Hate ragihandin ku şanda danûstandinan a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê pabendiya xwe bi domandina danûstandinên bi Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê re dubare kiriye û niha ji bo bicihanîna peymana 10ê Adarê amadekariya damezrandina komîteyan dike.
Hêjayî gotinê ye, 10ê Adara 2025an di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokomarê Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera de peymanek hatibû îmzekirin.
Li gorî peymanê mafên pêkhateya Kurd di Sûriyeya pêşerojê de têne misogerkirin, saziyên rêveberî û leşkerî bi dewletê re têne entegrekirin, agirbest tê ragihandin, koçber li warên xwe vedigerin, provakasyon têne redkirin û xebatên têkoşîna li dijî terorê têne domandin. Lê belê herdu alî jî hevdu bi bicih nekirina xalên peymanê sûcdar dikin. (PK)


