Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê bi xatûna Ursula von der Leyen, Seroka Komîsyona Ewropayê re encam da.
Di peywendiyê de, pêşhatên dawî ya rewşa aloz a herêmê û encamên şer hatin gotûbêjkirin. Herdu alî li ser hevkariya berdewam ji bo rûbirûbûna astengiyan de hevfikir bûn, herwiha tekez li ser girîngiya parastina aramî û çareseriya aştiyane ya kêşeyan kirin.
Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya piştevaniya berdewam a Yekîtiya Ewropayê li Iraq û Herêma Kurdistanê kir, herwiha dûpat kir ku Herêma Kurdistanê ne beşek ji alozîyan e û wek her car dê faktorek aramî û ewlehiyê be.
Ji aliyê xwe ve, xatûna Von der Leyen diyar kir ku aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê cihê girîngiya Yekîtiya Ewropayê ye û wek hevparekî girîng di herêmê de lê dinêre. Herwiha pêdagiriya Yekîtiya Ewropayê bi berdewamiya alîkariyên xwe de dûpat kir.


