Sala 2023yan ji bo rojnamegeran zehmet bû: 120 rojnameger hatin kuştin

Di hemû şer û cengan de li gel qurbaniyên yekem û sereke sivîl gelek caran rojnameger jî dibin qurbanî.

Sala 2023yan ji bo rojnamegeran saleke zehmet bû û tenê îsal 120 rojnameger hatin kuştin

Ew amarên herî zêde yên 9 salên borî ne.

Her sala 2023yan binpêkirin, girtin û tohmetbarkirina rojnamegeran gihişt lûtkeyê.

Di 12 mehên sala derbasbûyî de 320 rojnamger û medyakar hatin desteserkirin, beşek ji wan li ser nûçeyên gendeliyê û rexnekirina siyasetmedaran hatin dadgehkirin.

Ziyad Henî yek ji wan rojnamegeran bû ku li Tûnisê ji ber rexnekirina desthilatê hat desteserkirin.

“Rojnamegerî di metirsiyê de ye”

Rojnameger Emire Mihemed got:

“Îro em rûbirûyê metirsiyeke rasterast bûne, rojnamegerî di metirsiyê de ye. Êdî em nagihin zanyariyan û êdî em nikarin zanyariyan bidin xelkê.”

Komîteya Parastina Rojnamegeran ku wek CPJ tê naskirin dibêje, ji wan 320 rojnamevanên ku hatine desteserkirin, 168ê wan bi tawanê dijayetiya saziyên dewletê û belavkirina nûçeyên sexte hatine tohmetbarkirin.

66 rojnamegerên din hatine desteserkirin lê ji wan re nehatiye gotin ku çima hatine zîndanîkirin.

47 kes ji bo tola li hemberî rûmala wan, 32 kes bi belavkirina nûçeyên nerast hatine tohmetbarkirin û ji 13 kesên din re jî hatiye gotin, “We rastî berovajî kirine.”

“Rojnameger rojane rûbirûyê gefan dibin”

Nûnera CPJê ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Doja Daoudê jî got:

“Li Îraqê herçiqas CPJê kuştina tu rojnamevanekî/ê di sê salên borî de tomar nekiriye, azadiya raderbirînê rûbirûyê sînordarkirineke mezin dibe, bi taybetî li Kurdistana Îraqê ku hîn jî 3 rojnamevan di girtîgehê de ne.

Di heman demê de rojnameger rojane rûbirûyê bêzarkirin, gef, astengî, giliyên yasayî, girtin û desteserkirinê dibin.”

Ew amarên binpêkirinê yên li beramberî rojnamevan û medyakaran hatine tomarkirin, duyemîn bilindtirîn e ji sala 1992an ve, yekem bilindtirîn amar di sala 2022an de hatiye tomarkirin ku 367 binpêkirin bûn.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî got:

“Li her cihekî cîhanê azadiya medyayê di bin êrişê de ye, bi zanyariyên şaş gef li rastiyan tê xwarin û bi gotinên nefretê dixwazin xeta di navbera rastî û xeyal û zanist û plangêriyê de berovajî bikin.”

Peyamnêrên Bêsînor dibêje, rojnamegerî li beşeke zêde ya Rojhilata Navîn pîşeyeke ku tejî astengî ye ji bo medyakaran.

Sala 2023yan li Sûriyeyê 25 rojnamevan, li Îranê 19 rojnamevan, li Tirkiyetê 5 rojnamevan hatine desteserkirin, sala 2023yan rewşa Îraqê baş bûye û rojnemavanek jî nehatiya desteserkirin.

Li gorî Peyamnêrên Bêsînor, sala 2023an li 31 welatan rewşa rojnamegeran gelekî metirsîdar bûye.

Li 42 welatan zehmet bûye, li 50 welatan bi pirsgirêk, li 44 welatan baş û li 8 welatan jî gelekî baş bûye.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *