Termên 22 qurbaniyên Êzidî yên ku di dema jenosîda sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin, radestî malbatên wan hatin kirin.
Emel Husên ku xizmeke qurbaniyan got: “Em dixwazin hestiyên wan bînin û li goristanekê veşêrin da ku em bizanibin cihê wan li ku ye. Em dixwazin di cejnan de û di bîranînan de biçin ser gorên wan.”
Dayikeke din a bi navê Neam Xelef ku mêr û birayên wê di komkujiyê de hatine kuÅŸtin diyar kir, “Hemû cîran û xizmên me bûn. Em dixwazin hemûyan bînin û bi hev re veşêrin.”
Parlamentera Êzidî li Parlamentoya Iraqê Viyan Dexîl ku serdana malbatên qurbaniyan kir, rexne li hikûmeta Iraqê girt û ragihand, vekirina gorên komî û radestkirina terman ne qenciyek e, lê erkê sereke yê hikûmetê ye ku heta niha di vî warî de gelekî kêm maye.
Li gorî amaran, heta niha li Şingalê nêzîkî 90 gorên komî hatine dîtin. Ji van, tenê 68 gor hatine vekirin û termên 174 qurbaniyan radestî malbatên wan hatine kirin. Herwiha, termên zêdetirî 100 qurbaniyên din jî li Bijîşka Dadî ya Bexdayê ne û li benda diyarkirina nasnameyê ne.
Malbatên qurbaniyên jenosîda Şingalê bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de hemû gorên komî werin vekirin û çarenûsa bi hezaran kesên ku hîn jî winda ne, were eşkerekirin da ku êşa wan a bi salan piçekî sivik bibe. (PK)


