Sehneya Boa Kadikoyê dê şanoya xwe ya li ser jiyana hunermenda Kurd Eyşe Şanê li Stenbolê nîşan bide.
Lîstik dê 12ê Adarê (çarşem) saet 20:30î bi navê “Ez Eyşe Şan” derkeve pêşberî şanohezan.
Senaryoya lîstikê ji aliyê Mîrza Metîn ve hatiye nivîsandin û rola Eyşe Şan ji aliyê hunermend Berfîn Zenderlîogluyê ve tê lîstin.
Bi rêya vê dê çîroka mîraseke muzîkî û berxwedanê pêşkêşî temaşevanan were kirin.
Kurteya şanoyê
“Ez Eyşe Şan” çîroka jiyana hunermenda navdar a Kurd Eyşe Şanê tîne zimên ku li dûv reng û şopa deng û muzîkê çûye.
Ev çîrok bi rêya performansê tê ser dika şanoyê û mîrasa muzîkî ya ku Eyşe Şanê ji bo nifşên piştî xwe hiştiye û rêwîtiya jiyana wê bi rêya vehûnaneke dramatîk nîşanî hunerdostan dide.
Şano, çîrokeke bibîranîn û berxwedanê pêşkêşî hemû jinan dike ku hewl didin dengê xwe di valahiya straneke winda de bibihîzin.
Agahiyên din ên li ser şanoyê ev in:
Dîzayna ronahiyê: Erhan Mîr
Kostum: Hîlal Polat
Asîstan: Evîn Acar
Wergera jornivîsan: Silêman Akkuş
Efekt: Utku Guçoglu
Divê were gotin ku şano dê 8ê Nîsanê (sêşem) dîsa li heman şanoyê ji nû ve were nîşandan.
Ji bo agahiyên li ser jiyana Eyşe Şanê, rapora hevkarê me Omer Sonmez a bi navê “Rûdawê li bajarê Îzmîrê da pey şopa Dengbêj Eyşe Şan” bixwînin. (Rûdaw)