Beş: IX
QALA QENCÎYA QUMAŞ Û SERWETA BİLİND A RİNDÎYA DİLBİRAN
Bİ GİŞTÎ NÎŞANDANA CEWHER Û BUHAYÊ RİNDÎYA SİTÎ Û ZÎNÊ Bİ TAYBETÎ
Çi qas hene li dinê mîr û hukumdarên navgiran heta bigîje lala Gustîla Silêman
Xezîneyên Împaratorê Romê, sera-ser heta ku bigîje Ayîneya Eskender (Eskenderê Romî)
Hemî mirarîyên defîneyên Xaqan heta bigîje lala Gustîla Silêman
Ew çi qas zêde rûmetbilind û têrbuha bin hemî pêkve bi qasê beşek jî ji rindîyê nabin *** Rindîya li rûyê Sitî û Zînê bû deryayek ji agirê evînê
Ew derya dema li hev diket û pêl dida, guzim (pît, xurt) roja ku bi wan pêlan geh bilind dibû, geh nizim
dişewitandin sed ceger, sed dil û gîyan Xelkê çîrok û meselok digotin li ser wan
Ew her du, Roj û Hîv bûn bûbûn bera-ber Loma mişterîyê wan ev cîhan bû sera-ser
|
Nêçîrvanên rindîya wan her du xezalan
Bangkarên dengana wan her du delalan
Hinek wek bangkaran bûn, hinek jî bûbûn şêr ji hewar û qîrîn û nalînan, qet nedibûn têr
Bi rojan û bi şevan gelek dinalîyan Tewr digel wan firîşte jî dikalîyan *** Rindîya ku tunebe jê ra çu sînor û çu dûwayî jixwe li evîndarên wê rindîyê qet nayê dûwayî
Lê belê, evîndar û heweskar ji hev cuda ne Hinek fêdexwaz in, hinek jî bi xwe fîda ne
Yarxwaz in hinek, jibo xatirê can Hinek jî jibo yarê fîda dikin can
Hinek evîndar, wek Tacdîn gîhana yaran dibijêrin Hinek jî wek Memê û Zînê, kul û derdan dibijêrin (1) |
Çavkanî:
1.Mem û Zîn, W. Deng 1995 Swed, r. 225-227, kurdîya xwerû: M. Emîn Bozarslan