CanoAMEDÃŽ
Di dîroka gelê Kurdistanê de, hejmara qetlîam û komkujîyan dûr û dirêj e, jenosîd û polîtîkayên qirkirinê bi şêweyekî fermî û sîstematîk di heman demên dijwar de dom kiriye. Ji Başûrê Kurdistanê bigirin heta bakurê Kurdistanê, ji başûrê rojavayê Kurdistanê bigirin heta rojhilatê Kurdistanê, dewletên dagirker û mêtînkarên hov rûpelên dîroka gelê Kurdistanê bi qetlîam û komkujîyên mezin xemilandine. Li ser xwîna dê û bavan, li ser xwîna xort û keçên Kurdistanê tovê asimlasyon û xwefiroşîyê çandine.
ROBOSKÎ yek ji wan rûpelên rûreşîyê ye. Dewleta dagirker bi qetlîama Roboskê derîyê pêvajoya bêhêvîtiyê vekir.
Dî navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de diwar û bendavên dijayetîyê, bi probaganda û derewan rê li ber zimanê jahrî vekir.
Helwest û sekna cûdahîyê, li Bakûrê Kurdistanê derîyê şikestinek dijwar vekir. Ji dêvila li dijî dagirkeran têbikoşin, hesab ji wan bipirsin, rabûn li ser xwîna xortên Roboskî xewn û xeyalên kursîyan dîtin.
Doza ROBOSKÃŽ dozeki gelek girîng û mezin e. Ji bo ev doz baÅŸ bê zanîn divê pêvajoya dadgehkirinê û binpêkirina dosyayê baÅŸ bê zanîn. Em baÅŸ dizanin ku dagirkerên hov qetlîam kirin. Lê piÅŸtî bûyer zelal bû, çewa, bi fermana kê û bi çi şêweyî qetlîam di rojevê de hate munaqeÅŸe kirin. XwefiroÅŸ û ÅŸirîkên dagirkeran ketin nav hewldanên “paqij” kirinê. Li ser malbatan polîtîkayên gemarî domandin. Li ser fermanan rolên lihevhatinê girtin ser xwe.
Ji bo doza ROBOSKÃŽ li dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropa neyê dadgehkirin li ser navê “welatparêzîyê” lîstokên Osmanîyan cardin dubare kirin.
ÃŽro rabûne dibêjin: “Em Roboskî ji bîr nakin” şerm e, fedî ye, bê ûjdanî û bêbextî ye. Dewleta dagirker kir, lê yên firotin, bincil kirin kîne? Heta hûn bersiva van pirsan nedin hest û hêstirên çavên we, sembolên xapandin û firotinê ne.
Wêneya komkujîya ROBOSKÃŽ, wêneya bê dewletbûn û bê aqubetîya gelê Kurdistanê ye. Eger em nexwazin wan rûpelên bi xwîn ji bîr bikin, divê em bi hiÅŸmendîyeke netewî tevbigerin, têbikoÅŸin û Ala Kurdistanê li seranserê wan neqebên komkujî û qetlîaman dom dike hildin jor. Û divê neyê jibîr kirin ku ev rûpelek ji wan rûpelên dîroka me…
Her wêne, her dîmen kurte îfadekirina rêze jenosayda ne.
Jibîr neke, ne de jibîr kirin. Îro salvegera komkujîya Roboskî ye.