Lokman Polat
Min navê Dundar Semsur qet nebihîstibû. Cara pêşîn li weşanxaneya ”Do” min pirtûkên wî yên helbestan û romana wî dît. Pirtûkên wî bala min kişandin. Pirtûkên wî yên helbestan her yek çar, pênc car li ser hev hatibûne çapkirin. Romana wî jî, navê romanê bala min kişand.
Helbestvan û romannivîserê kurdê nivîskar Dundar Semsur herweha rojnamevanî jî dike. Romana wî navî ”Yara – Birîn” e. Roman 238 rûpel e û di nav weşanên ”Do” de derketiye. Herçiqas roman bi tirkî be jî, ev roman romana ravekirina rewşa gelê kurd e, romana welatê kurdan, romana birîna gelê kurd e, romana çiya û bajarên kurdan e.
Xwezî ev roman bi kurdî bihatana nivîsîn. Divê romanên weha hêja li kurdî werine wergerandin. Wergerên kurd bila ”mirina li madrîdê” ya nivîskara tirk wergerînin kurdî, lê bila mirina li Botanê, mirinên welatê kurdan ku di romana ”Yara – Birîn” de tê ravekirin, bila wê jî wergerînin kurdî.
Di romana ”Yara – Birîn” de taswîra herêma Botanê, çiyayê Cudî û hwd, gelek baş û xweş hatiye kirin. Bi qalkirina xwezayê, nivîskar wir ango herêma Botan bi mirov dide hezkirin. Digel hunera edebî, rengekî siyasî û kurdewarî jî di romanê de heye. Rewşa gelê kurd, pirsa kurd, parastina mafên netewî û demokratîk, azadîxwaziya ji bo kurdan bi şêweyeke ramanî û dîtinên nûjen – modern – di nav rûpelên romanê de cih girtiye.
Lehengê romanê mirovekî ronakbîr, welathez, kurdperwer û humanîst e. Dua û daxwazên lehengê romanê, dua û daxwazên tevahiya gelê kurd e. Ew di romanê de daxwazên maqûl, însanî û demokratîk tînê zimên.
Navê serlehengê romanê Huseyin e. Bavê wî tune. Ew bi diya xwe re dijî. Ezeb e, hêj nezewiciye. Li bajarê wî şev mirin e. Bi şevan, bêhna mirinê li vî bajarî belav dibe. Şevên vî bajarî bi teqereqa çekan, bi kuştinan, bi mirinê derbas dibe. Di çiya û bajarên vî welatî de mirin erzan e. Kuştinên qesasê nediyar – ku ji alî gelê kurd ve diyar e – herşev di van bajarên cografya kurdan de her roj û herşev pêk tê. Cîranê Huseyin jî şeveke bi şêweya qesasê nediyar tê kuştin. Herşev ji çiyayê Cudî ê bi ezamet dengê teqîna çekan dihat. Balafirên dewleta dagirker çiyayên vî welatî didane ber agir, bombeyên giran davêtin çiyayan û dixwestin ter û hişk, li çiya çi hebin bêne şewitandin.
Dewleta dagirker, li hemberê gelê kurd û çekdarên hêzeka siyasî a kurd şerekî qirêj dimeşandin. Hêzên dagirker yên fermî û yên dizî, şebekeyên mêrkûj yên dewleta kûr herroj kurd dikuştin. Di roja pîrozkirina cejna netewa kurd ango di cejna Newrozê de hevalê Huseyin ê ciwan ku 23 salî bû û navê wî Ahmed bû, dan ber gulan û ew kuştin.
Huseyin diçe gorîstanê serlêdana mezelê bavê xwe. Ew li ser mezel bi bavê xwe ê gorbihişt re diaxife. Jê re behsa evîndara xwe dike. Ji axaftina wî ya li ser mezel mirov fêr dibe ku, dema Huseyin heşt salî bûye, bavê wî hatiye kuştin. Dema Huseyin ji ser mezel vedigere malê, di kuçê de dengê qêrîna jinekê tê û paşê dengê teqîne çekan tê. Ew tê malê, lê di hiş û eqilê wî de qêrîna jinikê heye.
Dengê qêrîna jinikê, ji Huseyin re xerîb nayê. Ew vî dengî dişibîne dengê Sînemê. Sînem keçeke rind, bedew û spehî ye. Ew weka karxezalê nazik û nazenîn e. Huseyin jê hez dike. Wî li ser wê hinek helbestên evînî jî nivîsiye. Ji bo ku Huseyin û Sînem evîndarên hevûdu ne, mêrkûjin hêzên tarî çend caran Sînemê revandibû û di derbarê Huseyin de xwestibûn jê agahdarî wergirin. Lê, Sînem dibêje ku ew ji Huseyin hez dike û ji xeynî hezkirinê tişteke din nizane. Zilamên hêzên tarî, Sînemê direvînin û jê re dibêjin; ”Me Huseyin kuştiye. Em ê niha te bibin cem wî.” Û wî dibine, li gorîstanê serbest berdidin. Sînem dibêje qey bi rastî jî Huseyin kuştine, loma ew anîne goristanê û lewre ew dike qêrîn û hewar.
Sînem keça karmendekî ye. Tayina bavê wê derdikeve û ji vî bajarê mirinê diçin. Herdu evîndar – Huseyin û Sînem – ji hev re nameyên evînî dinivîsin. Herdu evîndar di pêvajoya demê de, gelek name ji hevre dişînin. Nameyên wan nameyên gelek baş û xweş yên evînê ne.
Di romana kurdê nivîskar Dundar Semsur ya bi navê ”Yara – Birîn” de, nexş û rengên surrealîzmê hene. Di romanê de sembol jî bi şêweyeke hunerî baş û xweş hatine bikaranîn. Kaloyê ku wek xeybane derdikeve holê û dibêje navê min Cudî ye, ez nemirim û ji Huseyin re çîroka evînê qal dike – ku evîn bi xwe nemiriye, pîroziye, diyardeya herî bi hêz û qûdret e, qîmet û rûmet e – reng û nexşên surrealîzmê ne.
Kaloyê ku navê wî Cudî ye, ji Huseyin re hem çîroka evîna xwe dibêje û hem jî jê re behsa bavê wî dike. Mêrkujên hêzên tarî yên dewleta dagirker, bavê Huseyin direvînin, pê êşkence dikin û wî dikujin. Yên ku wî dikujin rûçik û sîmayê wan ne wek xelkê vî welatî ne, zimanê wan ne wek zimanê vî gelî ye, bi wan re kesên ku kurdî diaxifin jî hene.
Di bajarê mirinê û miriyan de dagirker û mêrkûj dikenin. Ev bajarê bi sirên veşartî, bi razên tije, bajareke birîndar e. Birîna gelê vî bajarî birîneke kûr e. Ev roman romana birîna kûr a welatê kurdan e. Nivîskar di romanê de zimanekî edebî û herweha zimanekî lîrik ê helbestkî bikar aniye. Ji xwe hinek helbestên baş û xweş jî di nav rûpelên romanê de cihê xwe girtine.
Di vê berhema edebî de dîtin û ramanên felsefî jî hene. Felsefeya Zerduşiyê, mesela başî û xirabiyê baş hatiye ravekirin. Hestên humanîstiyê jî bi gotinên manedar hatiye vegotin. Xewn û xeyalên lehengê romanê –Huseyin- gelek baş û xweş in. Ma ji xewn û xeyalên evînê, azadiyê û aşîtiyê xweştir çi hene. Vebêj xeyalên Huseyin wisa xweş rave dike ku, xwendevan ji Huseyin hez dikin.
Di romanê de behsa qetlîama kurdên êzîdî tê kirin. Êzîdî kurdên esil in, xwedî esalet in. Ew mêr in, mêrxas in, şerker in, cengawer in, netirs in, natirsin. Wan dev ji ola xwe – dînê xwe – ê eslî bernedane. Ew Zerduşî ne. Êzîdî ji alî olperestên Îslamî gelek caran hatine qetilkirin. Vebêj bi devê kaloyê ku navê wî Cudî ye – ku ev jî navekî sembolîk e – çîroka Dewrêşê Evdî ê êzîdî û Edulê qal dike. Li ser evîna Edule û Dewrêşê Evdî çend pirtûkên çîrokan û çend roman hatine nivîsîn. Hinek ji wan bi kurdî ne û hinek tirkî ne. Ji xwe gelek varyantên çîroka evîna Derwêş û Edulê hene. Çîroka ku di vê romanê de tê qalkirin varyanteke din e. Min digel ku hemû pirtûkên derbarê Dewrêşê Evdî de xwendibû jî, min vê varyanta ku di romana ”Yara – Birîn” de tê qalkirin, nebihîstibû.
Vebêjê romanê bi devê Cudî ê kalepîr dibêje: ”Kurd nabin yek. Di damarên wan de xwîna yekbûnê naherike. Ew ji bo xwe na, ji bo biyaniyan tişt dikin. Dema toximê yekîtiyê li rûyê erdê, li gerdûnê hatiye reşandin, parek ji kurdan re neketiye. Wan nesîbê xwe jê wernegirtine. Fitne û fesadî û herweha hesûdî di nav wan de belav bûye.” Û lewre jî di nav civakê de dejenerasyon, bêtifaqî, birakûjî, cerdevanî, cahşîtî, sîxurî û gelek tiştên xirab pêk hatiye û civak di bin desthilatdariya dagirkeran de maye û çarenûsa xwe bi destê xwe pêk neaniye. Çîroka ku Cudî ê kalepîr ji Huseyin û hevalên wî re behs dike, tam rewşa welatê me, rewşa gelê kurd û zordariya dagirkeran radixe ber çavan.
Lehengê romanê Huseyin, şeş hevalên xwe dibe cem Cudî ê kalepîr ê xeybane. Cudî ê kalo bi wan re diaxife û ji wan daxwaz dike ku pirs û pirsgirêk û problemên cûrbecûr yên vî welatî û vî bajarê Nûh Nebî bînin zimên. Ev heft kes her yek li gor xwe dîtin û ramanên xwe û herweha daxwazên guhertinan rave dike. Huseyin û şeş hevalên wî, bi berfirehî dîtinên xwe pêşkêş dikin. Ez ê behsa naveroka dîtin û ramanên wan nekim. Divê xwendevan bizanibe ku ji bo zanîna dîtin û ramanên nûjen yên van heft zilaman be jî, divê vê romana hêja bixwînin.
Nivîskar romanê bi stîleke şêweya klasîk û nûjen – modern – afirandiye û bi çîrokên folklorîk, gelêrî, mîtolojîk û nûjen xemilandiye. Lê hinek tiştên nerast jî tê de hene. Mînak, herweke qalkirina çîroka Feqiyê Teyran. Di romanê de çîroka Feqiyê Teyran û heft xwendevanên wî tê gotin. Her weke ku Feqiyê Teyran di dema kraliyeta Komagenê de jiyabûye. Ev nerast e. Desthilatdariya kraliyeta Komagenê pir beriya jiyana Feqiyê Teyran bûye. Wê demê Feqiyê Teyran tunebûye.
Wek şaşî, qelsî û kêmaniya romanê ez vê bibêjim;Taybetiyeke vê romanê bala min kişand. Di romana ”Yara – Birîn” de qet beş tunin. Di dema xwendinê de ji bo navber ango bêhnvedanê, mirov nizane li kuderê bisekine. Diyar e nivîskar weke surrealîstan pênûsa xwe daniye ser kaxizê, dest bi nivîsînê kiriye û heta dawî qet nesekiniye(!). Mîzanpaj û berga pirtûkê jî nebaş e. Berg bi şêweyeke amatorî û pir xirab hatiye amadekirin. Navê nivîskar û navê pirtûkê divê li alî nava bergê bana, lê herdu nav li alî çepê berga pirtûkê ne. Ev jî amatoriya weşanger dide nîşandan.
Ev roman romana birînê ye. Birîn kûr e. Ev welat ango welatê kurdan, Kurdistan birîndar e. Bajarên vî welatî birîndar in. Navçe û gundên vî welatî wêran in. Deşt û çiyayên vî welatî dişewitin. Çemên vî welatî xwîn diherikin. Hetanî ku ev birîn rehet nebin, pirsa netewa kurd, doza kurd û Kurdistanê çareser nebe, gel azad nebe, welat rizgar nebe, ev birîn dê her hebe. Ji bo nebûna birînê azadî û aşîtî pêwîst e.
Di derbarê romana kurdê nivîskar û rojnamevan Dundar Semsur ya bi navê ”Yara – Birîn” de gotina min a dawî ev e. Digel ku romana nivîskar a yekeme û hinek şaşî û kêmanî tê de hebin jî, nivîskar di hunera romannivîseriyê de biserketiye û ev roman hêjayê xwendinê ye.
Lêbelê divê êdî ew ne bi tirkî, bi kurdî binivîse. Bi tirkî bi sedan, hezaran roman têne nivîsîn û weşandin. Di esasê xwe de pêwîstiya tirkî, ihtiyaciya tirkî bi nivîsîna romanên nivîskarên kokkurd yên bi tirkî tune. Gelek nivîskarên tirk hene û ew bi zimanê xwe dinivîsin. Pêwîstiya kurdî bi romannivîserên kokkurd heye û divê ew bi zimanê xwe ê zikmakî, ango bi kurdî romanên kurdî binivîsin û bi berhemên xwe ziman û edebiyata kurdî dewlemend bikin.