Serwerîya Dewleta Federe ya Kurdistanê di bin xeterîyeke mezin de ye…

Îbrahîm GUÇLU

 Dewleta Federe ya Kurdistanê encama xebat û têkoşîna 100 salî zêdetir ava bû. ew keda hemû kurdan; keda Şêx Ubeydullah Nehrî, Şêx Ebdulselam Barzanî, Şêx Ehmed, Şêx Mehmûd Berzencî, Mele Mistefa Barzanî, Emîrxan Smaîl Axa, Xalid Begê Cibrî, Şêx Seîdê Pîranî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Serok Mesûd Barzanî, Celal Talabanî, pêşmergeyên qehreman e.

Dewleta Federe ya Kurdistanê berdewamîya Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê, Otonomîya Kurdistanê, Şoreşa Milî ya Îlonê, Şoreşa  Milî ya Gulanê, Serhildanên Sivîl yên li Kurdistanê ye.

Dewleta Federe ya Kurdistanê hêlîna hemû kurdên dinyayê, kurdên hemû beşên Kurdistanê ye. Pêşeroja hemû kurdan e. Bingeha azadî û serxwebûna Kurdistanê ye. Bingeha mafên neteweyî li hemû beşên Kurdistanê ye. Dema ku tiştekî nexweş bê serê Dewleta Federe ya Kurdistanê, ew xirabîya li hemû kurdan dibe.

Divê her kurdek bi vî çavî li Dewleta Federe ya Kurdistanê binêre, Dewleta Federe ya Kurdistanê biparêze.

Hezar mixabin, serwerîya Dewleta Federe ya Kurdistanê di bin xeter û tehlûkeyeke mezin de ye. Em bi salan e ku vê xeterîyê destnîşan dikin û dinivîsînin. Pêşniyaran ji Hikûmeta Kurdistanê, partiyên siyasî, hemû dezgehên Dewleta Federe ya Kurdistanê re pêşkêş û daxwaz dikin.

Hezar mixabin ev pirsgirêka çareser nebû. Ev xeterîya mezintir bû.

Du belgeyên li jêr di merhelaya dawî de tê nîşan kirin ku PKKê serwerî û ewlekarîya Kurdistanê çewa xistîye bin xeterîyeke mezin.

Ez van herdu belgeyan pêşkêş dikim.

DÎROK DUBARE (DUPET) DIBE…

Berîya 40 salî PDKê bi PKKê re tîfaq çêkir. PDKê, ji PKKê re bû alîkar. PKKê li Behdînanê cîwar bû. Hezar mixabin piştî demekê PKKê dest bi xirabkirina herêma rizgarkirî kir. Pêşmergeyên Partiya Komunîst ya Iraqê û KUK-SE kûştin. Hewil da û biryar girt ku berpirsiyarên PDKê yên li Behdînanê bi tevayî tasfiye bike û bikûje.

Wê demê kurdpewerekî di Komîta Navendî ya PKKê de reviya hat cem PDKê. Ev plana xeter û barbar û nekurd û projeya dewletên dagîrker deşîfre kir.

Heman tişt di ev dema dawî de pêk hat. Fermanderekî PKKê reviya hat cem Hikûmeta Kurdistanê, planên PKKê yên xeter yên vê merheleyê deşîfre kir.

Em beşekî îtîrafên fermandarê PKKê binêrin:

Belge 1- Îtîrafên fermandarê PKKê ye..

“Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê tomara vîdeo ya fermandarê payebilind ê PKKê Ozgur Jiyanda belav kir, ku tê de hûrgiliyên şehîdkirina pênc Pêşmerge û şehîdkirina Xazî Salih Alîxan eşkere dike.

Fermandarê PKKê Înan Çelîk ku bi navê Ozgur Jiyanda tê nasîn û ji gundê Kindirasê ser bi navçeya Tetwanê ya Bakurê Kurdistanê ye, eşkere kir ku di sala 2008an de tevlî PKKê bûye û di sala 2020an de gihiştiye pileya fermandarîya eyaletê.

Ozgur Jiyanda ragihand ku ew di 9ê Hezîrana 2021ê de ji PKKê veqetîyaye.

Jiyanda hûrgilîyên şehîdkirina Berpirsê Asayîşa Serzêrê Xazî Salih Alîxan eşkere dike û dibêje ku li Herêmê gelek kesên ku bi welatparêzîya xwe, bi welatperwerîya xwe li ser karê xwe ne, bi navê sîxûriyê têne pênasekirin û tên kuştin û tên şehîdkirin, yek ji wan jî Şehîd Xazî ye.

Ozgur Jiyanda eşkere dike: “Şehîd Xazî însanekî ku di mala xwe de, li ser axa xwe bû, hinek tiştan ji bo PKKê nedixwest bike, ji bo vê yekê PKK ew weke hedef dabû nîşandan.”

Jiyanda dibêje: “Qasî salekê bû ji ber ku Pêşmerge were bisekine, hazirî dihate kirin, haziriyên weke; erd hemû hatibû mayînkirin, li gor pêwîstiyên ku li Pêşmerge bixe sîleh hatibûn bicihkirin, sîlehên giran, sîlehên sûîqestê, qenas hatibûn bicihkirin.”

Li ser bûyera şehîdkirina pênc Pêşmerge li çiyayê Metîna, Ozgur Jiyanda eşkere kir: “Di wê demê de kî li ser sîlehê bû nizanim, lê weke ku ez dizanim berpirsyarê wê Harun Dêrsim û Ozgur Rojava li ser wê sîlehê bûn.” (Kurdistan24)

 Ev îtîrafan jî gelek baş diyar dikin ku PKKê  her çiqas rêxistineke terorîst, biyanî, dagirker e; lê li Dewleta Federe ya Kurdistanê wek rêxistineke serwer tevdigere.

Ji vê xetertir mijar, li hemberî vê xeterîyê bêdeng mayîn e. Ev jî di pêşerojan de pirsgirêkê mezintir dike.

Loma jî Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî bi nameyekê ev xeterîya diyar kir. Min jî di telewîzyona ARKê de nêrînên xwe di derbarê nameyê û rewş û statuya PKKê de li Başûrê Kurdistanê diyar kir.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî, ji hemû partîyên Kurdistanê daxwaz kir ku li hemberî PKKê xwedîyê helwestek hevbeş û mişterek bin.

Ev hewildanan jî xeterîya PKKê li Kurdistanê dîyar dike.

 

Belge: 2…

 

LI SILEYMANIYÊ DESTHİLATDARÎ DI XETERÎYÊ DE YE…

Di basnewsê de nûçeyeke wek belgeyekê hat belav kirin. Vê nûçeyê jî xeterîya li ser serwerîya Dewleta Federe ya Kurdistanê bi awayekî din diyar dike. Ev belge wisa dibêje:

 

BasNews- PKKê roj bi roj hegemonîya xwe li Silêanîyê zêdetir dike û wan hemû hêzên xwe yên di şer de şikest dixwin dibe Silêmanîyê û herêma Silêmanîyê. Çavdêrên siyasî hişyarîyê didin û mezinkirina mar wê bibe ejdarha û wan bi xwe qût bike.

Di heyama hefteyekê de 2 caran balafirên şer ê Tirkiyê li herêma Silêmanîyê çekdarên PKKê armanc kir û herî dawî di êrîşa duhê de li Gelaleyê 2 çekdarên PKKê hatin kuştin.

Herwiha di hefteya borî de jî ji ber êrîşe çekdarên PKKê 3 kes hatibûn kuştin.

Çavkanîyekê ji herêma Silêmanîyê ji BasNewsê re aşkere kiriye, PKKê gelek hêzên xwe yên di şerê li gel Tirkiyê de şikestine vediguhêze Silêmanîyê û bi nan û avê gundîyan dijîn û bacê ji gundîyan werdigirin.

Herwiha akademîsyen û şîrovekarê siyasî Dr.Soran Sêwkanî derbarê wê hewla PKKê ya bi cîbûna li Silêmanîyê ji BasNewsê re axivî û aşkere kir PKK karîgerîyek xirab li wan herêman kiriye yên lê bi cî bibû. Niha PKK li herêma Helebce û Silêmanîyê li ser sînor weke parêzerekî sînor kar dike. Herwiha Dr. Soran Sêwkanî dibêje: “Ji Hewramanê heta Qendîlê PKK hewl dide îdeolojiya xwe belav bike, heta radeyekê jî karîne wî karî bikin. Çûnke medyaya vê herêmê alîkarê mezinbûna PKKê ye û hinek endamên bilind ê YNKê jî di wê bawerîyê de ne hebûna PKKê di berjewendiya wan deye û PKKê li dikî PDKê bi kartînin. Lê ew nizanin mar dibe ejderha û wan bi xwe qut dike û mumkun e YNK êdî nema dikare rewşê kontrol bike û destê welatên cîran di wî karî de hebe.’’ Herwiha Dr. Soran Sêwkanî amaje bi wê yekê jî dike Tirkiye bi her awayî hewl dide PKKê ji sînorên xwe dûr bixe û nahêle ku PKK li vir jî bi aramî bisekine û bi rêya îstîxbaratê wê endamên PKKê bike armanc.”.

Ev rewşa di salên bihûrî de ji aliyê Goranê  û beşek YNKê ve hatibû diyar kirin ku Sileymanîyê ji Dewleta Federe ya Kurdistanê biqetînin, bi Hikûmeta Federal ya Iraqê ve girê bidin.

Loma  Serwerîya Dewleta Federe ya Kurdistanê di bin xeterîyeke mezin de ye.

Divê Hikûmeta Kurdistanê pêşîya vê xeterîyê werbigre. Wek dewletekê serwerîya xwe ya neteweya kurd biparêze.

 

DIVÊ DI NAVBEYNA BEŞÊN KURDISTANÊ Û RÊXISTINÊN KURDISTANÊ DE HIQÛQA LI DEWLETA KURDISTAN YA MEHEBADÊ CÎ BI CÎ BIBE…

Hîç şik tune ye ku Kurdistan welatek e. Lê welatekî parçebûyî ye. Neteweya kurd, yek neteweyek e. Girêdayî parçebûna Kurdistanê parçe bûye.

Loma jî divê di navbeyna beşên Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê de hevkarî, pêwendî, danûstandin, tîfaq bibe. Lê divê destwerdanî nebe. Her beşek ji hiqûqa beşên din re, her partiyek him li beşa xwe û him jî li beşên din ji hiqûqa partiyên din re rêzgirtî be.

Ev hiqûqa jî di Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê de şiklek qezenç kir û bû çandeke siyasî û pêwendîyên navbera beşan.

Serok Mele Mistefa Barzanî bi hêza xwe ya pêşmergeyan ve çû Rojhelata Kurdistanê û li wir jî beşdarî avabûna dewletê bû. Pêşmergeyên xwe xist xizmeta Dewletê, bi xwe jî seroktîya Qadi Mihemed û desthilatdarîya dewletê qebûl kir. Biryarên wan cî bi cî kir. Tu wext negot ku ez we nas nakim, ezê bi serê xwe bibim hêzek û serokekî.

Kurdekî dilsoz, serokekî dilsoz, partî û rêxistineke dilsoz ya kurd vê yekê dike.

Hezar mixabin PKKê rêxistineke Kurd û Kurdistanê nîne. Loma alîkarîya ji wan re tê kirin, wek xirabî vedigere mirov, partîyan.

PKKê ji hiqûqa navber beşên Kurdistanê û partiyên Kurdistanê rêz nagire. Detswerdaneke gelek milîter û mirovkûj dike. Partriyên Kurdistanê û Dewleta Federe ya Kurdistanê rewa nabîne.

Li Dewleta Federe ya Kurdistanê jî nûha ev xirabiya PKKê pêk tê.

Loma jî divê Desthilatdarî û Hikûmeta Kurdistanê gor dewletekê û şertê nû û qerektera PKKê  tev bigere. Divê di derbarê PKKê de xwedîyê biryar û stratejîyeke nû be. PKKê terorîst, biyanî, dagîrker, ne yasayî îlan bike.

Dewleta Federe ya Kurdistanê wek dewletekê tev bigere. Divê xeterîya li ser desthilatdarî û serwerî û hiqûq û sîstema xwe ji holê rake.

Diyarbekîr, 25. 06. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *