Piştî ku komên çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike navçeya Til Rifat û Şehbayê dorpêç kirin, Meclîsa Gelê Efrîn û Şehbayê ya bi ser Rêveberiya Xweser û HSDê ve biryar da herêmê vala bikin. Bi vê biryarê re bi deh hezaran kurdên koçberên Efrînê ketin ser rêyan û hejmarek mezin jî asê mane ku hewla çûyîna nav herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê didin.
Li gorî çavkaniyên herêmê niha bi deh hezaran Kurdên koçberên Efrînê li Şehbayê bi ser rêyan ketine ku hejmara wan bi giştî digihe nêzî 200 hezar kesan. Li gorî hin çavkaniyan jî li ser rêyan hin koçber rastî gulebaranên komên çekdar jî tên.
Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê jî li ser êrîşên komên çekdar ragihand: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêma Til Rifet û Şehbayê kir. Di van rojan de Hêzên Rizgariya Efrînê ji bo parastina me, berxwedaneke bêhempa nîşan da. Ji bo ku gelê me rastî komkujiyan neyê, ji bo ku kesên bêguneh neyên qetilkirin, me biryar da ku ji herêma ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye dorpêçkirin,derkevin.”
Meclîsê got, “Em teqez dikin ku derketina me ya ji herêma Şehbayê nayê wateya ku me dest ji berxwedana xwe ya rizgarkirina Efrînê berdaye. Me di salên dawî de tevahî mercên zehmet di kampan de tehemul kir û ji niha ve dê têkoşîna me bi awayekî xurttir bidome. Em dê ji bo rizgarkirina axa xwe û warê xwe ji dagirkeran, hemû hewldanan bikin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, 27ê Mijdarê komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) û opozîsyona Sûriyê ya nêzîkî Tirkiyê dest bi êrîşên ser Helebê kir û di nav du rojan de bi vekişîna hêzên Sûriyê re jî bajar û herêmeke berfireh xist kontrola xwe. Bi van êrîşên dawî re tevahiya parêzgeha Idlibê jî kete bin kontrola opozîsyonê.
PK