Şandeke ENKSê û Nûnerê NY rewşa Sûriyeyê gotûbêj dikin

Şandeke Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) li Şamê bi Nûnerê Taybet ê Netewên Yekgirtî Geir Pedersen re civiya.

Endamê şandeya ENKSê Ibrahîm Biro li hejmara xwe ya tora civakî «Facebook” belav kir, di hevdîtinê de rewşa niha ya Sûriyeyê û nerîna ENKS derbarê qonaxa veguhêz li Sûriyê hat behskirin. Her weha tekezî li ser rola erênî ya Netewên Yekgirtî ji bo piştevaniya Sûriyan di derbaskirina vê qonaxê hat kirin.

Biro diyar di hevdîtinê de tekezî li ser rola Kurdan û pêwîstiya beşdariya wan di hemû dezgehên Sûriyeyê de di qonaxa veguhêz de hat kirin.

Herweha tekezî li ser nivîsandina destûrekê hate kirin, ku mafên gelê hemû pêkhateyên netewî û olî, di nav de jî mafên gelê Kurd parastî bin.

Şanda ENKSê ji Dr. Ebdulhekîm Beşar û Ibrahîm Biro pêk hatibû. (K24)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *