Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ji civaka navneteweyî û dewlatan xwest ku welatiyên xwe ji kampên di destên wê de ne derxe û wan vegerîne.
Hevserokê Ofîsa Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Şêxmûs Ehmed ragihand ku hinek malbatên DAŞiyan ji kampên Erişê û Mehmûdliyê derketin û vegeriyan herêmên xwe.
Şêxmûs Ehmed diyar kir ku rêxistinên mirovî alîkariyên xwe ji bo kampan rawestandine û ev jî bûye sedema wê yekê ku alîkarî û xizmetguzarî wekî pêwîst ji kampan re neyêne pêşkêşkirin.
Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji civaka navneteweyî xwest ku welatiyên xwe ji kampan derxe û li wan xwedî derkeve.
Li gorî gotina Şêxmûd Ehmed ji ber ku malên gelek malbatên DAIŞiyan ên li kampan dijîn wêran bûne û derfeta wan a aborî nîne da ku ji xwe re xaniyan ava bikin ew neçar dimînin ku li kampan bimînin.
Hevserokê Ofîsa Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser behsa penaberan kir û got:
“Rêveberiya Xweser li Kampa Holê ji bo malbatên ku dixwazin derkevin hemû hêsankarî pêşkêş kiriye.
Di rojên bê de ji bo hinek kes vegerin herêmên Dêrazorê jî dê hinek xebat hebin.
66 dosyayên mirovî hene, pêwîstiya wan kesan bi wê heye ku divê bilez derkevin. Ji ber ku êş û nexweşiyên wan ên demdirêj hene û temendirêj in.
Hinek malbat red dikin derkevin ji ber ku li herêmên wan ên resen xizmetguzarî nînin yan jî malên wan wêran bûne.”
“16 hezar Îraqî li Kampa Holê ne”
Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî li herêmên wan karên xwe rawestandine û ji ber wê yekê jî ew nikarin alîkarî û xizmetguzariyê li kampan bikin.
Hevserokê Ofîsa Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser behsa rewşa Kampa Holê jî kir û got:
“Li Kampa Holê, gelek welatiyên biyanî hene û penaberên Îraqî hene û nêzîkî 16 hezar kesî ne.
Bernameya Hikûmeta Îraqê hebû ku welatiyên xwe ji Kampa Holê vegerîne lê li gorî biryara ku ji aliyê Hikûmeta Îraqê ve hatiye dayîn, bi taybetî Wezareta Koç û Koçberan Îraqê bernameya vegerandina malbatên DAIŞiyan ji Kampa Holê rawestandiye.
Ajansa Amerîkayê ya ji bo Alîkariya Navneteweyî ji bo wan malbatên ji Kampa Holê derdiketin alîkarî, pêşkêş dikir. Ew alîkarî rawestiyane.
Em hêvî dikin ku hikûmeta Îraqê welatiyên xwe vegerîne.”
Amarên dawî yên malbatên DAIŞiyan
Li gorî Rêveberiya Xweser amarên niştecihên herî dawî yên kampan wisa ne:
- Kampa Holê: 39 hezar kes
- Kampa Erîşê: 2 hezar û 823 kes
- Kampa Mehmûdliyê: Hezar û 816 kes
- Kampa Tiwêhînê: 913 kes
- Kampa Ebû Xeşeb: 1 hezar û 952
Rêveberiya Xweser heta niha 55 karwanên malbatên DAIŞiyan ên li Kampa Holê derxistine û ew vegerandine welatên wan.
Hikûmeta Îraqê heta niha 17 caran welatiyên xwe yên li Kampa Holê ne vegerandine.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cîhangîr meha borî ji Rûdawê re diyar kir ku wan 80 malbatên Îraqî yên li Kampa Holê ne vegerandine Îraqê.
Li gorî gotina Elî Cîhangîr Îraqê sala 2021ê ve zêdetirî 2 hezar û 600 malbatên Îraqî yên Kampa Holê vegerandin û ev pêvajo dê heta vegerandina malbata dawî berdewam bike.
Li aliyê din, Wezîrê Wezareta Berhemdariyê ya Amerîkayê Elon Musk piştî ku dest bi kar kir Ajansa Amerîkayê ya ji bo Alîkariya Navneteweyî (USAID) girt.
USAIDa Amerîkayê di warê tenduristî, aborî û ewlehiya kampên malbatên DAIŞiyan de alîkarî dida Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê.
Girtina USAIDê di warê ewlehî, tenduristiya kampan de bandoreke mezin li Rojavayê Kurdistanê kiriye.