ROVÎ DiKE GAZÎ !
Ey Benîadem , ji bona xwedê bes gazina ji min bike. Ez wezîfa xwe dikim. Kaînatê çi wezîfe dabê min, ez wê tînim cî.
Armanc û doza min têrkirina zikê xwe û çêlîkên xwe ye.
Eger ji bona ku min mirîşkek we xwar, kuştina min heq be, ew çax kuştana we însanan jî haq e. Çimkî hûn hemû xwezayê û heywanatan qetil dikin.
Hûn dibên rovî xapînok e, saxtekar e. Ma îş û karê we însana ne sextekarî ye?
Di serê we de sed rovî û keftar lotikan didin.
Hûn dibên rovî dikevin lîsê mirîşkên me û zererê dide me. Belê raste, ez dikevim lîsê mirîşkên we. Çimkî we çare ji minre nehişt; we li çîyê kew, susik, kîvroşk nehiştin ku ez bixum. We cî û warê min wêran kir.
Û hûn nankorin, tenê li menfaetê xwe dinêrin. Ez mişka, kulîyan, kurmû kêzikên û ku zererê didin çandinîyên we dixum. Eger ez van nexûm, hûnê bê mahsûl û birçî bimînin.
Gelî benîadem, dev ji nankorî û xweparêzî yê berde. Bela xwe ji min veke. Ev Dinya ne warê te tenê ye, ez jî li vê Dinyayê dijîm. Aqilê xwe bide serê xwe…
Têbinî : min ji rupela “Edebiyat, Kultur, sanat ve Farkindalik” ji Tirkî wergerand.