Şerê Îsraîl û Filistinê û Sosretîya Kurdan

Siddik BOZARSLAN

Di 10yê gulanê da agirê nevemirî yê navbera cihûyan û filistinîyan ji nûve gur bû û ev agir ji du hefteyî zêdetir derdorê şewitand. Li gora nûçeyên çapemenîya cîhanê, Hamasa Filistinî roketan avêtine alîyê Îsraîlê û li ser avêtina wan roketan, Îsraîl jî bersiv daye û bi hêzên xwe yên hewayî, bejayî û avî hêla Gazayê dane ber bombebaranê. Tê gotin ku bi hezaran roket hatine avêtin bo Îsrailê û bi dehan birîndar û mirî çêbûne û di êrîşên Îsraîlê da jî, ji dusedî zêdetir filistinî hatine kuştin ku zarûk û jin jî di nav da hene. Loma pêwistî pê heye ku mirov bi kurtayî behsa qewimînên dîrokî jî bike.

Ji avakirina Dewleta Îsraîlê ku rastê 1948an tê, virve şola ku di navbera israilîyan û filistinîyan da heye, hê jî çareser nebûye û car caran ev şol hatîye qonaxeke ber çareserîyê. Lê di vê pêvajoya 70 salî da ji her du alîyan jî kargêrên fanatik li gora menfeetên xwe yên grubî tevgerîyane û nexwestine ku şola heyî çareser bibe. Di vê merhaleya dawîyê da kargêrîya Hamasê û Netanyahu jî du alîyên fanatik in ku li gora realiteya heyî rîya çareserîyê nîşan nadin. Lê di alîyê enîya musulmanan da jî gelek dewlet wek Îran û Tirkîyê dikevin nav hewildanan ku şola heyî zêdetir tevlîhev bibe û çareser nebe. Ji ber ku gelek dewlet dixwazin ku hebûna Îsraîlê ji ser nexşeya cîhanê were rakirin ku ev bi xwe ra qirkirina qewmî ya cihûyan tîne. Li hemberî van dîtinên hovîtîyê Îsraîl jî mecbûr dimîne ku hebûn û ewlekarîya xwe biparêze. Û em bixwazin nexwazin wek di hemî şeran da di vî şerî da jî yên ku zêdetir xisar digihîşe wan, zarûk û jin û xelkên sivil ên ji rêzê ne.

Piştî van haydarîyan em dikarin bizivirin ser şolên dîrokî ku îro gelek musulmanên bêaqil ku ne ereb in, xwe jibo Kudusê didin kuştin, lê Kudusên ku li ber derîyên wan in, qet û qet nayê bîra wan, wek ku kurdên me yên dîn û aware nîşan didin; ew ji bîr dikin ango qet naynin bîra xwe ku jibo me kurdan Mahabad, Kerkûk, Hewlêr, Qamişlo, Efrîn, Dîyarbekir, Mêrdîn, Wan û Riha û gelek bajarên dî her yek ji wan Kudus in û di bin dagirkerîya kolonyalistên Kurdistanê da ne (Hewlêr ne tê da). Dîsa van bêaqilên me ji bîr dikin ku  demek berê peymanek di navbera Dewleta Îsraîlê û gelek Dewletên Ereb da hat çêkirin. Loma îro zêde deng ji wan dewletan dernakeve da ku şerê Îsraîlê û Filistinê geş nebe yan were rawestandin. Yanî yên xwedîyê şolê yên esasî ne, deng nakin, lê em xwe li ber baranê û berfê şil dikin. Divê kurd qet ji bîr nekin ku ew heta azad nebin û nebin xwedîyê dewleta xwe; ew nikarin bibin musulman jî û dawa dînek jî bikin, li ber Xwedê jî tu qîmeta wan tune ye.

Perestgeha Hz. Silêman (Emewîyan navê Mescid-i Aksa lêkirine), Berîya Mîladê (BM) di 950yan da ji alîyê Hz. Silêman ve jibo xatira bavê xwe Pêxember Dawud hatîye çêkirin û loma ew ewilîn car bûye Perestgeha Cihûyan. Ev rewş bi sed salan/hezar salan hatîye domandin. Li gora kitêbên muqaddes nivîsîne, Pêxember Davud jî wek secere nebîyê nehemîn ê kurê Pêxember Yakub e ku navekî wî yê dî Îsraîl an Yahuda ye, loma ji wî qewmî ra Benî Îsraîl an bi gotina îroyîn cihû hatîye binavkirin.

Ev perestgeh di sêsed salîya xwe da rastê êrîşên Qiralê Babîlê Nabukadnezarê II.yem hatîye; ji bil dîwarek tevayî xirabûye. Ev perestgeh ji alîyê Qiralê Îranê Kirosê II.yem (Kuroş) yê Zerdûştî ve dîsa hatîye çêkirin. Lê ew çend carên dî jî di êrîşan da hatîye xirakirin. Piştî ku Kudus ji alîyê Xelîfe Omer ve di 638an da hatîye zebtkirin, ev perestgeh ji nûve hatîye çêkirin. Yanî ji dîrokê tê famkirin ku ev perestgeh 1600 sal berîya îslamîyetê hatîye çêkirin û bûye cîyê tewafkirinê.

Wekî ku dîrok nîşan daye, ev cî ji dema Hz. Silêman heta dema Hz. Muhammed ji alîyê gelek qewman ve wek cîyê îbadetê hatîye bikaranîn. Bi tabîreka dî ew der bûye cîyê pirolîtî ku digel hev jîyane. Nivîsa ku Sultanê Osmanî Kanunî Sultan Suleyman li ser derîyê Kudusê daye nivîsîn jî gelek balkêş e. Ew nivîs ev e: ”Eşhedu en Lailahe Îllallah/ Weeşhedu enne Îbrahimeden Resullullah!” Yanî di şûna navê Hz. Muhammed da navê Hz. Îbrahîm hatîye nivîsîn ku Hz. Îbrahîm kalê hemî musulmanan jî tê qebûlkirin. Piranîya musulmanên kurd ên bêqail haya wan ji vê rastîyê jî tune. Loma min pêwist dît behsa wê nivîsê jî bikim. Lê bi îslamîyetê ve qîblegeha musulmanan ”Kabe” hatîye qebûlkirin. Dîsa li gora kitêbên muqaddes Tewrat û Qur´anê, cîyê cîwarbûn an welatê cihûyan (Benîîsraîl ku nebîyê Hz. Îbrahîm, Pêxember Yakub in ) Urdun, Surîye û Filistinê digire nav xwe ku jê ra ”Welatê Ken´an” hatîye gotin.

Wek dîrokê nivîsîye Xaçparêzan di 1095an da bajarê Kudusê xistin bin fermana xwe û ew der 88 sal di bin hukmê wan da ma. Balkêş e ku xaçparêzan qirkirineke mezin li ser cihûyan pêkanî û yên ku dikaribûn birevin, ji Kudusê rêvîyan û bi wî awayî ji mirinê rizgar bûn. Lê bi ya min herî balkêş ev e ku Selahaddin-î Eyyubî, piştî ku fermandarîya Kudusê xist destê xwe; ew qasidê xwe rêkir ber cihûyan û ji wan xwest ku  divê ew  werin ser erdê xwe yê muqaddes û bi vî awayî cihûyên ku ji mirinê xilas bûbûn zivirîn ser erdê bav û kalên xwe. Selahaddîn-î Eyyubî zanibûye ku Kudus û Mecsid-î Aksa jibo cihûyan muqaddes in û divê xwedîyên eslî werin cîyê xwe û loma karekî baş kir ku cihûyan zivirand Kudusê. Divê neyê jibîrkirin ku yek ji wan damezroxên Dewleta Îsraîlê jî kurdekî ye.

Mixabin gelek kurdên me yên bawermend, naxwazin vê rastîya dîrokî bibînin û loma di nivîsên xwe da jî behsa gelek rastîyan nakin. Bi ya min kurdên me yên ku li ser navê musulmantîyê dijminatîya cihûyan û Îsraîlê dikin, bi awayên cuda  xizmetkarîya xwe jibo navendên kolonyalistên Kurdistanê tînin şûnê. Lê mixabin xizmetkarên dijminê me ne tenê ew bêaqilên musulman in, digel wan li ser navê laikî û çepîtîyê jî yên ku dijminatîya Îsraîlê dikin; ew jî bi heman navendan ra girêdayî ne. Van kurdên me yên ku xulamîya tirk û ereb û farisan dikin; qet naxwazin bibînin ku ji roja ku dewleta Îsraîlê çêbûye virve, li Îsraîlê digel zimanê cihûyan (îbranî), zimanê erebî jî wek zimanê resmî hatîye bikaranîn. Wek pratika 70 salî nîşanê me  dide, li nav civata filistinîyan ziman, mekteb, zanîngeh, enstitu, weqif, radyo, televizyon, rojname, kitêb, perwerde, karmend û memûr, hemî dezgahên wan bi erebî ne û digel wan ew xwedîyê hukumet û parlamentoya xwe ne jî. Yanî bi awayek ew di nav xwe da wek dewletek dijîn. Lê kurdên me yên ku xulamîyê dikin, xwedîyê tu tişteke neteweyî û demokratik nînin…

Yên ku ji xwe ra kurd dibêjin, gelo ew ji xwe dipirsin ka çîyê wan heye? Gelek zelal e ku tu tişteke wan tune ye. Wek em dê li jêr bibînin, qîmeta kurdan jibo dagirkeran, qasî qîmeta heywanan jî tune ye. Ji ber ku hemî heywan bixwe xwedîyê navan in, lê kurd xwedîyê navê xwe jî nînin.  Mixabin helqeya xizmetkarîya koledaran hew qas mezin e ku kurd heta nuha loma nikaribûne dewleta xwe ava bikin.

Di binê ronahîya dîrokê û kitêbên muqaddes da dema mirov li şola îroyîn bînêre ku di nava cihû û filistinîyan da rûdaye û çareser nebûye; ev erdên ku îro li ser şer tê kirin, ji filistinîyan zêdetir erdên cihûyan e. Bi taybetî kurdên me yên nezan û bêaqil ku di rastîya pratikê da nebûne kurd û kirasê îslamîyetê li wan hatîye lêklirin; van belengazan gelek sûre û ayetên Qur´anê jî naynin ber çavên xwe an haya wan ji vana tune ye. Loma ez dê li jêr çend ayet ji Qur´anê raxînim pêşberî wan.

Cihûyên ku 650 sal BM ji qetlîamên Qralê Babîl ji neçarîyê koç kirine; hin ji wan xwe avêtine bextê Împaratorîya Meda, hinên din jî koletîya Qralê Misrê Firavun qebûl kirine û hatine kuştin. Yên ku ji Firavun revîyane li ber Derya Sor ji alîyê Hz. Musa ve hatine xilaskirin û hêzên Firavunê Misrê jî di deryayê da xeniqîne. Paşê jî cihû rastê êrîş û qetlîamên Romayîyan hatine. Welhasil piştî gelek qetlîam û zulman, cihû mecbûr mane ku welatê xwe erdê Filistinê biterkînin.

Di 1881an da piştî kuştina Çarê Rusî  Aleksandrê II. yan: li Rusya û Polonyayê qirkirinên mezin hatine serê cihûyan. Loma gelek cihû mecbûr mane ku koçê Amerikayê, Ewrupayê û gelek welatên cîhanê bikin. Dema cihûyan despêkirin ku herin li Filistinê cîwar bibin ku ew der jibo wan muqaddes bûye; ew rastê êrîş û qetlîamên dewletên ereban wek Misir, Suriye, Îraq, Urdun û wd hatine. Di 1897an da ji alîyê  Theodor Herzl ve bi navê “Siyon” (Filistin) tevgereke neteweyî  hatîye çêkirin.  Her çiqas di despêkê da ev fikrê T. Herzl zêde piştgirî li nav cihûyan nesitandibe jî, piştê qirkirina mezin ku li Almanyayê hat serê cihûyan û 6 milyon cihû ji alîyê rejima Hitler ve hatin kuştin (hin çavkanî 4,2 milyon dibêjin), ev fikrê ku divê dewleteka Îsrailê were çêkirin, her ku çû xurtir bû. Ji ber ku teda û zulm û qirkirinên ereban, rusan ,osmaniyan û ewrupîyan ku ji despêka sedsala XIX.an ve ketibûn jîyanê, gihabûn tîtalekê û bûbûn merhaleya dawîyê.

Cihû qewmekî zîrek, jêhatî û biaqil bûne û di bazirganîyê da jî serketî bûne. Loma ew cîyên ku lê jîyane, di warê abûrî, civatî û sîyasî da jî bûne xwedîyê rolên giring. Lê mixabin wek di pratika jîyana wan da hatîye dîtin; ev zîrekîya cihûyan bûye bela serê wan û bûye sedemên qelek qirkirin û teda û zulm û koçberkirina wan ku kargêrîyên wan welatan van hovîtîyan pêkanîne. Ji ber ku li her derên ku cihû lê jîyane û halên wan ên abûrî baş bûne, kargêrîyên wan welatan digel gelek tebeqeyên wê civatê, ji cihûyan hesûdî û çavnebarî kirine û loma gelek caran êrîşên mal û milkên wan kirine, dest danîne ser dewlemendîyên wan û di van hewildanan da jî wan bi hovane kuştine.

Van trajedîyên ku di demên dirêj da hatine serê cihûyan, ev zêdetir bala Theodor Herzl kişandîye û loma ew wek rojnamevanekî cihû li gelek deran gerîyaye, bi dewlemendên cihûyan ra bi hûrgilî axifîye û ji wan ra gotîye ku ”Hûn çi qas dewlemend jî bin, heta ku dewleteka we tune be, hûn dê nikaribin wê dewlemendîya xwe jî û ewleyîya canê xwe jî biparêzin û wd…” Loma îro jî di serî da Hamas û Hizbullah, gelek dewletên ereban digel Îranê û dewletên musulman dijminatîya cihûyan û dewleta Îsraîlê dikin. Heta ku ji destên wan were ew dê hewl bidin ku dewleta Îsraîlê û gelê cihû ji navê rakin.

Nuha bi hezaran roketên/fuzeyên ku avêtine Îsraîlê, guman tune ku ew yên Îranê ne. Eger ji destê tirkan were, ew jî naxwazin ku cihû li vê cîhanê di binê rojê da bijîn. Balkêş e ku heman dewlet (64 dewlet) û hêz ku xwedîyê 1,5 milyar nufûs in, ew nahêlin ku li binê vê rojê kurd jî wek hemî qewman, civatan, neteweyan bijîn û bibin xwedîyê dewleta xwe ya serbixwe. Bi tabîreka dî kargêrîyên1,5 milyar însan naxwazin ku li vê cîhanê neteweyên cihû û kurd bijîn û xwedîyê mafên xwe yên demokratik û neteweyî bin ku her wek hemî neteweyan.

Di encama Şerê Şeş Rojî ku di 1967an da di navbera Îsraîlê û dewletên ereban da qewimîbû; di serî da Rojavayê Kudusê, ji Misrê, Urdunê, Lubnan û Surîyê gelek erd Îsraîlê xiste destê xwe.  Di vê pêvajoyê da gelek filistînî jî bi muqabilê pereyeke mezin mal û milkên xwe firotin îsraîlîyan. Lê van filistinîyan li hemberî raya giştî ya cîhanî propaganda kirin ku Îsraîlê bi zorê û kotekan erdên wan ji wan sitandine. Lê ji damezrandina Dewleta Îsraîlê di 1948an da û pêve 22 dewletên erebî digel 400 milyon nufûsa xwe digel 42  dewletên musulman ku nufûsa hemîyan li cîhanê 1,5 milyar e, heta nuha nikaribûne pişta dewleta Îsraîlê daynin erdê ku nufûsa wan jî 8,5 milyon e.

Piştî ku di navbera Hamasa Filistinî û rêvebirîya Îsraîlê da şer despêkir; berî hemî dewletên herêmê Dewleta Tirkîyê û serokê wê R. T. Erdoğan bang li hemî muslumanên cîhanê kir ku piştgirîya filistînîyan bikin. Li ser banga tirkan û propaganda çapemenîya wan li gelek bajaran bi girseyî xelk derketin kolanan ku di nav van bajaran da yên wek Dîyarbekir, Wan û derên dî hebûn ku xwedêgiravî herêmên kurdan in. HDP jî ku bi rayên kurdan çûne TBMM, digel partîyên dewleta tirk, Îsraîlê protesto kirin. Ji çapemenî û medya elektronik mirov têdigihîşe ku gelek kesên derdorên PKK, Îsraîlê protesto dikin û piştgirîya filistinê dikin. Balkêş e ku heman derdorên xwedêgiravî kurd li dijî Amerika jî rawestîyan ku çima ew hêzên xwe dibin Îraqê.

Wek em pê dizanin, ji vir çend sal berê li Tirkîyê ji alîyê Wekfa Alîkarîya Însanî kampanya li dijî Ambargoya li ser Gazzayê hat lidarxistin û bi navê Keştîya Şîn a Marmarayê grubek hat rêkirin bo Gazzayê. Li herêmê pevçûn çêbû û dora deh kesên ji Tirkîyê çûbûn hatin kuştin ku yek ji wan ji Amadê çûbûn. Îsraîl, tazmînata mirîyan da. Tirkîye, jibo dadgehkirina qessasan, doza ku hatibû vekirin, dev jê berda û  têkilîyên xwe yên bazirganîyê û diplomatik ji nuve xurt kirin. 19 sal e ku AKP li ser hukum e û dualî dilîze. Di vî demî da Tirkîye bazirganîya xwe digel Îsraîlê ji sedî birîye radeya 340î. Yanî zirt û qêrînên Erdoğan hemî wek tiyatroyek bû. Dema Îsraîlê biryar da ku Kudus dibe Paytexta Îsraîlê, Erdoğan careka dî qêrînî kir, lê ew jî wek her demî şanoyeka pêkenînê bû. Li ser vê biryara Îsraîlê Amerika di 14yê gulana 2018an da Wezareta xwe neqlê Kudusê kir û Tirkîye dîsa nikaribû tiştek bike.

Tê bîra me ku jibo qirkirina Enfalê û Halepçeyê Yaser Arafat gotibû ku ”Ev şola nav Îraqê ye, em hurmetê jê ra dikin.”, yanî serokê filistînîyan rasterast piştgirîya qetlîamên Saddam Huseyîn kiribû. Serokê wan yê nuha Mahmut Abbas jî jibo referanduma kurdan, ”Hebûna kurdan jibo herêmê dê bibe xeterek (vahim)” gotibû ku ev tespît bi serê xwe li dijî neteweya kurd nejadperestîyek e û tespîteka hovane ye. Hin xwendevan pê dizanin di dema Enfalê da bi dehhezaran xortên filistinî, di nav hêzên girêdayê Mesud Recavî an bi naveke dî Mucahidin da digel eskerên Baxdayê li dijî kurdan şer kirin, di beşdarîya qirkirinan da cî girtin û li ser navê ”şerefa jinan” di avayîyên taybet da tecawuzê keç û jinên kurd kirin. Van filistinîyan, li meydanên xwe (li Filistinê) peykerên Saddam çêkirin û bi vî awayî jî piştgirî û hezkirina xwe ji wî xwînxwarî ra nîşan dan.

Ev kurdên me yên ku duh li hemberî Amerika piştgirîya Saddam kirin û îro jî li hemberî Îsraîlê piştgirîya filistiniyan dikin; navên  van partiyan çi dibin bila bibin, bi kirinên xwe, bi gotin û emelên xwe ew bûne xizmetkarên katilên xwe û ji kirasê kurdîtîyê dûr ketine, bûne dijminê serê xwe ku kew jî weha tînin serê cinsên xwe. Di şola cihû û ereban da jî divê kurd piştgirîya cihûyan bikin her wekî ku Selahaddin-î Eyyubî li Kudusê li cihûyên ku ji qirkirina Xaçparêzan revîyabûn, xweyîtîyê kir û wan li wir bicîkir. Helbet ev nayê wê maneyê ku em di çarçoveya internasyonalîyê da li dijî doza filistinê bin ku ew qedera xwe bi destê xwe divê taîn bikin.

Di vî derbarî da mirov dikare çend mîsalên dî nîşan bide. Di 1982yan da dema Îsraîlê êrîş bir ser Beyrûdê, hêzên PKK digel filistinîyan li dijî Îsraîlê şer kirin. Di wê demê da hema bêje tevayîya partî û rêxistinên Bakurê Kurdistanê, dostanî û piştgirî jibo Filistinê nîşan dane û li dijî Îsraîlê û Siyonizmê rawestîyane. Lê balkêş e ku filistinî û rêxistinên wan wek Rêxistina Rizgarîya Filistinê (RRF- FKO) tu car dostanî jibo doza kurdan nîşan nedane. Filistinîyan tu car rexne li Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Suriyê nexistine ku çima teda û zulmê li kurdan dikin. Filistinîyan dema li Ankarayê Buroya Nûnerîyê vekirîye, soz dane tirkan ku piştgirîya doza kurd nekin û têkelê şola kurdî nebin. Nufûsa filistinîyên ku di bin kargêrîya Îsraîlê da dijîn derdora 1,5 milyon e ku li Rojavayê Şerîa û Gazzê dijîn û li tevayîya Rojhilata Navîn nufûsa wan qasî 4- 5 milyon e.

Nufûsa kurdan li Rojhilata Navîn, 45- 50 milyon tê texmînkirin û erdnîgarîya wan ji 550.000 km. çarkoşe zêdetir e. Tenê di bin dagirkerîya kolonyalistên tirk da derdora 20- 25 milyon kurd dijîn ku ji hemî mafên xwe yên neteweyî û demokratik bêpar in û hebûna wan jî hatîye qedexekirin û înkarkirin. Ew grub û partîyên ku li ser navê kurdîtîyê sîyasetê dikin, divê careke dî ji xwe bipirsin; ew jibo 1,5 milyon filistînîyan dewletek dixwazin û piştgirîya wê dikin, lê jibo 25 milyon kurd dewlet naxwazin an bi gotineka rasteqîn ew xulamîya Ankarayê dixwazin û ji wê ra jî ew siyaset dibêjin. Bi rastî li seranserê cîhanê ji vê rewşê şerpezetir û sosrettir tu mînakeke dî tune ye.

Qedr û qîmeta Cihûyan di Tewratê da!    

Li gora Tewratê însan du celeb in. Kurên Îsraîl (cihû-yahudî) û yên li dervayê wan dimînin. Cihû bikevin radeya koleyan jî ew di Tewratê da kole nayên hesibandin. Bi tabîreka dî, yahudî nabe kole. Vaye numûneyek ji Tewratê:

”Û eger birayê te li nik te bibe xizan û xwe ji te ra bifroşe, tu nikarî wî wek kole bidî xebitandin. Divê ew li ba te wek kesekî ku bi bedêl kar bike û mêvanê te be, were qebûlkirin. (…) Belam ew qewmên min in ku min ji welatê Misrê derxistibûn. Ew wek kole nayên firotin. ..” Tewrat, Levîyan, 25:39,42).

Li vir nuxteyeka pir balkêş tê pêşberê me ku ev jî ew e: Yahûdîyek nikare yahûdîyeke/î dî ji xwe ra bike kole. Dema mirov li dîroka kevnare ya yahûdîyan dinêre; mirov dikare bêje ku di şikilsitandinê û têkoşîna yahûdîyan ya heqîyê da van maddeyên Tewratê cîyeke girîng girtine û qedreke mezin dane qewmê xwe. Di pratika yahûdîyan da jî tê dîtin ku ew zêde qedrê hev dizanin; di vî sedsalê dawîyê da jî ev bi dehan, bi sedan û bi hezaran numûne ve xwe nîşanê me didin. Wek mîsal; jibo rizgarkirina kesekî/e yahûdî ji zindanên filistînîyan; dewleta Îsraîlê bi dehan an sedan girtîyên filistînî ji zindanên xwe rizgar kirine.

Li gora Qur´anê ”Civata herî bilind- bi qedr û qîmet- Civata Îsraîl e”

Di Qur´anê da tam 42 car navê ´Benî Îsraîl´ (zarûyên Îsraîl) derbas dibe. Jibo ragîhandinê di vî derbarî da mirov dikare li van sûre û ayetan binêre: Bakara: 40, 47, 83, 122, 211, 246; Alî Îmran: 49, 93; Maîde: 12, 32, 70, 72, 78, 110; A´raf: 105, 134, 137, 138; Yûnus: 90 (du car), 93; Îsra: 2, 4, 101, 104; Meryem: 58; Taha: 47, 80, 94; Şûara: 17, 22, 59, 197; Neml: 76; Secde:23; Mû´mîn: 53; Zûhrûf: 59; Dûxan: 30; Casîye: 16; Ahkaf: 10; Saff: 6, 14.

Sûreyê Beqere, Ayet 47: ”Gelî zarûyên Îsraîl! Ew qencîya min li we kiribû bînin bîra xwe ku bi rastî jî min qedrê we di ser ê alemê ra girtibû. ”  Sûreyê Beqere, Ayet 122: ”Gelî zarûyên Îsraîl! Ew qencî û kerema ku min li we kirîye bînin bîra xwe. Bêguman min hûn di ser xelkê (dema we) ra girtibûn. ”  Sûreyê A´raf (7), Ayet 140: ” Mûsa got: Erê ma ez ê çawa ji bil Xwedê jibo we li îlahekî dî bigerim, hal ev e ku Xwedê hûn di ser xelkê ra girtine?!”  Maîde (5), Ayet 20: ”Wê demê Mûsa ji gelê xwe ra got: Gelî milletê min! Qencîya Xwedê li we kirî, bînin bîra xwe; wê dema ku Xwedê pêxember ji (nav) we rakirin û hûn kirin hukûmdar û ya ku nedabû tu kesî dabû we.”  

Wek em dibînin di van her çar ayetên jorîn (Beqere 47, 122; A´raf 140; Maîde 20) da Xwedê cudayîyek xistîye navbera qewmê Îsraîl û qewmên dî û qewmê cihûyan bi ser qewmên dî ra girtîye û qîmeteke mezin daye wan. Hin sûreyên Qur´anê jî ”Benî Îsraîl” yanî cihûyan ji Fîr´ewnê Misrê parastine. Mirov dikare Sûreyên E´raf, Ayet 136, Beqere, Ayet 50, Enfal, Ayet 54, İsra, Ayet 103, Kitêba Yeşu Beşa Welatê Kenan wek numûne nîşan bide.  Ew musulmanên ku her roj dijminatîya cihuyan dikin û jibo filistinîyan xwe didin kuştin; pêwist e ew ewil van ayetan baş bixwînin, li ser bifikirin, piçek be jî rastîya xwe bibînin û ji berberîyên ku hene ra bersivan bidin û careka dî li xwe vegerin. / Nivîsar didome/Siddîq Bozarslan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *