Nîvîskar, lêkolînêr û helbestvan Selîm Temo, ser rewşa Rojava, bo raya giştî daxuyanîyek da…
Temo, ser medya cîvakî ew peyam weşand:
”Bo raya giştî ya Kurdistanê;
Demek dirêj e li hemû perçeyan û bi taybet li Rojavayê Kurdistanê pevçûneka giran heye. Rusya rê li ber Tirkan û cerdeyên wan vekir da Efrîn û Şehbayê xera bikin. Rojavayê dûr ê welêt bi giştî dagir kirin, gelê me jê xalî kirin. DYAyê rê li ber Tirkan û cerdeyên wan vekir, wan jî xeta Girê Spî û Serêkaniyê girtin. Niha diz û kujer li ser kavilên me ne!
Her roj êrîş dikin. Çavê wan li rijandina xwîna gelê me û talankirina milkê me ye. Di 13 salên dawîn de xwînrij û çavsorek nemaye li ser rûyê cihanê ku neanîne û berî me nedane. Di van salan de gelê me li ber xwe da û heya ji dest hat xwe parast. Piştî sed salan hêzên serdest ên cîhanê Rojhilata Navîn ji nû ve “ava” dikin. Rewşa me li gor sedsala çûyî baştir e. Me du artêş û du “dewlet” hene.
Di vê pêvajoyê de me yekdengî divê. Dudengîyê rê li ber birakujiyê vekiribû. Dudengî dikare îro rê li ber perçebûna navxweyî jî veke. Ji rûyê partiyan me civaka sivîl tune, gel di navbera partiyan de hatiye dabeşkirin.
Lewre divê em kesên xweser dengê xwe bilind bikin heya herê guhê siyasetmedarên me: “Mafê we tune hûn fersenda bi dest ketî ji dest bidin! Ligel hev bin! Hûn berpirs in!” Roja îro kî rê li ber yekdengiyê bigre, ew ne ji me ye! Destê min li ser dilê min e, guhê min li Rojavayê Kurdistanê ye. Ji îradeya li Rovaya bawer im. Xetere mezin e, lê derfet jî mezin e. Bi yekdengî bibêjin: “Hilbe Rojava û Hilbe Rojava…!” (Nûpel)