Rewşa Mîdan

Ji dîroka kurdî: Kes û helwest

Xelek 1

Şah Deyako

Damezrênerê şahnişîna Med

Rewşa Mîdan

Med pêşiyên Kurd in, ji şeş êlan pêk hatibûn. Hêrodot dibêje; ew êlan ev bûn (Bossî, Parîtasîn, Sturokatî, Erîzantî, Bodî û Magî). Rast e, ku zimanê medî di nav êlên wan de hevbeş bû, lê wan nakokiyên êlî jî hebûn, û di heman demê de, şahnişîna Aşûr dest dabû ser wan, û carcaran ew talan dikirin, û komkujî pêk dihanîn, û dîl dikirin kole, û her der kavil dikirin.

Med têgihêştin, ku bi vê şerpezebûnê nikanin li hember împeretoriya Aşûr rû bi rû bibin, û tenê hevgirtin riya rizgariyê ye. Rêvebirekî pendiyar û wêrek di nav wan de diyar bû, navê wî Deyako /Daiku kurê Feraort / Phraort bû. Ew bi Deyoko û Dehyako jî dihate navandain, û di jêderên Farisan de bi Keyqubad, û di hin jêderên Yonanan de bi Diyosîs /Dioces jî tê navandin.

Werin em guh bidin Hêrodot, ka li ser vî pêşewayî ҫi dibêje:

Med di gundên jihev dûr de dijiyan, û wan desthilata navend tûnebû, tevlihevî di nav wan de, û sitem li ser wan giran bû. Mirovek ji gundekî Medan diyar bû, nave wî Deyako kurê Feraort bû, gelek pendiyar bû, û dixwast bibe pêşewayê miletê xwe, ewî bawer kiribû, ku dadmendî û sitem hevdij in, û bi carekê lihev nakin, belê nakokiya wan herheyî ye. Rabû pilanek gerand, û dadmendî bi hewesdarî li nav êla xwe pêk hanî.

Navdariya Deyako:

Deyako banga dadmendiyê hilda, pêre jî xelkê guh dan şêwra wî, û pê hay bûn, ku boҫûnên wî pendî ne, biryarên wê dadmendî ne, û ji bo careserkirina nakokiyên xwe her diҫûn ba wî, da ҫareser bike, û ji ber ku ewî dixwast bibe şahê miletê xwe, ew hewesdar bû, ku dadgerekî dadmend be. Pêre jî di gundê xwe de nav da, û navdariya wî gîha gundên derdorê, yên ku gelek sitem bi ser  nişteciyên wan de dihat, û gava wan dadmendî û pendîtiya biryarên wî bihêstin, ji her herêman de ҫûn ba wî, da nakokiyan wan ҫareser bike, û pê bawer kirin.

Her ҫû, Medî, ji bo ҫareserkirina aloziyan, bi piranî diҫûn ba wî, bi aqilmendî  û dadmendiya biryarên wî piştrast bûn, û bi vî awayî li gel alaoziyên wan pir mijûl dibû. Demek ҫû, bi behaneya, ku nikare her tim bi karên xelkê mijûl bibe, û dest ji yên xwe jî ber de,  ewî ragihand, ku nema bi tiştekî wan mijûl dibe, û nema li wî cihê, ku lê rûdinişt, û aloziyên hevdijan ҫareser dikir, rûdine. Pêre jî careke din dizîn pir bû, û tevlihevî ji berê bêtir bû.

Gava alozî û piroblem pir bûn, rêberên Medan bi hevdu şêwirîn, ka divê ҫi bikin. Gurûpek ji wan bawermendên Deyako bûn, ewana di encûmena şêwrê de ragihandin, ku jiyan gelek giran bû ye, û rewş jî her diҫe xirabtir dibe, û gotin: a ҫêtir ew e, ku em şahekî ji xwe re peyda bikin, da kar û barên me bi rê ve bibe, û bi dadmendî hikumdarê welêt be, û aloziyên me ҫareser bike, û em jî kar û barên xwe bikin, û bi sedema vê tevliheviyê neҫare nebin, ku dest ji zevî û ҫêreyên sewalan berdin.

Rêberên din bi boҫûna wan qayîl bûn, û hemiyan lihev kirin, ku şahekî peyda bikin, da kar û barê welêt bi rê ve bibe.

Navê Deyako hat pêşniyarkirin, ku bibe şahê Medan. Hemiyan pesna wî dan, û pendiyarî û dadmendiya biryarên wî bilind nirxandin, û lihev kirin, ku ew bibe şah, û gava rêkeftin û nerîna xwe gihandin wî, ji wan xwast, ku serayeke, ku layiqî wî ye, jê re ava bikin, û hêza parastina wî jî peyda bikin. Meda ev daxwazên wî pejirandin, serayeke mezin jê re ava kirin, û mafê bijartina hêza xweparastinê jî dan wî, ku wek dixwaze, ji xwe re hilbijêre.

Damezirandina şahnişîna Med:

Gava Deyako li ser textê hikumdariyê rûnişt, ji Medan xwast, ku bajarekî mezin ava bikin, hemî ji dêvla gund û bajarokên biҫûk, werin di vî bajarî de niştecî bin, û bajar jî bibe paytexta welêt. Medan erê kirin, û bajarê, ku îro bi nave Ekbatana / Ecbatana (Amedan/Hemdan) tê naskirin, ava kirin. Ev bajar di geliyekî zevî dewlemed û dîmen ciwan de hate avakirin, ava berfa, ku li ser tepelên ҫiyan, diheliya, ew gelî av dida, û cihê wî bajarî jî ji hêla aborî de pir giring bû, ji ber ku li ser riya bazirganiya nevdewletî, ya ku bi navê (riya herîr) tê nasikirin, diket.

Bajar di wê newalê de li ser girekî hat avakirin, sûrên bilind û hêzdar bi awayê xelekan li derdora wî hatin avakirin, ew heft xelekan bûn, her yek ji ya pêşî bilindtir bû, û cihê bajêr ê bilind li gorî vê pilanê bû, û seraya şah û her gencîneyên pê ve giradyî li dawiya bajêr bûn.

Kevirên sûra pêşî spî bûn, û yên  sûra di pey re reş bûn, û kevirên sûrên din qirmizî û şîn û purtiqalî bûn. Kevirên van her pênc sûran hatibûn boyaxkirin, û kevirên herdu sûrên dawî bi rengên zîv û zêr hatibûn boyaxkirin. Deyako ev sûrên hêzdar ji bo parastina xwe û seraya xwe ava kirin, û xelkên din jî xaniyên xwe li dervayî sûran ava kirin.

Piştî ku bajar hat avakirin, Deyako dest bi rêwresmên şahnişînê kir, divê hema kesek jî nêzîk wî nebe, kesê, ku tiştek jê re divê, divê di riya sekretêr û nûҫegîhanan re daxwaza xwe bişîne, cihê ku ew lê be, ken û tifûkirin qeqxe ye. Deyako ev tedbîran, ji bo xwe ji rêberên Med ên din biparêze, peyda kirin,  ҫimkê ewana jî hem ji malbatên navdar bûn, û hemî wêrek û leheng bûn.

Piştî ku Deyako bû şah, û zagonên şahnişînê danîn, dest bi karê dewletê kir, refên Medan kirin yek, û rêbaza xwe, ku bi alozî û karên xelkê mijûl dibû, domand, û nakokiyên wan ҫareser kirin. Deyako bi diqetiyê û qutobiriyê navdar bû, hêzên parastinê  li tevayê şahnişînê belav kirin, da haya wî ji pergala gel hebe.

Rêwresim ew bû, ku kesê tiştek diviya bû, divê daxwaza xwe nivîskî  bo şah bişîne, şah jî dê lê binere, û birayara xwe bide, û eger bibihîsta kesekî li yekî din daye, ferman ew bû, ku wî kesî bînin paytextê, ew dad û seza dikir.

Piştî van tedbîran hemiyan, Deyako hêza Med a şervan amade kir, û da ser şahnişîna Aşûr, lê şoreşa wî têk ҫû, û ew jî dîl ket, û li gel hin şêwirmend û xebatkaran, bo bajarê Hema yê Sûryeyê hat surginkirin, paşê hate vegerandin, û li şahnişîna Aşûr hate zîndankirin, an jî ew kirin dîlê rûniştina neҫarî, û li derdora sala (675/674) b.z mir, û kurê wî Xeşaterît /Khshathtrita şûna wî girt([1]).

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *