Riza Topal Hulmanî -AGAHÎ!

Ev demeke li gel hunermendê nêzerkêş û wêjesazê wêjeya Kurdî, Riza Topal -Hulmanî, hewl û xebatên min dimeşîyan. Geh bi telefonê û geh rûbirû.

Heta niha min sê nivîs, li ser danasîna hunerî Riza T. Hulmanî, hêla mozaîk, nêzerkêşî û helbest, Fabl û Sonetên Apê Riza nivîsî. Car caran jî min hewl da ku hunerê wî, xebatên wî bidim naskirin.

Di vir de çend karên girîng hebûn, divîya bû ku bên cîh.

Yek jê amadekirina belgefilmek bû: Ji ber ku Riza T. Hulmanî temenê xwe (87 salî) li pêş û ji taqet ketîye, divîya ev mirovê hêja, hunermend, entelektuel û hezkirîyê wêjeya Kurdî bihata qeyd kirin. Mejûyekî milî yê miletê Kurd e.

Ez ji Rûdawê, bi rojnameger birêz Zinar Şîno re ketim têkilîyê; ku Rûdaw bibe alîkar, ji bona em vî karî bikin. Li vir sipasdarîya xwe ji birêz Zinar Şîno û Rûdawê re pêşkêş dikim, ku ev pêşnîyarî pejirandin. Me 21 û 22ê vê mehê (04.2021) ev belgefilm kişand. Heta ji me hat me pirs ji Riza T. Hulmanî kir û daxist nav tayên salê emrê wî. Ev ji Riza T.Hulmanî re jî ne hêsan bû.

Karê me yê din Rewşa Tablo û xebatên wî yên Li ser wêjeya Kurdî ye.

Daxwaza Riza T. Hulmanî ew bû ku; “Hikûmeta Başûrê Kurdistanê xwedî li kar û xebatên wî derkeve. Ji ber ku ev kar û xebat, xebatên mejûyî yên kurdan e û divê di bin xizmeta wêhehez û hunermendandan de, wêjehezan de bêt parastin. Ev ked malê miletê Kurd e û divê bêt parastin.”

Ev nêzî 4500 wêne û xebatên din in. Hinek ji wan pir mezin (2,5mX2m) in. Organîze kirina vî karî, paketkirina van tablodyan, fînansekirina transportê; ku sazîyek Kurdistanê xwe nede ber û ji bona miletê Kurd, ev mejû û xebatên hêja, giranbûha neyên parastin, wê xebata 60 salî berbihewa de here. Li ser vê bi alîkarîya birêz Zinar Şîno ev xebat û guftûgo berdewam in.

Riza Topal Hulmanî, di xebatên xwe yên wêjeya Kurdî de, Fabil, Sonet, helbest û çîrok, berhemên şanoyê nivîsîne. Heta niha tenê ji çar pirtûkan 1000 Sonet û çar pirtûkên wî yên Fabl û çîrokên din derxistîye. Mixabin 25 defter Sonet û 35 defter jî helbestên Kurdî nehatine çapkirin. Li defteran nivîsîye, cilt kirîye û danîyê refên pirtûkxaneya xwe. Derbaskirina van nivîsên bidestan, ji bona kompîturê, karekî giran e. Karê ekîbek pîsporê ziman û nivîsînê ye. Divê em xwe bigihînin hezkirîyên wêjeya klasîk a Zimanê Kurdî, ku xwe bidin ber vê xebatê û hemû derbasî qeydkirinê bibin. Divê weşanxaneyek kurdan xwe bide ber çapkirina van berheman!

Ji 19 Nîsanê heta 23 Nîsanê li cem Riza Topal Hulmanî mam. Du şevan jî bûm mêvanê wî. Me li Apê Riza guhdarî kir, qeyd kir..Car caran bi rewş û halê hunermend û rewşenbîrên Kurd, em xemgîn bûn. Car caran bi van xebat, enerjî û keda Riza T. Hulmanî em bişirîn û serfiraz bûn.

Riza Topal-Hulmanî, wênesazekî ku ji terefê civata xwe de jibîrkirî ye!

Hatîye îhmalkirin. Rewşenbîr, entelektuel û wêjeya kurdî, Riza Topal -Hulmanî bi saxî avêtîne gorê. Ev demek dirêje ku li ser xebatên Riza Topal -Hulmanî dirawestim, min ji xwe fedî kir ku çima heta niha ez rastî wêje, helbest û xebatên wî nehatime. Rewşa Riza Topal -Hulmanî, rewşa miletê Kurd, rewşa zana, pîspor, rewşenbîr, hunermend û entelektuelên Kurd derdixe ber me û eynika li henber me ye. Divê em her vê rewşê bînin ber çavê xwe û pesnê xwe nedin. Rewşa me eve.

Huner, karekî wilo ye ku bingeha xwedîtîyê, rexnê, pesin û danasînê jê re ava nebe, bipêşde nakeve. Eger miletek xwedî li hunerê afirandinê dernekeve, nebe piştgir, dewlemendên wî miletî huner nexin bin parastina xwe û xwedî nekin, entelektuel û rewşenbîr, berhemên hunerî rexne nekin, milet nikare hunerê nîgarî bi hestekî hevpar biparêze, bipêş de bibe. Hebûna estetîkê bi van hestan ve girêdayî ye.

Ji bona Mirata Riza Topal -Hulmanî, pêşnîyara min ewe;

Divê dezgehên îdarî û kulturî yên Herêma Kurdistanê vê berpirsîyarîyê bigirin ser xwe û xwedî li hunera Riza Topal-Hulmanî derkevin. Ji bona pêşvebirina huner û wênesazîyê, ji bona parastina mejûyê dîrokî yên xebatên entelektuelî yên kesayetîyên miletê me, xebatên Riza Topal-Hulmanî dikarin pêşîya hunermendên Kurdistanê ronî bike.

Ku sazîyek netewî xwedî li van berhemên hêja dernekeve û neparêze, wê ev keda 65 salan talan bibe. Belawela û berbihewa de here.

Eger Herêma Kurdistanê xwedî li van berheman derkeve, ev berhem dikarin bibin bingeh ji bo avakirina muzexaneya hunerê nîgarîya Kurdistanê. Bi saya vê hewlê, dikare derîyekî pêşketinê ji sedan hunermendên din jî re veke. Ev bar li ser pişta dezgehên îdarî û kulturî yên Herêma Kurdistanê ye!

23.04.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir