Serok Barzanî cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyan pîroz dike

Serok Barzanî di peyamekê de cejna Rojiyên Êzî li Êzidiyan pîroz kir û got: “Cihê şanaziyê ye ku Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyan û aştîxwaziyê di navbera hemî pêkhatên ayînî û neteweyî de ye.”

Peyama Serok Barzanî:

Bi Navê Xudayê Mezin û Dilovan

Bi helkefta hatina cejna Rojiyên Êzî, ez pîrozbahiyeka germ li xûşk û birayên Êzîdî li Kurdistanê û hemî cîhanê dikim.

Ez hîvîdar im ev cejin xweşî û bexteweriyê ji bo tevaya xûşk û birayên Êzîdî bînit û xûşk û birayên Êzîdî hemî cejin û helkeftên xwe bi aramî û dilxweşî bigêrin.

Cihê şanaziyê ye ku Kurdistan welatê birayetî û pêkvejiyan û aştîxwaziyê ye di navbera hemî pêkhatên ayînî û neteweyî de û pêtivî ye ev ferheng kûrtir û berifrehtir bibit.

Bimînin di xêr û xweşiyan da.

Mesûd Barzanî

18ê Kanûna Êkê 2025

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *