Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk: Divê em bikin û emê bikin

Li Nûneratîya Stenbolê ya PAKê, roja 19.08.2023yê civîneke danasînê ya di derbarê biryara yekitîyê ya PAKê û TDK-TEVGERê da hate li dar xistin.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, Cîhgirên Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun û Mehmet Gul, nûnerê TDK-TEVGERê Hamdûllah Akyol, revebir û endamên PAKê û TDK-TEVGERê, rêvebirê PSKyê Bahattîn Tûran, Serokê MAKOVê(Mağdur Kürt Öğrencileriyle Dayanışma Vakfı) Huseyîn Taysûn, Xwedîyê Medya Kîtabevîyê Selahattîn Bûlût, Serokê Komela Dîyarbekirîyan a li Stenbolê M. Alî Ateş, Rêvebirê KURD-KAVê Farûk Dure, sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd beşdarî civînê bûn.

Kurdistan TV û Kurdistan24 TVyê jî civîn şopandin.

Di destpêka civinê da Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun di derbarê armanca vê civînê da kurte axaftinek kir.

Paşê, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk, di derbarê biryara yekitîyê ya PAKê û TDK-TEVGERê da agahdarî da û got “Emê wek PAK û TDK-TEVGER di 9 û 10ê îlona 2023yê da li Amedê kongreya xwe ya yekitîyê li dar bixin û emê bi hev ra partîyeke nû ava bikin.”.

Mustafa Ozçelîk bal kişand ser wê yekê ku, li Bakurê Kurdistanê pêwîstî bi partîyeke xurt, girseyî ya milî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî heye û yekitîya TDK-TEVGERê û PAKê di vê rêyê da, gaveke girîng û dîrokî ye.

Mustafa Ozçelîk di berdewamîya axaftina xwe da weha got “Piştî ava kirina partîya me ya nû jî, emê herdem amade bin ku bi partî, tevger, rexistinên ku wek me, nêzî me difikirin ra bibin yek”.

Mustafa Ozçelîk bangî kadroyên serbixwe yên milî, demokrat, azadîxwaz, Kurdistanî kir, da ku bibin xwedî û beşeke vê partîya nû.

Mustafa Ozçelîk di axaftina xwe da girîngîya adreseke milî, demokratîk li Bakure Kurdistanê anî ziman û weha dewam kir:

“Ji ber ku HDP û HUDAPAR xwe wek partîyên neteweyî, Kurdistanî pênase nakin, li Bakurê Kurdistanê, pêwîstîyeke esasî jî ewe ku, divê li ser esasê prensîbên neteweyî, niştimanî ji derveyî van partîyan adreseke, platformeke milî, demokratîk Kurdistanî bê ava kirin.Ev adresa divê hem ji bo armancên stratejik, hem jî ji bo daxwazên acîl ên miletê Kurd xwedî bername be. Û divê ne li ser esasê dijminatîya van partîyan, lê bi parastina bernameya xwe û bi xebata di nav gel da xwe bi gel bide qebûl kirin. Ev adresa milî, demokratîk divê nekeve bin sîya sîyaset û helwestên ne neteweyî yên van partîyan, lê divê ji bo berjewendîyên miletê me, li gel her alîyekî peywendîdar, ji hemû dîyalogan ra jî vekirî be”.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di dawîya axaftina xwe da, got “Li gel hemû şerdên zehmet jî, li gel vê şikestina li Bakurê Kurdistanê heyî jî, divê em bi xwe û bi doza meşrû ya miletê xwe bawer bin.Divê bêwestan, bi biryardarî û bi fedakarî van tiştên ku em dibêjin û ji xwe ra dikin armanc, bi hêz û dînamîzma ciwanan, jinan û bi tecrubeya kadroyên Kurdistanî pêk bînin û emê pêk bînin jî”.

Piştî axaftina Mustafa Ozçelîk, beşdarên civinê, ji ber biryara yekitîyê TDK-TEVGER û PAK pîroz kirin, ev biryara wek biryareke biqîmet û hêja nirxandin û serkeftin ji wan ra xwestin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *