Demek dûr û dirêj şûnda, em beşek heval û hogirên EŞREF TURSUN çûn navça LİCE, me silavek germî li bira Eşref û hevalên wî kir. Di bin sîya dara mazî de, pala xwe dabûn çîya. Di germaya kela kela Tebaxê de, sîya dara mazî weke sitargehekî qedîm mirov ji germayê û xirabîyê diparêze!
Bi salan şûnde, li ser navê heval û hogirên Eşref, em sê hevalên zîndanê (Can, Davut, Edip) me biryara çêkirina gora hevalê xwe yê roja giran da. Piştî çêkirina gorê, em beşek heval û hogirên wî çûn serdana gora birayê xwe.
Xemgînî, diltengî û rêze fîlmê di mejîyê me de derbas dibû, tu kes nikare xeyal bike. Ew hevalê me yê Ezîz, bi rûyekî bi ken, di çelengîya 27 salîya xwe de pêşwazîya me kir!
Piştî demek bêdengîyê de, em her yek ketin nav xeyal û bîranînan. Ew rojên di bin lingê mêrxas û egîtan de dilerizîya hat bîra me, hundabûyin û tofanên me derbas kirin yek bi yek di ber çavên me re derbas bû! Ji ku em gihîhîşt bûn ku? Me di mêjî û ûjdanê xwe de muheseba rastîya jîyana xwe û erkên xwe kir. Ji ber xwe de dîtin û ramanên me, hestên me herikî. Di asmosferek diltenik û hessas de, me demek bi şehîdên Kurdîstanê re derbas kir!
Gava em derbasî hola şehîdên, ji salên 1977 an vir de têde rûniştîbûn me silav kir. Me hemûyan nas dikir, lê ji kelacanîyê navê hinekan niha nayê bîra min. Bila ew şehîdên me, min biborin, hemû xwedîyê navekî zêrîn û xwedî kedek giranbûha ne! Ez dixwazim navê wan şehîdên Ezîz bi we re par bikim:
Eref Tursun, Hatip Kapçak, Muharrem aydın, Cihat Elçi, İdris Ekinci, M.Emin Ant, Abdullah Bilen, Emin Bilen, İsmail Kadiri, A.Vahap Akman, Ramazan Rentbol, Zeynel tanış, Enver Koç, Kerim Hamidanoğlu, sıdık matzar, Abdulkadir Umur, ziver kaya, şehmus Kaya, Mahmut zangırtlı, Neytullah özgen, Murat Yalçın, Bekir öztürk, Selim Pekgül, cemil onur, Şemsettin yılmaz, cemil çakır, Nurettin kurt, Ahmet nas, Yahya balık, Abdurrahman Aslan, Abdurrahman aktimur,sadık özen, Ali Kino, Hüseyin Adıgüzel, Hemo Uray, İbrahim Uluğ, Bahtin Tekman ucay, Mahmut Karahan, Mele Abdullah, M. Selim Aslan, Yusuf Bayram, (sofican), İsmail çolak, Ubeyt Sana, Nedim Kaya, Metin Elikçi, Şehmus Akıncı, Zeynettin Demir, Baki Akdemir, Hafız Akdemir, Hamit Gezginci, A. Menaf Şimşek, Mehmet Kızılçınar, Ahmet Özdemir, Ahmet Aytimur, Mahmut Önen, Hayri Durmuş, Çetin Göngür, Cemal Arat, Orhan Keskin, Ferhat Kutay, Mehmet Oruç, Mustafa Tangüner, Vedat Aydın, Necmettin Büyükkaya, Hamit Akıl, Mustafa Çamlıbel, Yılmaz Demir, Abdulselam çetin, Yaşar Gündoğan, Remzi Aytürk, mürsel delen, Ferit Uzun, Necla Baksi, M. Emin, Urfan Alpaslan, Zeki Adsız, Hemê Sıtkı çelen, Ahmet Bali, Ali Yaylacık, Hüseyin Aydın û bi hezaran şehîdên Kurdîstanê me bi bîr anî!
Ev serdana me, ya ji bo şexsê bira Eşref bû serdanek gelemperî ji bo hemû şehîdên perçên Kurdîstanê. Bi taybetî serdana me ji bo bîranînû rêzgirtina hemû şehîdên Kurdîstanê bû.
Şehîdên Kurdîstanê bi xwîna xwe, bi keda xwe, bi canê xwe dara azadîyê avdane û bingeha netewbûnê ava kirine. Xwedîtîya şehîdan û xwedîtîya li keda wan re erkek netewî ye li ser milê hemû dilsozên doza Kurdîstanê! Divê em her dem bi rêz wan di bîr bînin û li ber têkoşîn û xebatên wan bejna xwe bitewînin!
Ji bîrkirina şehîdan îxanete! Em baş dizanin ku avdan û avakirina doza netewa Kurdîstanê bi xwîna şehîdên Kurdîstanê pêşdikeve. Em hemû deyndarên şehîdên Kurdîstanê ne. Ji bo serxwebûn û azadîya Kurdîstanê li hemû beşên Kurdîstanê divê li ser bingeha berjewendîyên Kurdîstanê xeta netewî rojek zûtirîn pêwîstîyên xwe yên dîrokî bi cîh bîne û mala-dewleta Kurdî ava bike!