Serok Barzanî û balyozên 8 welatan li hev civiyan

Serok Barzanî li Bexdayê bi balyozên 8 welatên Eraban re civiya.

Serok Mesûd Barzanî piştî 6 salan çû Bexdaya paytexta Îraqê.

Ofîsa Barzanî ragihand ku Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya temasên xwe yên li Bexdayê de bi balyozên van welatan re civiya:

– Balyozê Kuwêtê yê Îraqê Tariq Abdulla Elferec

– Balyozê Qeterê yê Îraqê Sultan Mubarek Elkubeysî

– Balyozê Misirê yê Îraqê  Ehmed Semîr Hilmî

– Balyozê Behreynê yê Îraqê Xalid Ehmed Elmensur

– Balyozê Umanê yê Îraqê Şêx Mehmûd Elxirusî

– Wekîlê Balyozê Urdinê yê Îraqê Zêd Ebu Hisan

– Wekîlê Balyozê Erbistana Siûdiyê yê Îraqê Seîd Elqehtanî

– Wekîlê Balyozê Îmaratê yê Îraqê Mihemed Salih Eltinîcî

Li gorî daxuyaniyê, Serok Barzanî diyar kiriye ku li Îraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkan atmosfereke erênî heye û ew dikarin li ser bingeha wê rewşa nû bigihîn encamên baş ên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nehiştina astengiyan.

Serok Barzanî diyar kiriye ku dê dîtina çareseriyeke bingehîn bandorê li ser aramiya Îraq û herêmê bike.

Serok Barzanî bal kişand ser hebûna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê jî û ragihand ku divê hebûna wan di çarçoveya peyman û lihevhatineke niştimanî û liberçavgirtina berjewendiyên Îraqê de be.

Balyozan jî hêvî kiriye ku ziyareta Serok Barzanî bibe cihê xêr û aramiyê.

Balyozan herwiha aniye zimên ku welatên wan ji bo bihêzbûna ewlehî û aramiya Îraqê û çareserbûna problemên siyasî yên Îraqê piştgirên Îraqê ne.

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *