Îbrahîm GUÇLU
Kurdistan ji aliyê çar dewletên kolonyalist (Dewleta Tirk, Îran, Iraq, Suriye) ve hatiye dagirkirin û îlhaq kirin.
Neteweya Kurd, ji derveyî Başûrê Kurdistranê ji hemû mafên xwe yên neteweyî bê par e.
Neteweya Kurd li dinyayê neteweyeke bêdewlet e. Ji mafê xwe yê çarenivisî û desthilatdarî û serwerî bê par e.
Loma jî armanca neteweya kurd, serxwebûn, azadî, dewlet (dewleta federe û konfederal û serbixwe) ava kirine. Qezençkirina hemû mafên xwe yên neteweyî ne. Li welatê xwe desthilatdar bûn û serwerbûn e.
Neteweya kurd ji bona ku serxwebûna xwe qezenç bike, azad bibe, dewlet ava bike, divê zora dewletên kolonyalîst bibe, dewletên dagirker (li Bakurê Kurdistanê Dewleta Kolonyalîst ya Tirk) mecbur bike ku mafên neteweya kurd qebûl bikin. Dagirkerî û îlhaqa xwe dawî bînin.
Ev yeka şik tune ye ku dê bi xebat û têkoşîna rêxistinên Kurdistanê, yekîtiya neteweyî, bi piştgiriya gel encam bigre. Lê Rêxistinên Kurdistanê di vê xebatê de aktörên yekemîn û stratejik in.
Dîsa şik tune ye ku ji bona ku Kurdistan parçe bûye, her çiqas hemû parçeyên Kurdistanê xwediyê heman armancê ne jî, lê ji bona ku têkoşîna neteweya kurd di sînorê dewletên cûda de didomîne û şertên wan dewletan heman nînin, li her parçeyeke Kurdistanê têkoşîn bi şêweyek û bi awayekî din didomîne.
Di têkoşîna neteweya kurd de divê ev rastiya bê dîtin û gor vê rastiyê bê tevgerandin.
Bakurê kurdistanê, ji aliye dewleta Tirk ve piştî ku Komar ava bû û Kemalîst desthilatdarî ji Osmaniyan girt, bi awayekî nû jinûve hat dagirkirin û îlhaq kirin; neteweya kurd tune hat qebûl kirin û hemû mafên neteweya kurd hatin xesip kirin û qedexe kirin.
Neteweya Kurd li hemberî ev siyaseta kolonyalist ya Dewleta Tirk dest bi têkoşîna mafqezançkirinê kir. Hezar mixabin riya aşitî û demokratik li ber neteweya Kurd hat girt. Loma jî Neteweya Kurd mecbur bû ku şoreşên neteweyî bi riya çekê bimeşîne.
Hezar mixabin ev şoreşên neteweyî yên di sala 1919-an de li Koçgiriyê dest pê kir, di sala 1938-an de bi qetlîama Dersîmê dawî hat. Li Kurdistanê qetlîmanên gelek mezin çêbûn. Serokên Şoreşên Neteweyî hatin îdam kirin Pêvajoya jenosîda neteweya Kurd dest pê kir.
Li Bakurê Kurdistanê qonaxeke gelek tarî qewimî. Vê taritiyê heta salên 60yî domand.
Di sala 1959-an de livandinekê dest pê kir. Ev livandina bi avabûna PDKT û DDKO yê hat qonexeke nû.
Hezar mixabin ev têkoşîna neteweyî ya Bakûrê Kurdistanê, bi Derbaya Leşkerî ya 12ê Adara 1971-an hat rawestandin.
Lê piştî sala 1974-an Tevgera Neteweyî li Bakûrê Kurdistanê pêş ket, geş bû, gelek rêxistinên neteweyî ketin nav têkoşîneke bê hempa. Li Kurdistanê piştgiriya gel qezenç kirin.
Lê Dewleta Tirk ji bona ku fahm kiribû ku bi qetlîaman, bi girtin û darizandin û sizakirinê nikare pêşiya Tevgera Neteweyî li Bakurê Kurdistanê bigre, PKKê wek projeyekê ava kir, xist nav Tevgera Bakurê Kurdistanê.
PKKê bi manifestoya xwe ya damezrêner, bi kirinên xwe yên kuştina kurdperweran, di demek nêzik de diyar kir ku li dijî gelê Kurd û rêxistinên Kurdistanê û Kurdperweran e.
Ev xeteriya PKKê piştî salên 1980yî ya Derbaya Leşkeri bû xeteriyeke mezin. Ji bona tasfiyekirina Tevgera Neteweyî bû aktoreke esasî.
PKKê di vê qonaxê de li hemû beşên Kurdistanê bû fedaî û mertala 4 Dewletên kolonyalist.
Lê dîsa jî li Bakurê Kurdistanê armanca neteweya kurd ya serxwebûna xwe qezenç kirin, azadiya xwe bi dest xistin, dewlet avakirinê didomîne.
Lê ev bes bi daxwaz û tespîtkirina armanca pêk naye.
Divê li Bakurê Kurdistanê têkoşîneke neteweyî ya dualî bê meşandin.
Ji aliyekî ve: Divê Rêxistinên Kurdistanê li hemberî Dewleta Tirk siyaseteke radîqal biafrînin, gor vê siyasetê tevbigerin û têkoşina neteweyî bimeşînin. Loma jî divê siyaseta Dewleta Tirk ya dîrokî û rojane bi awayekî radîqal ji nêzik de bê şopandin û bê deşîfre kirin.
Ji aliye din ve jî: Divê Rêxistinên Kurdistanê li hemberî PKKê têkoşîneke neteweyî bimeşînin û siyaseteke radîqal li hemberî PKKê tespit bikin. Li hemberî PKKê û siyaset û kirinên PKKê têkoşîneke bê hempa bê meşandin. Siyaseta PKKê di nav gel de bê deşifre kirin.
Dİvê PKKê deqîqe deqîqe bê şopandin. Siyaset û kirinên PKKê yên li dijî gele kurd, rêxistinên Kurdistanê, kurdperweran, Dewleta Federa ya Kurdistanê her deqiqe di nav gel, bi awayekî aşkere bên deşîfre kirin li hemberî PKKê rasterast têkoşîn bê meşandin.
Divê dîsa hemû kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê baş bizanin ku di têkoşîna wan ya neteweyî de du hêz: Dewleta Tirk û PKKê bi hev re armanca wan e.
PKKê ji bona ku hêza hûndir e. Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê divê pêşî li hemberî PKKê bibin alternatif û zora PKKê bibin. Dema vê nikaribin ji Dewleta Tirk ya kolonyalist re jî nikarin bibin alternatif. Têkoşîna neteweyî nikarin pêş bixin.
Diyarbekîr, 04. 07. 2024