Selahaddîn Demîrtaş bedela şaşî û prowokasyonên xwe da…

Îbrahîm GUÇLU

S. Demîrtaş 6,5 sal e ku jiyana xwe di hepsê de didomîne. Lê rewşa wî û jiyana wî di hepsê de ji girtiyên din yên PKKê cûda ye. Ew wek ku kesekî negirtî û nehepis dema dile wî dixwaze bi rojnameyan re hevpeyvînan çê dike, meqelayan dinivîsîne; di rojnameyan de tên weşandin. Nivîsên wî di telewîzyonan de tên xwendin û tên şîrove kirin. Ew her wext û her saet dikare medyaya civakî bir kar bîne. Ewrûpayî piştgiriya wî dike. CHPê û PKKê û hêzên din yên radîqal û çep piştgiriya wî dikin; di lêhê wî de propaganda dikin. Pirtûkên wî bı hezaran tên firotin. Pirtûkên wî tên wergerandin bi zimanên din. Ew nûha bûye dewlemendê çapemenîyê. Ji pirtûkên wî senaryoyên şano û filman tên çêkirin. Parêzer her dem dikarin biçin cem wî.

Wî her dem ji hikûmetê û ji serokkomar re dijminatî dikir, kesî jî û hikûmetê midaxeleyî wî nedikir.

Demîrtaş di hepsê de ji bona PKKê û mixalefeta Tirk ya giştî rê nişan dida.  Siyaseta û rêxistina PKKê ya vekirî di hepsê de bi rêve dibir. Dem dibû bi mixalefetê  re nermikî qise dikir, car caran jî, ji wan re heqeret dikir. Carna jî tehdit dikir. Mixalefeta Tirk û bi taybetî jî mixalefeta çep û Tîfaqa Milet li hemberî heqeret û tehdîta Selahaddîn Demîrtaş deng nedikirin û ew tolera dikirin.

Şik tune ye ku helwesta wî û tarz û daxwaz û fikrên wî, yên Baronên PKKê li Qendîlê li hevûdu dikir. Lê mixalefeta Tirk û Tîfaqa Milet ji bona ku dengên PKK/HDPê bigrin, xwe bê deng dikir; an jî nedixwestin ku heqaret û tehdîdên Selahadîn Demîrtaş yanî heqaret û tehdîdên PKKê bibihîzin û gotinên wî/wan davêtin pişt gûhên xwe. Dema ku mixalefete xwe bê deng dikir, di hemandem de xwe bê qiymet û bê rûmet dikir.     

Selahaddîn Demîrtaş hat xeteke wûsa ku xwe ji dewleta Tirk û ji Hikûmeta Tirk û ji R.T.Erdoğan mezintir dît. R.T. Erdogan û Hikûmet tehdit dikir. Digot ku “piştî hilbijartinê ezê ji hepsê derkevim R.T.Erdoğan û heval û endamên hikûmeta wî  dê bên li ciyê min di hepsê de razên. Emê wan dadgeh bikin û ciza bikin”.  Tereftarên PKK/HDPê heman tişt digotin û lê zêde jî dikirin digotin ku ewê deriyê hepisxanên Tirkiyeyê bişikînin, serokê PKK Ocalan û hemû girtiyên PKKê dê rizgar û azad bikin. Şurekaya Dewletê dê di “dadgeha gel ya PKKê” de wan darizînin û ciza bikin.  

Ew helwesta Demîrtaş bes bê mesûliyetî nebû û di hemandem de bi her awayî gelek aşkere PROVOKASON bû. Min jî gelek caran bi niviskî ew helwesta Demîrtaş wek prowokasyonê bi nav kir.

Ev provokasyona Demîrtaş û baronên Qendîlê û tirşikçiyê PKKê mirovên dewleta kûr wek Ehmed Tirk û Sirri Sakik jî, ji bona tevaya kurdan û bi taybetî jî, ji bona terefatarên PKKê xeterî çê kir. Hezar mixabin kurd û tereftarên PKKê yên ku ji bona kurditî bûne hevalên wê, dixistin ber şideta dewletê ya ku rewa bê dîtin û şirove kirin. 

Ocalan cezayê heta heta jiyanê girtiye, wan bi dengekî bilind digotin Tifaqa Milet hilbijartinê qezenç bike, ew dê bê rizgar kirin. Ew siyaseta bi sere xwe prowokasyon bû û xelkê Tirk bi giştî û beşekî mezin gelê Tirk dicixirand.

Ehmed Tirk, di civînên PKK/HDPê de digot ku “kes û kurdên deng bidin Tîfaqa Cûmhûr; deng nedin PKK/HDPê û Tîfaqa Milet xayîn in.” Ji vê şaşî û xiyanetê re Demîrtaş dengê xwe dernexist. Lewra bi xwe jî, li gel bi wî çavî mêze dikir.  

Demîrtaş ji siyaseta PKK/HDP/YSPê ecizîya xwe diyar dike ku baş qempenyaya hilbijartinê  nemeşandine, lê li dijî siyaseta wan ya ne kurd ku namzetên wan yên parlamentoyê bi piranî Tirkin û di qempenyayê de ji derveyî dijmintiya R.T. Erdogan ji bona mafên kurdan daxwazeke neanîne ser zimên, rexne nake.

Demîrtaş li dijî siyaset û helwesta PKKê ku li dijî rêxistinên Kurdistanê û xirakirina Dewleta Federe ya Kurdistanê jî di jiyana xwe ya siyasî qet tiştek negot. Ew jî li dijî dewleta Kurdistanê ye. Ew  hemû siyasetên PKKê yên li dijî kurdan dioparêze. Ew ji zarokên kurdan re xwedî derneket ji bo ku PKKê wan nerevîne û wan neke leşker; wan nede kuştin.

Demîrtaş û baronên PKKê yên li Qendîlê di hilbijartinê de partiya Kemalîst ya li Kurdistanê qetlîam çekiriye û kurd wek milet înkar kiriye û ji bona ku kurdan bike Tirk, stratejiya nîjadperest ya asımîlekirinê re, piştgirî kirin.

Dîsa Demîrtaş dizani ku PKKê jî û CHPê jî partiyên faşîzma-civakî ne, wek demokrat nişan da. Îdia kir ku CHP û Tîfaqa Milet dê li Tirkiyeyê demokratîzebûnê çê bike û ew demokratîzekirina Tirkiyeyê jî dê di encamê de qezençkirina mafên kurdan bîne!!!

CHPê ya qetlîamçêker a kurd û Tîfaqa Milet, ji bona kurdan qet tiştek nedixwestin û di peymanên xwe de cî nedabûn peyva kurd jî, bi demagojiyê wek dê mafên kurdan bipejirînin, hatin propaganda kirin. Serê tereftarên xwe şûştin.

Şaşî û karên xwe yên ji dervayî hiqûqê  û ne însanî nedîtin, bes ji R.T.Erdogan re dijimintî kirin. Vê siyasete çavên wan û tereftarên wan kor kir û ew kerr kirin. Di pêşerojê de qezençkirina Tîfaqa Cûmhûr û Serokkomar Erdogan qet nedan ber çav. Ji bona xwe rêzeke spî nehîştin.

Di encamê de siyaset û prowokasyonên Demîrtaş bû sedem ku dev ji siyasetê berde.

Loma ez dibêjim ku Demırtaş bedêla şaşî û prowokasyonên xwe da û dev ji siyasetê berda.

Stenbûl, 02. 06. 2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *