Her miletekî sembola wî heye; yanî ala wî heye.
Li gor taybetî û nirxên wî milet û welatî, al tê dîzayn kirin û di hemî qadan de temsîliyeta wî milet û welatî dike.
Ala di qada şerî de, di qada navneteweyî de, di serhildan û xwepêşandanan de, di rojên taybet û cejnên neteweyî de bi serbilindî û serfirazî tê liba kirin.
Çawa ku di cejnên neteweyî rojên taybet de, bi kêf bi şahî û bi coşek bê hempa tê liba kirin û bikaranîn, her wiha li dijî êrîş neheqî û tehdîdên li ser welat û miletê wî jî tê kirin, bi ala xwe helwestek niştimanî nîşan dide.
Belê miletê Kurd di newroza 2025 an de, li her çar perçeyên Kurdistanê û li Awropa yê, bi taybetî li Koln ê qadên newrozê, bi ala rengîn dagirtin û bi hemî cîhanê dane zanîn ku, kurd yek milet in û bi kuştin, bi jenosîd û kîmyabaranê ji holê nayên hilanîn û bi paradîgma û taktîkan nayên xapandin.
Cihê şermê bû ku di cejna netewa kurd de, di newrozê de flamayên partî, rêxistin, tevger û serokên çepê tirka û nîşanên çepîtî û îdeolojiyên ku ji xeynî zirarê tu tiştek negihandîye doza serxwebûna Kurdistanê, dihate hildan.
Cejna netewa kurd newroz dibû cejna xwe nîşadan a tevger û rêxistinên cûrbecûr. Li qada Newrozê her alîyekî propaganda xwe dikir û newroz ji ruhê xwe yê niştimanî, ji vejîn, nubûn û serhildanê dûr diket. Lê pîrozkirina newrozê ya li qada şex Seîd ku ji alîyê PWK PSK HAK-PAR Û PDK BAKUR ve hat organîze kirin û pîrozkirin, newroza li Bazîdê li ser gora Ahmedê Xanî ku ji alîyê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) ve hate organîzekirin û newroza Kolnê ku ji alîyê diyasporayê hat organîzekirin li gor ruhê Newrozê û nirxên kurdi bû.
Hejmareke mezin yê berbiçav alaya rengîn, di Newroza Amedê û li tevaya bakurê Kurdistanê xuya kir û bi şewqa roja xwe, hemû nîşaneyên îdeolojîyên ku zîyanê dida doza niştimanî bê deng kir. Ji ber wê gelek bal kişand û bû cihê dilêşîya dagirkeran.
Hetta dagirkerekî bê hed, ku serokê ÅŸaredariya bajarê mezin a ankerê Mansur YavaÅŸ e ku li dijî Alaya Rengîn zimandirêjî kir û got: “paçavra.” Heqareta Mansur YavaÅŸ ya dijî ala neteweyî, nîşana hiÅŸmendiya dewleta dagirker e ku ev sed sal e ku bi heman aqlî, bi tune hesibandin, heqaret û bi zimanê tehdîdê dixwaze statûkoya xwe ya heyî biparêze û dagirkirina Kurdistanê berdewam bike. Lê ewê biser nekeve û ewê têk biçe!
Hildana ala neteweyî û geşbûna hişmendiya neteweyî nîşana vejîna miletê Kurd e. Di newroza 2025 an de Ala Rengîn bi serket û îdeolojî û flamayên ku zirar û ziyanê dida doza niştimanî têk çûn.
Bi xêr hatî ala rengîn û hişmendîya neteweyî!