Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Perestgeha Lalişê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî îro duşemê serdana peresgeha Lalişê li qeza Şêxanê kir û ji aliyê Mîr Hazim Tehsîn beg Mîrê Êzidiyan li Kurdistan û Cîhanê û Civata Olî hat pêşwazî kirin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan tekez kiriye ku Êzidî û hemû êzidî, yek ji ol û pêkhateyên resen yên Kurdistanin û herçi ji me bê ji bo zêdetir xizmetkirin wan emê encam bidin.

Serokê Hikûmet herwaha bal kişand ser giringî û pêwîstiya asayî kirina rewşa Şingalê û avadan kirina deverê û vegera awareyan a bi serbilindî bo cîh û warên xwe.

Herwaha got, ku Şingal wek hemû navçeyên Kurdistanî yên din ên derveyî îdareya Hikûmeta Herêmê, bo me gelekî girînge û mijara asayî kirina rewşa Şingal û naçeyên Kurdistanî, yek ji mijarên serekî yên danûstandina Herêma Kurdistan û Hikûmeta Fedelalî ku em daxwaz dikin li ser bingeha destûr û rêkeftinan pirsgirêka wan navçeyan bê çareser kir.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *