Serokê Giştî yê PWK Mustafa Ozçelîk: Di rewşa niha ya Sûrîyê de Serok Barzanî dikare ji bo mafên Kurdan roleke dîrokî bilîze

https://www.rojnamakurdistan.com
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk:
Di rewşa niha ya Sûrîyê de Serok Barzanî dikare ji bo mafên Kurdan roleke dîrokî bilîze
Rojnameya Kurdistan bi Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk re hevpeyvînek kir. Ev hevpeyvîn bi kurdî û erebî hate belav kirin.
Pirsên Rojnameya Kurdistan û bersîvên Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk.
Rojnameya Kurdistan 1-Heger tu di destpêkê de ji xwendevanên Rojnameya Kurdistan re behsa partiya xwe, û rola wê di nava nexşeya partiyên kurd li Bakurê Kurdistanê bike, û daxwaz û bernameya we çi ne?
Mustafa Ozçelîk 1: PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) û TDK-TEVGERê (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê), teva kesayetîyên serbixwe di 9-10ê îlona 2023an de li Diyarbekirê kongreya xwe ya yekîtîyê pêk anîn û di 10ê îlona 2023an de, Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate damezrandin. Damezranerên PWKyê, ew kadro ne ku eve 40-50 sal in ku di doza azadîya Kurdistanê de cîh girtine.
PWK, partîyeke neteweyî, demokratîk, yasayî û eşkere ye. Ew xwe bi tu kes, grup, çîn, dîn an jî mezhebekî tarif nake. Ew ji bo mafên neteweyî, demokratîk û kulturî yên miletê kurd û pêkhateyên etnîkî û olî yên Kurdistanê û ji bo mafên kurdên li bajarên metropolên Tirkîyeyê dixebite.
Bingehê xebat û tekoşîna partîya me Bakurê Kurdistanê ye. Ji bo cîbicîkirina armancên xwe em dê hemû rê û rêbazên xebat û têkoşînê yên meşrû, eşkere, legal, sivîl, demokratîk, sîyasî û bêîtiadîya sivîl bi hevahengî bi kar bînin.
Pirsgirêka kurd û Kurdistanê di eslê xwe de pirsa mafê çarenivîsa miletê kurd e, (federalî, konfederalî an jî serbixwe). Li gorî şerd û mercên welêt û herweha li gorî rewşa navxweyî û navneteweyî, gava derfetên avakirina federasyoneke li gel Tirkîyeyê peyda bibin, em dê li gel bin ku vê alternatîfê cî bi cî bikin.
Em li hemû parçeyên Kurdistanê mafê çarenivîsa neteweya kurd weke mafekî herî rewa dibînin û diparêzin. Em piştgir û alîkarên doza azadîyê ya her perçeyekî Kurdistanê ne.
PWK, di vê dema ku em tê de derbas dibin, xwedîyê bernameya daxwazên acîl ên miletê kurd e. Em dibêjin, divê Dewleta Tirkîyeyê dawî li hemû operasyonên xwe yên leşkerî bîne. PKK jî dawî li hemû çalakîyên xwe yen çekdarî bîne. Em dibêjin divê em îro van daxwazan derxînin pêş:
Divê hebûna miletê Kurd bê qebûl kirin. Divê zimanê kurdî li gel zimanê tirkî bibe zimanê fermî û perwerdeya bi zimanê kurdî (kurmancî û kirdkî/zazakî) bê nas kirin.
Divê hemû qedexeyên li ser navê Kurdistanê ji holê bêne rakirin û bi navê kurd û Kurdistanê partîyên sîyasî û dezgehên sivîl bêne damezrandin.
Divê li Kurdistanê, navên cîwar, herêm û deverên dîrokî û cografî yên bi kurdî ku bi tirkî hatine guherandin, paşde bêne vegerandin û bi kurdî bêne nivîsandin.
Divê hemû kesên ku ji ber bîrûbawerî û xebatên siyasî, sivîl, demokratîk di zîndanan de ne, demildest bêne azad kirin.
Divê van xalên ku li jorê me anîne zimên, di Qanûna Bingehîn ya Dewlet Tirkîyeyê de bêne garantî kirin.
Rojnameya Kurdistan 2- Navê Kurdistan di nava partiya we de heye, we çawa molet ji Hikûmeta Tirkiyê wergirt di demekê de ev hikûmet serderiyê ligel vî navî nake û li dij radweste?
Mustafa Ozçelîk 2:Li gorî Qanûna Bingehîn û Qanûna Partîyan a Dewleta Tirkîyeyê damezrandina partîyan ne bi îznê ye. 30 hemwelatîyên Tirkîyeyê li gel nasnameya damezraneran bername û destûra partîya xwe teslîmî Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê dikin, wezaretê agahdar dikin da ku vaye me partîya xwe damezrandîye.
Piştî ku damezranerên partîyê vê dosyaya xwe teslîmi wezaretê dikin, belgeya ewraq teslîm wergirtinê ji wezaretê distînin û ev belge dibe belgeya fermîyeta wê partîyê.
Me jî partîya xwe bi vê şêweyê damezrand. Lê piştî ku partîya me fermî bû. Serdozgerîya Mehkemeya Bilind (Yargitay) ji me re îxtarek şand, got , ‘Ji ber ku di navê partîya we de Kurdistan heye û hûn behsa mafê çarenûsîyê dikin, navê we û bernameya we li dijî Qanûna Bingehîn û Qanûna Partîyan a Dewleta Tirkîyeyê ye, divê hûn navê xwe û bernameya xwe biguherînin‘. Me di bersîva xwe ya bi nivîskî de ji Serdozgerîyê re weha got ‚‘‘Partîya me şîdetê naparêze. Li gorî xala 90î ya Qanûna Bingehîn a Tirkîyeyê mafê me heye ku em partîyeke bi rengî ava bikin.Em behsa meşrû ya doza miletê Kurd dikin. Ji ber wê jî emê navê xwe û bernameya xwe neguherînin. Divê Qanûnên Tirkîyeyê li gorî Hiqûqa Navneteweyî bêne guhertin‘‘.
Ji ber ku me nav û bernameya xwe neguhrt, Mehkemeya Qanûna Bingehîn di derbarê partîya me de doza girtinê vekir. Ev doz berdewam e. Me di mehkemeyê de bi kurdî û bi tirkî parastina nav û bernameya partîya xwe kir. Mehkeme dixwaze partîya me bigre.
Lê li gel vê dozê jî, partîya me wek partîyeke yasayî dikare xebatên xwe bimeşîne. Em kongreyên partîya xwe wek fermî di çavdêrîya lijneya hilbijartinê ya Dewleta Tirkîyeyê de li dar dixin.
Nuha 3 partîyên din jî bi navê Kurdistanê wek yasayî hene, lê di derbarê wan de jî doza girtinê hatîye vekirin û doza wan jî berdewam e.
Rojnameya Kurdistan 3- Tu bi giştî rewşa partiyên Kurd li Bakurê Kurdistanê çawa dibînî?
Mustafa Ozçelîk 3: Li Bakurê Kurdistanê partîyên neteweyî, niştimanî mixabin di nav gel de, di nav ciwanan û jinan de ne bi rêxistinin.Tifaqeke neteweyî, demokratîk di navbera wan de tuneye.Ev jî dibe sebep ku partîyên ku ji sîyaset û hişmendîya neteweyî dûr û partîyên Dewleta Tirkîyeye, tesîreke xerab li gelê me bikin. Partîya me ji bo ku rê li ber van sîyasetên xelet bigre ev şîara daye ber xwe: Yên ku dikarin di yek partîyê de bibin yek bila bibin yek; yên nikarin di nav yek partîyê de bibin yek, bila hevkarî û tifaqan bikin; yên nikarin hevkarîyan bikin bila di nav dîyalogê de bin, yên nikarin di nav dîyalogê de jî bin, bila dijminatîya hev nekin.
Rojnameya Kurdistan 4- Wek hun dizanin ev dema 100 salan e dewleta Tirkiyê li ser pransîpa(Yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman) hatiye damezirandin, tu di wê baweriyê de ye nerîn û siyaseta wê ya bişaftin û inkara pêkhate û netewên din were guhertin? Tu di vê derbarê de çi dibêjî?
Mustafa Ozçelîk 4: Bi dehhezaran zarokên kurdan canê xwe jidest dane, bi hezaran gund valabûne, bi milyonan kurdan welatê xwe terk kirine, koçber bûne, bi sedhezaran kes di îşkence û zindanan de derbas bûne, ceza xwarine; lê hîna jî Dewleta Tirkîyeyê wek fermî nasnameya kurdî, perwerdeya bi zimanê kurdî qebûl nekirîye. Hîna jî li Parlamentoya Tirkîyeyê gava parlamenterek bi kurdî diaxive, serokê parlamentoyê mîkrofonê digre û di qeydên fermî ên parlamentoyê de weha tê nivîsandin: ‚‘Filan parlamenter bi zimanekî nenas axivî.
Belê Dewleta Tirkîyeyê heta ku ji destê wê tê naxwaze tu mafên kurdan qebûl bike û bi vê jî qayil nabe, beşeke Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî dagir kirîye.
Lê bi ya min, van pêşhateyên vê dawîyê yên li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn de, êdî rê li ber Tirkîyeyê teng kirîye. Nikare wek berê, me tune bihesibîne. Îro li Başûrê Kurdistanê bi herêma federe derzeke mezin li Peymana Lozanê ketîye û ev derz ber bi Rojavayê Kurdistanê jî diçe. Heger em alîyê kurdan yekgirtî bin emê bikaribin li Bakurê Kurdistanê mafên xwe yên neteweyî, demokratîk yên bingehîn bidest bixin û rê ji çareserîya pirsgirîka kurd û Kurdistanê re vekin. Dem dema hişyarîya neteweyî ya miletê kurd e.
Rojnameya Kurdistan 5- Tu kar û performansa Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê li Bakurê Kurdistanê çawa dibînî, û roleke wê ya zelal li cem cemawerên Kurd li deverên Kurd lê piranî ne heye?
Mustafa Ozçelîk 5: PKK bi şerê xwe yê çekdarî îro zerarê dide kurdên bakur jî, dide Başûrê Kurdistanê jî. Di sala 2015ê de PKK bi şerê xendek û barîkatan ên li nav bajaran zerareke mezin gîhand gelê me, gîhand doza me ya meşrû. Nuha jî bi hinek çalakîyên xwe yên li Başûrê Kurdistanê rê ji Dewleta Tirkîyeyê re xweş dike ku beşeke Başûrê Kurdistanê dagir bike, gelek gundên başûr wêran bibe û destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê erarê bibîne. Me wek PWK gelek caran bang li PKKyê kirîye ku dawî li vê sîyaset û helwesta xwe ya şaş bîne. Her weha li Bakurê Kurdistanê gotina PKKyê ya ku dibêje‚ ‘Tirkîye welatê me yê hevbeş e, em netewa demokratîk û cimhûrîyeta demokratîk diparêzin‘‘ dişibe sîyaseta Dewleta Tirîkîyeyê ya ku dibêje ‚‘‘Yek welat, yek milet, yek dewlet, yek ala‘‘. Ev nêrîna PKKyê hişmendîya neteweyî, niştimanî ya miletê Kurd lawaz dike.
Rojnameya Kurdistan 6- Ew partiyên xwe di jêr sîwana PKK’ê de vedişêrin, wek ew dibêjin gelo xwedan cemawer in, ku ew bi xwe jî bihêz di nava Parlemana Tirkiyê de ne?
Mustafa Ozçelîk 6: Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê, li himberî partîyên Dewleta Tirkîyeyê wek ehweni şer piştgirîya DEM Partîyê dikin. Heger em alîyên milî, demokratîk li gorî şerdên îro bi sîyaset û rêbazên nûjen û bi yekgirtineke xurt dest bidin hev, emê bikaribin ji gelê xwe re alternatîfekê pêşkêş bikin û emê bibin hêzeke esasî.
Rojnameya Kurdistan 7- Pêwendiya we ligel Tevgera Siyasî ya Kurd li Kurdistana Sûriyê ( Rojavayê Kurdistanê) çawa ye?
Mustafa Ozçelîk 7:Weke PWK, bi partîyên ENKSyê, bi Partîya Pêşverû û Partîya Yekitî re peywendîyên me baş in. Li gel ENKSyê di asta herî bilind de peywendîyên me yên dostane hene.
Rojnameya Kurdistan 8- Li Kurdistana Sûriyê, hin partî hene bi serkirdayetiya Partiya Yekîtiya Demoqratîk PYD’ê baweriya wan bi netewa demokrat û biratiya gelan heye û di jêr navê Partiyên Yektiya NiÅŸtîmaniya Kurd PYNK’ê kar dikin, di beramber de, Encumena NiÅŸtîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKSê heye ku baweriya wê bi doza netewî ya Kurdistanê heye, û xebatê ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê dike? Tu performansa herdu aliyên siyasî çawa dibînî?
Mustafa Ozçelîk 8: PWK, partîyeke Kurdistanî ye. Li her perçeyekî Kurdistanê qebûl kirina hebûna miletê Kurd û Kurdistan û qebûl kirina statuyeke sîyasî, milî, cografî ji bo miletê kurd bingehê sîyaseta me ye. Kîjan partî li ser vê sîyasetê be em wê nêzî xwe dibînin. Em dibêjin, peywendîyên tu partîyên kurdan yên bi dewletekê re, nabe ku zerarê bide partîyên perçeyên din ên Kurdistanê. Em wek PWK piştgirê Mitabaqata Dihokê ne. Mitabaqata Dihokê ji gelê me yê Rojavayê Kurdistanê re projeyeke dirokî û neteweyî bû. Em dikarin bêjin ku zêdetir PYD û Rêveberîya Xweser nehiştin Mitabaqata Dihokê cîbicîh bibe. Sîyaseta PYDyê ya tek partîtîyê û qedexe, girtin û êrîşên li ser ENKSyê helbete ku nayê qebûl kirin.Hinek xeletîyên ENKSyê jî rê ji vê sîyaseta PYDyê re xweş kir.
Rojnameya Kurdistan 9- PiÅŸtî ketina rejîma Be’is, xwendina te niha ji bo rola ku partiyên siyasî yên Kurd li Kurdistana Sûriyê bilîzin çi ye?
Mustafa Ozçelîk 9: Li Sûrîyeyê û li hemû Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn guhertinên mezin di rê de ne. Rûxandina Rejîma Beasê helbete ku cîhê dilxwşîyê ye. Lê nuha gelek firsend jî, gelek rîsk û xeterî jî li ber derîyê xuşk û birayên me yên Rojavayê Kurdistanê ne.
Dîyare ku hêzên navneteweyî û yên herêmê, her yekî li gorî berjewendîyên xwe, di rûxandina Esadî de rolek lihîstine. Berîya her tiştî li Rojavayê Kurdistanê, divê li ser hişmendîya Mitabaqata Dihokê, li gorî şerdên îroyîn, îdareyeke hevbeş ya eskerî, aborî, sîyasî, dîplomasî ya hemû partîyên Kurdan bê ava kirin; bi yekgirtineke netewî, rê li statuyeke sîyasî ya netewî bê vekirin. Dive hemû alîyên kurdan li gel rêvebirîya Şamê, li gel hemû dewletan, bi yek dengî û yek helwestî wek terefê kurdî bibin mixetab.
Yek ji avakar û mihendîsê esasî yê Mitabaqata Dihokê Rêzdar Serok Mesûd Barzanî bû. Di vê pêvajoya ku em tê de derbas dibin jî, em bawer dikin ku, Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, dikare li Rojavayê Kurdistanê roleke dîrokî bilihîze.
Rojnameya Kurdistan 10- Pêwendiyên we ligel Partiya Demokrata Kurdistan- Sûriya PDK-S hene? Û hun ji asta pêwendiyên xwe razî ne (heger hebin)?
Mustafa Ozçelîk 10: Em wek PWK, Partîya Demokrat a Kurdistan- Sûriya (PDKS) wek partîyeke dost û nêzî xwe dibînin. Peywendîyên me di asta herî bilind de ne. Li Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê, Tirkîyeyê û Ewropayê gelek caran em hevdîtinan bi hev re dikin. Helbete ku emê bixwazin ku peywendîyên berdewam û berhemdartir bin.
Rojnameya Kurdistan 11- PiÅŸtî zêdetirî 60 salan rejîma Be’is li Sûriyê ligel malbata Esed ketin ku bi hesin û agir desthilata vî welatî dikirin, û piÅŸtî ÅžoreÅŸa Sûriyê ya ku ev dema nêzîkî 14 salan berdewam bû, hun dosya Sûriyê çawa dixwînin taybet piÅŸtî desthilat kete destê Desteya Tehrîr ElÅŸam(HTÅž)?
Mustafa Ozçelîk 11: Îrade û biryara pêşeroja Sûrîyeyê, dîyare ku ne di destên gelê Sûrîyeyê de ne. Rûxandina Rejîma Esadî, beşek e ji şikandina projeya Hîlal a Şîe û şikandina Dewleta Îranê. Şikandina hêza Îranê di berjewendîyên her çar perçeyen Kurdistanê de ye. Rûxandina Rejîma Esadî wek esasî bi mitabaqata Emerîka, Fransa, Rûsya, Brîtanya, Turkîye, Qeter, Urdinê pêk hatîye. Nuha gelek wezîrên Esadî li gel HTŞyê ne. Ev jî nîşana wê yekê ye ku, lihev kirin û projeyeke berfireh heye. HTŞ, bi sere xwe tu hêzeke wê ya ku bikaribe Sûrîyeyê îdare bike tune ye. Piştî ku Donald Trump were ser hikûm dê sîyaseta Emerîkayê hîn zelaltir dîyar bibe. Tirkîye nuha li Sûrîyeyê xurt e. Turkîye heta ku ji destê wê bê dê nexwaze û nehêle ku kurd li Rojavayê Kurdistanê destkeftinên baş bi dest bixin. Lê ez di we qeneetê de me ku berjewendîyên Emerîka, Îsraîl, Fransayê dê nehêle ku kurd di bin lingan de bipelçiqin. Helbete ku klîda destpêkê dê tifaqa di nav kurdan de be.
Sûrîye dê zû bi zû negihêje aramîyekê. Ji xwe îdareya Sûrîyeyê dê zêdetir di destê mitabaqata dewletên mezin û hinek dewletên herêmê de be.
Rojnameya Kurdistan 12- Hun çawa li ezmûna Herêma Kurdistanê temaşe dikin ji bo çespandina bingehên Kurdistanê, û xebat ji bo dozên netewî Kurdistanî?
Mustafa Ozçelîk 12: Herêma Kurdistanê weke herêmeke federe, Dewleta Tirkîyeyê, Îranê jî di nav de, ji alîyê hemû dewletên cîhanê ve hatîye qebûl kirin. Ev jî destkeftineke hemû kurdên cîhanê ye.
Herêma Federe ya Kurdistanê, stargeh û destkeftineke hemû kurdên cîhanê ye. Divê em hemû kurdên cîhanê jî, li Herêma Federe ya Kurdistanê xwedî derkevin, destkeftinên wê biparêzin, rêzê li desthilatdarî, meşrûîyet û biryarên Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêza Pêşmerge ya Herêma Federe ya Kurdistanê bigrin. Li gel ku hêza pêşmerge û gelek dezhegên Herêma Federe ya Kurdistanê, nehatine yek kirin û di fiîlîyate de sîstema du îdareyî heye, li gel gelek pirsgirêkên aborî û civakî hene jî; Herêma Federe ya Kurdistanê, li Rojhilata Navîn giraveke demokrasî û azadîyê ye. Li Herêma Federe ya Kurdistanê, azadîya dînî û mezhebî ji hemû dewletên Rojhilata navîn pêşdetir e. Li gel zimanê kurdî, Erebî, Tirkmenî, Suryanî, Ermenkî jî weke fermî hatine qebûl kirin û her pêk hate dikare bi zimanê xwe perwerdeyê bike. Li Parlamentoya Kurdistanê kotayeke taybet a Tirkmen û Asûrîyan heye. Li Rojhilata Navîn ev jî nimuneyeke rêzlêgirtina pêkhateyên etnîkî ye.
Parlamento, Serokatî, Hikûmet û Hêza Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê jî divê hesasîyetên hemû kurdên cîhanê bidin ber çavan û bi wê hişmendîyê tevbigerin ku Herêma Federe ya Kurdistanê hêvîya hemû kurdên cîhanê ye. Herêma Federe ya Kurdistanê, îspata wê yekê ye ku kurd dikarin welatê xwe îdare bikin û kurd dikarin azadîya xwe bidest bixin.
Em hêvî dikin ku li Başûrê Kurdistanê, hemû alî, bi hişmendîyeke neteweyî, niştimanî û bi tifaqeke stratejîk, hikûmeta nû pêk bînin da ku rê li ber firsendên li ber derîyê me ne vekin û destkeftinên heyî biparêzin, destkeftinên mezintir bidest bixin. Em hêvî dikin ku, Hikûmeta Nû ya Herêma Kurdistanê, çareserîya pirsgirêkên aborî û yên jîyanê yên gelê me yê Başûrê Kurdistanê weke mijara sereke bigre. Herweha em hêvî dikin ku hikûmeta nû, bi hişmendî û hestyarîyeke neteweyî, niştimanî, ji bo yek kirina hêza pêşmerge û hemû dezgeh û beşên îdareya Herêma Kurdistanê, ji bo bicîhanîna madeya 140î, gavên pêwîst bavêje.
Rojnameya Kurdistan 13- Hun çawa li rola Serok Mesûd Barzanî û Partiya Demokrata Kurdistanê PDK’ê li Herêma Kurdistanê dibînin? Û asta pêwendiyên we ligel wan çi ye?
Mustafa Ozçelîk 13: Ez di wê bawerîyê de me ku Rêzdar Serok Mesûd Barzanî ne bes Serokê Partî Demokratî Kurdistanê ye. Rêzdar Serok Mesûd Barzanî, herweha ji bo herçar perçeyên Kurdistanê û kurdên cîhanê jî merciîyetekî qebûlbar ê neteweyî ye.
Cenabê wî, di sala 1991ê de jî, di sala 2003yê de jî, di ava kirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê de roleke dîrokî lehîstîye.
Îro jî, herc û garantîya yekem a parastin û berdewamîya destkeftina Herêma Federe ya Kurdistanê ye.
Em wek Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) weke partîyeke bira, dost dibînin. Em weke PWK, xwe weke berdewamîya rêbaz û têkoşîna, Şêx Seîd, Seyîd Riza, Pêşewa Qazî Mihemed û Mele Mistefa Barzanîyê nemir dibînin. Di mijdara sala 2023yê de, bi serokatîya min, weke heyeteka PWKyê li gel Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û li gel Mekteb Sîyasî ya PDKyê me hevdîtinên fermî pêk anî. Di van hevdîtinan de Rêzdar Serok Mesûd Barzanî û li gel Mekteb sîyasî ya PDKyê bi awayekî germ, birayane, dostane pêşewazîya me kirin. Di van hevdîtinan de herdu partîyan biryar dan ku peywendîyên xwe bi berdewamî û pêşdetir bibin. Nuha jî peywendÎyên me yên li PDKyê di asteke gelekî baş de ye.
Rojnameya Kurdistan 14- Behsa guhertinên Rojhilat Navîn tê kirin. Hûn musteqbelê mintiqê, musteqbelê qezîya kurdî çawa dibînin. Di derbarê fikra Kurdistana gewre de hûn çi difikirin?
Mustafa Ozçelîk 14: Peymana Lozanê, bi ava kirina Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê û bi rewşa heyî ya li Rojavayê Kurdistanê derzeke mezin xwarîye. Her çiqas Tirkîye, Îran, Bexda bi midaxaleyên pir alî , dixwazin rê li berbigrin ku ev derz berfirehtir û kûrtir bibin jî, heger Kurd li her perçeyekî Kurdistanê yekgirtî bin, bikaribin berjewendîyên dewletên mezin û ên kurdan bigihînin hev; dê ev derz mezintir bibin û dê şikestên mezin li Peymana Lozanê bixin.
Miletê Kurd û welatê wî ji derveyî îradeya xwe hatine perçe kirin. Yekbûna Kurdistanê mafê meşrû yê miletê Kurd e. Ev jî, her çiqas wext û şêweyê wê ji nuha ve ne dîyar be jî, bes dikare bi îradeya gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê pêk were. Lê belê, heger em îro li rastîya Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn binerin; ne sîyaset û berjewendîyên dewletên mezin, ne helwest û sîyasetên dewletên herêmê yên ku beşeke Kurdistanê dagir kirine û ne jî rewş û hêza kurdan, di vê dema ku em tê de derbas dibin de, rê nadinê ku kurd bikaribin Kurdistaneke yekgirtî, azad ava bikin. Her perçeyekî Kurdistanê di qonax û merheleyên cuda cuda de derbas dibin. Em dibêjin îro di astên cuda cuda de bin jî, kurd bikaribin li her perçeyekî Kurdistanê statuyeke sîyasî, milî, cografî bidestr bixin ev dê serkeftineke mezin be. Serkeftin û destkeftineke li her perçeyekî Kurdistanê dê tesîreke erênî li perçeyên din jî bike.
Ji xwe îro li Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn gelek dewlet bes li ser kaxezê wek dewletên yekgirtî mane. Ne Iraq, ne Sûrîye, ne Lubnan, ne Lîbya, bi wê maneya xwe ya 40-50 sal berê , di eslê xwe de ne dewletên yekgirtî ne.
Ev jî tê wê maneyê ku dewletên mezin dixwazin nexşeya Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn ji nû ve çêbikin.
Helbete ku mesele ne bes meseleya Rojhilata Nêzîk û Rojhilata Navîn e. Pirsa enerjîyê pirseke esasî ye. Rikberîya di navbeya Emerîka û Çînê, di eslê xwe de, pirsgirêka esasî ya pêşerojê ye. Berjewendîyên Rûsyayê, berjewendîyên Brîtanyayê yên li herêmê, tesîreke mezin li herêmê dikin. Xeta enerjîyê ya Rojhilatê Behra Sipî, sebebekî esasî yê vê alozî û guhertinên li herême ne. Şerê Rûsya û Ûkraynayê faktoreke din ya rikberîyan e. Ev mijar gişt tesîrê li hevdu dikin. Her dewletek gava ku sîyaset û helwestekê dîyar dike, van faktoran giştî bi hev re dinirxîne û li gorî wê, berjewendîyên xwe birêve dibin.
Helwest û peywebdîyên dewletên mezin û yên herêmê yên îroyîn bi awayekî zelal careke din nîşan dide ku, di peywendîyên navdewletî de, hişmendîya esasî berjewendîyên dewletan e; pîvanên mirovahîyê, ehlaq, dostanî di dora herî dawîyê de ne. Dewleteke ku salek berê dewleta din wek dijmin didît; nuha dikare bibin dost û bi hev re helwestên hevbeş pêk bînin.
Divê kurd jî bi aqlê dewletbûnê tevbigerin. Kurd jî bêyî ku zerarê bidin miletekî din; divê di peywendîyên xwe yên navdewletî de berjewendîyên xwe yên milî esas bigrin. Divê kurd bikaribin ji rikberî û problemên di nav dewletan de jî, li gorî berjewendîyên xwe yên milî feydê werbigrin.
Îro gelek rîsk û xeterî jî, gelek firsend û şans jî li ber derîyê kurda ne. Destpêka rê li ber xeterîyan û bidestxistina destkeftîyan, li her perçeyekî Kurdistanê tifaqa di nav kurdan e.
Klîdeke esasî jî, di nava hêzên her çar perçeyên Kurdistanê û dîasporayê de, avakirin û hûnadina tor û mekanîzmayeke ku bikaribe koordînasyon, hemahengî, dîyalog, dan û stendin, lihevxwedîderketin, piştgirî, alîkarî, şêwra navxweyî, bi hev re dîyar kirina fikir û helwestên hevbeş e.
Rojnameya Kurdistan 15- Nirxandina te ji bo performansa medyayî ya Tevgera Kurd li Bakurê Kurdistanê çi ye û partiya we di nav de?
Mustafa Ozçelîk 15: Li gel wê sîyaseta Dewleta Tirkîyeyê ya ku hebûna miletê Kurd red kirîye û hemû hişmendîya Dewleta Tirkîyeyê li ser dijayetîya kurdan hatibe ava kirin jî; di ware xebatên sivîl, komel, partîyên sîyasî, rojnamegerî , dezgehên meslekî û demokratîk de, gelek îmkanên mezin ketine destên kurdan. Aşkereye ku di vê mijarê rewş û îmkanên kurdên Bakur û kurdên li Tirkîyeyê dijîn, ji rewş û îmkanên kurdên li Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê, ji kurdên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û li gorî dema Sedam Husênî de jî ji kurdên Iraqê û Başûrê Kurdistanê gelekî baştir û pêşdetir e.
Lê mixabin dîsa jî beşeke mezin ya medyaya kurdî di destê sîyaseta takekesî ya PKKyê de ye. Îmkanê medyayî yê mezin di destê alîyên neteweyî, niştimanî de tunene. Nuha li ser platformên digital hinek telewîzyonên kurdên bakur hene, lê beşdarên wê kêm in. Rojname û kovar gelekî kêm in.
Mixabin zimanê kurdî jî li Bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê di asteke gelekî kêm tê bikar anîn. Ev jî trajedîyeke mezin e.
Dinyaya îro, dinyaya medyayê ye, dinyaya platformên digital e. Pêwîstî bi medyayeke neteweyî ku bikaribe xwe bigihînî bi milyonan kurd heye. Ev jî îmkanên aborî jê re divê.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *