[22] Ji bo vê behse binere: Sağniç, Feqî Huseyin, bnd, r.94. Marsîl, Faris Medenî, bnd, r.131

[23] Ji bo vê behsê binere: Şakir Epözdemir, Havîn-Payiz 1998, “Di dîroka me ya nêzîk da bûyerek girîng: Bûyera Seîd Elçî û Dr. Şivan”, Kovara lêkolîn û lêgerînê War, hejmar 5-6, r.12-13.

[24] Li gorî Seahatin Ali Arik dinivîse, Dr. Şivan berî derbasî Başûrê Kurdistanê bibe, li Stenbolê, semta ”Yeşilyurt”ê xanîyekî dikire û malbata xwe li wê derê bi cih dike. Weha diyar dibe ku Soro û Dr. Şivan li mala wî ya ”Yeşilyurt”ê hevdu dîtine. Dibe ku Soro bi zanebûn ew weke ”Yeşilkoy” nivîsandibe. Ji bo vê behsê binere; Selahattin Ali Arik, tişrîn 2015, Dr. Şivan (Dr. Sait Kirmizitoprak), Stenbol: weşanên IBV, r. 122.

[25] Ji aghadariyên taybetî yên Şakir Epozdemir û Mehmet Konut, Ocak 2010, Seîd Elçi (1925-1971), BÎR, hejmar 9.

[26] Hevpeyvîna taybetî ya bi Reşo Zîlan re, Zaxo, 23-09-2019

[27] Ji bo vê behsa binere: Şerwan Buyukkaya, 2004, İlk Anlatım, Stockhom: Formgivning Lena Almroth Tryckt hos Författares Bokmaskin r.26, 77. Rojnivîsên Nazmî Balkaş (Soro) û Rojnivîsên Hikmet Buluttekin (Çeko). Hevpeyvîna taybetî ya Reşo Zîlan, Zaxo, 23-09-2019

[28] Ji îfada polîs ya Nazmî Balkaş (Soro).

[29] Hevpeyvîna taybetî ya bi Reşo Zîlan re, Zaxo, 23-09-2019.
Tarîxên wan hevditinan ji Rojnivîsên Nazmî Balkaş (Soro) û Hikmet Buluttekin (Çeko) hatine girtin.

[30]  Ebdul Hemîd Derwêş, Tevgera Kurdî li Sûriya Di bin ronayê de, tîrmeh 2011, Stenbol: weşanên Deng, çapa yekem, r.106-108

[31] Ji bo dirêjaya vê sohbetê binere: Şerwan Buykkaya, Ilk Anlatim, Formgivning Lena Almroth Tryckt hos Författares Bokmaskin, Stockholm 2004, r. 26-30.

[32] Şerwan Buykkaya, bnd, r. 33-34.

[33] Şerwan Buykkaya, bnd, r.79

[34] Ji hevpeyvîna bi Reşo Zîlan ya bi riya telefonê, Stockhol, 2020-04-14.

[35] Hevpeyvîna taybetî ya bi Reşo Zîlan re, Zaxo, 23-09-2019. Tarîxên wan hevditinan ji Rojnivîsên Nazmî Balkaş (Soro) hatine girtin.

[36] Hevpeyvîna taybetî ya bi Reşo Zîlan re, Zaxo, 23-09-2019.

[37] Hevpeyvîna taybetî ya bi Reşo Zîlan re, Zaxo, 23-09-2019.


LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (III)

LI SER SALVEGERA 50 SALÎYA ŞEHADETA NEMIR SEÎD ELÇÎ (IV)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *