Serok Barzanî nameyek ji bo Parlemena Kurdistanê şand

Serok Barzanî nameyek ji bo Parlemena Kurdistanê şand

krp.org

Roja şemî 28.10.2017 Serok Mesûd Barzanî li nameyeke ji bo Serokayetiya Parlemena Kurdistanê de daxwaz dike dema Serokayetiyê neyê dirêj kirin û babeta Serokayetiyê bê çareser kirin û ne amadeye jî piştî temambûna dema Serokayetiyê li posta Serokê Herêma Kurdistanê de berdewam bê.
Eve jî naveroka nameya Serok Barzaniye ji bo Serokayetiya Parlemen:

Ji bo Serokayetiya Parlemena Kurdistana birêz

Silavekî germ..

Li gor fermana Herêmî ya hejmar (128) li 12ê 7a 2017 me daxwaz kiribû hilbijartinên Parlemen û Serokayetiya Herêma Kurdistanê li roja 01.11.2017 bê encamdan. Lê belê ji ber sedemên siyasî û emnî û teknîkî û nebûna berbijêrê Serokayetiyê, Komîsyona Bilinda Hilbijartin û Rapirsiyê, amadekariyên ji bo her dû hilbijartinan rawestand û li 24ê 10ê 2017 li Parlemena Kurdistanê da temenê Parlemen û Hikûmeta Herêma ji bo demeke dû xulên yasadananê hate dirêj kirin.

Di derbarê posta Serokê Herêma Kurdistanê, li piştî 01.11.2017 berdewambûna xwe ya li wê postê red dikim û nabê yasaya Serokayetiyê bê hemwar kirin yan temenê Serokayetiya Herêma Kurdistanê bê dirêj kirin. Pêwîste bi zûtirîn dem kom bibin bo ku valahiyeke siyasî li erk û desthilatên Serokê Herêma Kurdistanê de dirust nebê û ev babet bê çareser kirin.

Ez jî wekî Mesûd Barzanî Pêşmerge li nav cemawerê xweragirê gelê me û Pêşmergeyên azîz de li xebat û têkoşîna bi destxistina mafên rewayên gelê me û parêzgerîkirina li destkeftên mîlletê me de berdewam dibim.

Mesûd Barzanî
28.10.2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *