Li Şamê, şandeyeke Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo nîqaşkirina rêyên çareseriya siyasî civiyan. Di hevdîtinê de ku duh roja Înê, 15ê Tebaxa 2025an de pêk hat, banga xurtkirina diyalogê û avakirina baweriyê di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de hate kirin.
Di civînê de, ÅŸanda PYDyê bal kiÅŸand ser “gotinên nefret û dijminane” yên li dijî gelê Kurd û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û tekez kir ku ev cure gotar pêvajoya çareseriya siyasî têk dibin û jiyana hevbeÅŸ dixe xeterê.
Ji aliyê din ve, nûnerên NYyê ragihandin ku ew hemû şêweyên gotinên nefretê red dikin û piştgiriya xwe ji bo peymana ku di 10ê Adarê de di navbera Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî de hatibû îmzekirin, dubare kirin. Şanda NYyê herweha piştgiriya xwe ji bo hewldanên avakirina Sûriyeyeke nû li ser bingeha edalet û wekheviyê anî ziman.
Di dawiya hevdîtinê de, her du aliyan li ser wê yekê li hev kir ku ji bo pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê ji bo welatekî azad û demokratîk, pêwîstî bi beşdariya hemû aliyên siyasî di diyalogeke berdewam de heye û di vî warî de berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milê civaka navneteweyî jî. (PK)


