Serokwezîrê Îsraîlê: Em destê aştiyê dirêjî Kurdan dikin

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu li ser rûxandina rejîma Beşdar Esed got, “Em destê aştiyê ji hemû kesên li derveyî sînorên me yên li Sûriyeyê re dirêj dikin: ji Durzî, Kurd, Xirîstiyan û Misilmanên ku dixwazin bi Îsraîlê re di aştiyê de bijîn.”

Heyeta Tehrîr El Şamê ragihand ku wan Şama paytexta Sûriyeyê kontrol kiriye û Serokê Sûriyeyê Beşar Esed reviyaye.

Piştî rûxandina rejîma Beşar Esed, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

“Îro ji bo Rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye”

Benjamin Netanyahu got, “Îro ji bo Rojhilata Navîn rojeke dîrokî ye.

Hilweşîna rejîma Esed, zilma li Şamê, derfeteke mezin dide lê di heman demê de bi metirsiyên girîng re jî tijî ye.”

“Em destê aştiyê dirêjî Kurdan dikin”

Di beşeke din a peyama xwe de Netanyahû wiha anî ziman:

“Em destê aştiyê ji hemû kesên li derveyî sînorên me yên li Sûriyeyê re dirêj dikin: ji Durzî, Kurd, Xirîstiyan û Misilmanên ku dixwazin bi Îsraîlê re di aştiyê de bijîn.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *