Serok Barzanî û Wezîra Dewletê ya Almanyayê rewşa navçeyê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî îro 23ê Çile pêşwazî li Wezîrê Dewletê yê Wezareta Derve ya Almanyayê û Kordînatorê taybet ê Wezareta Derve ya Almanya bo karûbarên Sûriyeyê Tobias Lindner û şanda pê re kir.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyekê de da zanîn, di civînê de rewşa siyasî û ewlekarî ya navçe û Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin. Her wiha behsa metirsiyên terorîstan, rola aliyên Kurdî di pêşaroja welat de û parastina aramiyê û biştbestin bi rê û rêbazên aştiyane û diyaloga di navbera aliyan de hate kirin.

Derbarê pêşaroja gelê Kurd li Sûriyeyê de, Serok Barzanî bal kişand ser dîroka têkoşîn û azarên gelê Kurd li Sûriyeyê û tekezî li ser wê yekê ku pêwîst e aliyên Kurdî li Sûriyeyê bi hev re çarenivîsa xwe diyar bikin. Herwiha sîstema nû ya siyasî ya Sûriyeyê, têgihîştina wê ji rewşa gelê Kurd, daxwaz, maf û taybetiyên wî re hebe.

Her di vê hevdîtinê de, li ser rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û proseya diyaloga di navbera aliyên siyasî yên Herêmê de û pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê, bîr û ramanên xwe bi hev guhartin. Wezîra Dewletê di Wezareta Derve ya Almanyayê de, birêveçûna bi aştiyane ya hilbijartinan û beşdarbûna mezin a welatiyên Kurdistanê di hilbijartinên meha cotmeha borî ya parlamentoya Kurdistanê de, bi serkeftî û nimûneyî binav kir.

Her di vê hevdîtinê de, tekezî li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û Almanyayê de hate kirin û Serok Barzanî spasiya hikûmet û gelê Almanyayê kir, ku di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de alîkariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kiriye.

Şanda mêvan ji Serok Barzanî re ragihand, Almanya piştevaniya gelê Kurdistanê dike û di her şert û mercî de dê hevahengiyê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike. K24

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *