Serok Barzanî: Ku ne ji Amerîkayê bûya desthilatdarên niha dê nikarîba Îraq bi rê ve bibira

Serok Mesûd Barzanî got, “Ku ne ji Amerîkayê bûya desthilatdarên niha dê nikarîba hikim li Îraqê bikira.”

Serok Mesûd Barzanî li navçeya Selahedînê ya Hewlêrê Karguzarê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê David Berger qebûl kir.

Ofîsa Serok Mesûd Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di hevdîtinê de pêşhatên dawî yên Îraq û herêmê, metirsiya terorê, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê û astengiyên ku derketine hatin gotûbêjkirin.

Serok Barzanî diyar kir ku divê hemû alî li gorî destûra ku bi dengên gelê Îraqê hatiye qebûlkirin tevbigerin.

Herwiha Serok Barzanî tekez kir ku divê sazî û statuya Herêma Kurdistanê bê parastin.

Serok Barzanî got, “Nabe destêwerdaneke nedestûrî di proseya yasayî ya Herêma Kurdistanê de bê kirin.

Eger di destûra Îraqê de cudahî di navbera yasayên Herêma Kurdistanê û yasayên Parlamentoya Îraqê de hebe, dê yasayên Herêma Kurdistanê di pêşiyê de bin.”

“Divê bi hincetan hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê neyên astengkirin”

Li aliyê din Serok Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê wiha got, “Divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin û rê li ber pêvajo û tedbîrên hilbijartinê neyê girtin û bi hincetên nedestûrî neyên astengkirin.

Ji ber hincetên îtîrazên qanûnî divê hilbijartin neyên paşxistin.”

Serok Barzanî amaje bi hilbijartinên Serokatiya Parlamentoya Îraqê kir û tekez kir ku ew piştgiriyê didin civaka Sunî ku bi lihevkirina di navbera xwe de namzedekî destnîşan bikin.

Barzanî diyar kir ku ew dixwazin hemû alî ji bo serkeftina proseya hilbijartinan parlamentoyê bi Suniyan re hevkariyê bikin.

Serok Barzanî bi bîr xist ku hebûna Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî li Îraqê pirseke niştimanî ye û ne mijareke ku tenê alîyekî eleqedar dike.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku divê ev mijar bi diyaloga ligel Hevpeymaniya Navneteweyî bi rêya wezaretên pêwendîdar û saziyên fermî yên Hikûmeta Îraqê were çareserkirin.

“Gefa terorê berdewam e”

Li aliyê din Serok Barzanî got, “Pêwîst e hemû civakên Îraqê zanibe ku hîn gefa vejîna terorê berdewam dike.”

Herwiha Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku pêwîst e hemû alî piştevaniya pêvajoya diyalog û rêkeftina di navbera Hikûmeta Îraqê û hevpeymaniyê de bikin.

Barzanî tekez kir ku ev mijar ne erkê parlamentoyê ye û diyar kir ku divê berjewendiyên Îraqê ji danûstandinên siyasî bên paqijkirin.

Serok Barzanî amaje bi wê yekê jî kir, ku pêwîst e li ser vê mijarê gav bên avêtin û aramî, ewlehî û encamên wê û hevsengiyên navçeyî li ber çavan bên girtin.

Serok Mesûd Barzanî di dawiyê de got, “Hemû alî jî baş dizanin eger Amerîka rejîma berê ne rûxandiba û di pêvajoya azadiya Îraqê de alîkariya Îraqiyan nekiriba, ewên ku niha li Îraqê desthilatdar in ti demekê nedikarîn hikim li Îraqê bikirina.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *