Şengal divê ji destên terorîstan rizgar bibe…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Her herêmeke, her bajarekî, her bajerokeke, her gundekî Kurdistanê gelek girîng e. Şengal li Kurdistanê bi taybetiyên xwe yên cûda, bi serpêhatiya xwe bajarekî taybetîtir e. Li her herêmeke, bajerekî, bajerokeke, gundekî, zozaneke, deşteke, çiyayekî Kurdistanê şopa dagirkeran, metîngehkaran, zûlumkaran heye. Li her cîwarekî û herêmeke Kurdistanê xwîna gelê me rijiyaye.

Ew rijandina xwîna gelê me di vê qonaxê de didomîne. Bi taybetî jî bajar û herêma Şengal di vê qonaxê de brîndar e. Li piraniya herêmên Başurê Kurdistanê dagirkeriya terorîstên DAEŞê dawî hat. Hezar mixabin li Şengalê dawiya dagirkerî û zûlma terorîstan dawî nehat. Di vê qonaxê de terorîstên bi dewletên dagirker re girêdayî ne ku ew jî wek DEAŞê ne; navê wan PKK û Haşdî Şabî ye, li Şengalê dagirkerî û terorîzm û zulma xwe didomînin.

7 sal in ku ew teror û zûlma li Şengalê dom dike.

Birêz Eskere Boyîk di derbarê rewşa giştî ya Şengalê de dibêje ku “Heft sal ji wê komkujȋya xezeb derbas bûne lê hêjȋ tu pirsgirêkên Êzdȋyan û azadȋya Şengalê bi rastȋ çareser nebûne. Tu daxuyanȋ, tu biryareke fermȋ ya balkȇș derheqa wȇ Fermana zulm û ҫareserkirina pirsa Ȇzdȋyan da ne ji alȋyȇ dewleta Ȋreqê, ne jî alȋyȇ rȇvabirȋya Herȇma Kurdistanȇ da nehatȋye dayȋn. Berovajî çiqas dem derbas dibe pirsgirêk kûr û dijwer dibin,xelk bêhîvî dibe, pirsgirȇkȇ nû derdikevin, neheqȋ di ҫareserkirina pirsgirȇkȇn Ȇzdȋyan da zȇde dibin. Dȋsa dixwezin bi peyvȇn rayedaran yȇn vala, yan bi mêtodên zorȇ xelkȇ ker bikin.

Difikirin ҫiqas pir Ȇzdȋ ji welȇt birevin, ewqas kar e.

Hȋvyȇn xelkȇ pûҫ dertȇn.

Gelo destûra dewletê da guherȋnek ҫȇ bûye, ku mafȇn Ȇzdȋyan, wek hemû evdȇn wȋ weletȋ, bi qanûnȋ, bi destûrȋ, dewle tȋ bȇn parastin, ku carke din zulmeke wusa li wȋ xelkȋ nebe?

Gelo di Șengalȇ da, ewên piștgirȋ û rȇberȋ DAȊȘ ê ra kirin, șȇnȇ Ȇzdȋyan talan û wêran kirin, destȇ wan wȇ zulmȇ da heybû wȇ cezayȇ xwe bistȋnin? Kengê? Şengal ji bo Êzdȋyan azad bibe, yan na? Kȇyȇ wȋ warȇ wȇran șȇn bike? Pilaneke fermî heye? Rȇvabirȋke Ȇzdȋyan ya bi tebyet wȇ hebe? Ji bo ewlekarȋyê wȇ statûke tebyet bidine Șengala Ȇzdiyan?

Yan her tișt ҫû xȇra bavȇ Ȇzdȋyan…”

Li ev nêrînên Birêz Eskere Boyîk mirov dikare bes dagirkeriya hêzên terorîst PKKê û Haşdî Şabî li Şengalê jî lê zêde bike.

Divê ji bona Şengalê em guh bidin birêz Necmeddîn Kerîmî jî. Ew di derbarê rewşa niha ya Şengalê de dibêje ku: “Mîlîşyayên li Şengalê dixwazin rola Êzdîyan kêm bikin û wan dabeş bikin û fişarê bixin ser Herêma Kurdistanê, lew pêwîste bo dawîhînanê bi wê rewşê û parastina deverê ji rikaberîyên sîyasî û çekdarî, hêzeka taybet bi xelkê resenên Şengalê bihêt duristkirin.”

Necmeddîn Kerîmî gelek aşkere dibêje ku li Şengalê hêzên leşkerî yên biyanî hene. Ew hêzan jî, li Şengalê û li xelkê Şengalê xirabiyê dikin. Sosyolojiya civata Şengalê xirab dikin. Lê navên wan hêzên biyanî nîne ser zimên. Çareseriyekê pêşniyar dike.

Xelkê Şengalê hêza biyanî ya li bajarê xwe bi nav dike û dibêje ku “Divê PKK keç û kurên me êdî çekdar neke.”

Di 26. 07.2020an de xwepêşandanek ji aliyê kurdên êzdî ve li ser çiyayê Şingal birêveçû û nêzîkî 100 kes beşdarî xwepêşandanê bûn û di wê xwepêşandanê de çend daxwaz anîn ser ziman.

Ligor zanyariyên çapemeniya Kurdistanê beriya xwepêşandanê çekdarên PKKê hewl dan rêliber xwepêşandanê bigirin. Herwiha daxwaz ji dikandaran kirin dikanên xwe bigirin û daxwaz ji xelkê kirin beşdarî xwepêşandanê nebin. Lêbelê xelk beşdarî xwepêşandanê bû.

Di xwepêşandanê de xwepêşanderan daxuyaniyek xwendin û di wê daxuyaniyê de ev daxwaz ji PKKê hatin kirin.
1-Divê keç û kurên kurdên êzdî bi zorê neyên revandin bo nava refên PKKê
2-Divê PKK keç û kurdên bi zorê revandiye wan azad bike û cihê bêserîşûn in jî aşkere bike.
3-Divê PKK li çiyayê Şingalê êdî tünel û ambaran nekole.
4-Divê PKK beregeh û binkeyên xwe ji nava sivîlên Şingalê dûr bixe.
5-Divê çekdarên biyanî û ereb ji Şingalê derkevin.

Piştî êrîşên rêxistina terorîstî ya DAIŞê di sala 2014an de êrîşî Şingal kir PKK bi bahaneya parastina xelkê Şingalê bi hemahengiya ligel Heşdî Şebî derbasê herêma Şingalê bû û hêzên xwe li herêmê bi cî kir. Herwiha ji sala 2014an heta niha PKKê bi sedan keç û xortên zarok ê kurdên êzdî bi zorê çekdar dike û ev jî bûye sedema nerazîbûna xelkê Şingalê.”
Xelkê Şengalê gelek bi zelalî derdê xwe û daxwazên xwe anîye ser zimên.
Ew daxwazan bi destê Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê ku beşek ji Hikûmerata Federal cî bi cî dibin.

Bi taybetî jî ji bona ku Şengal bi Hikûmeta Federal ya Iraqê re girêdayî ye, bi desthilatdariya Kurdistanê te girêdayî nîne, divê Hikûmeta Federal ya Iraqê wezîfe û erka xwe pêk bîne.

Bi salan e ku Hikûmeta Federal ya Iraqê li hemberî zulma terorîstan li Şengalê bê deng e. Ji tirsa Dewleta Îranê nikare midaxeleyî hêzên terorîst PKKê û Haşdî Şabî bike.

Gelo dema ku Hikûmeta Federal ya Iraqê nikari be, Şengaliyan, kurdên êzîdî ji terorîsatn rizgar bike, dê çewa li Iraqê serwer û desthilatdar be?.

Divê Şengalî û gelê me yê êzid ji terorîstan rizgar û azad bibin. Gelê Şengalê xwe bi xwe birêve bibin. Jiyana xwe ya siyasî, civakî, aborî, çandî bi xwe rêxistin bike..

Diyarbekîr, 31. 07. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *