Şertên Îsraîlê yên ji bo agirbestê çi ne?

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştgirî da biryara Serokê Amerîkayê Donald Trump a rawestandina êrişên li ser Îranê û şertên xwe eşkere kirin.

Netanyahu red kir ku ev agirbest Libnanê li xwe bigire.

Mercên Îsraîlê ji bo agirbestê

Netanyahu di daxuyaniyeke ku ji aliyê ofîsa wî ve hat belavkirin de got:

“ÃŽsraîl piÅŸtgiriyê dide biryara Serok Trump a ku êriÅŸan du hefteyan rawestîne, bi mercê ku ÃŽran Tengava Hurmizê veke û agirbestê pêk bîne.”

Wî her wiha diyar kir ku Îsraîl piştgiriyê dide hewlên Amerîkayê da ku Îran nebe xwedî çeka nukleer.

Netanyahu diyar kir ku divê ÃŽran ne bi rêya mûşekan û ne jî bi rêya “terorê” li ser Amerîka, ÃŽsraîl, welatên Kendavê û cîhanê nebe gef.

Nakokiya li ser Libnanê

Netanyahu red kir ku ev agirbesta demkî Libnanê li xwe bigire.

Lê Tehran dibêje ku divê her peymana agirbestê Libnanê jî bihewîne.

Trump beriya niha daxuyandibû ku ew razî ye êrişan du hefteyan rawestîne.

Lê wî ev yek bi vekirina “TEMAMÃŽ, LEZGÃŽN û EWLE” ya Tengava Hurmizê ve girê dabû.

Pêşniyara 10 xalî û dan û standinên li Islamabadê

Trump eşkere kiribû ku ev biryar piştî dan û standinên bi Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf û Serokerkanê Giştî yê Pakistanê Asim Munîr re hatiye girtin û gotibû:

“Em nêzîkî peymaneke dawî ne ji bo aÅŸtiya demdirêj a li gel ÃŽranê û Rojhilata Navîn.

Me ji ÃŽranê pêşniyareke 10 xalî wergirtiye û em di wê baweriyê de ne ku ev bingeheke guncav e ji bo dan û standinan.”

Li aliyê din, Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ragihand ku nûnerên wan dê li Islamabadê bi nûnerên Amerîkayê re ji bo temamkirina peymanê bicivin.

Helwesta Ebas Eraqçî û Pakistanê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî li ser biryara agirbestê got:

“Heger êrişên li ser ÃŽranê rawestin, hêzên me yên çekdar dê operasyonên xwe yên parastinê bidin sekinandin.”

Wî her wiha da zanîn ku bi hevahengiya bi hêzên çekdar ên Îranê re, çûyîn û^hatina ewle di Tengava Hurmizê re du hefteyan gengaz e.

Berevajî gotinên Netanyahu, Serokwezîrê Pakistanê diyar kir ku peymana agirbestê “li her derê, di nav de Libnan û cihên din jî hene” yekser ketiye dewrê. (Rûdaw)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *