Endamekî rêveberiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) amaje bi wê yekê kir ku ew tişta ku PKKê li Sûriyê bangeşe bo dikir, ku biratiya gelan û dijatiya serxwebûna Kurdistanê bû, lê derket biratiya wan ev bû, xelkê ereb ên bin destê wan çawa li pişt wan zivirin, ji bo wê jî paşeroj li Sûriyê ji bo PKKê nabe.
Endamê rêveberiya ENKSê Dr. Kawe Ezîzî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Pirsgirêka mezin a me kurdan li Sûriyê PKK ye. Piştî hilweşîna Rejîma Sûriyê cîhê PKKê li Sûriyê nemaye. Piştevanên PKKê li Sûriyê ketin û têkçûn. Pişta PKKê vala bûye, dirûşmên biratiya gelan ku ya PKKê bû, ji bo ji holê rakirina projeya netewî bû, naha bûye bela li wan bixwe jî û erebên bin destê HSDê xwepêşandan kirin ji bo derxistina wan. Biratiya gelan li gel wan li ser bingehê paqijkirina siyasî ye.’’
Herwaha got: ‘’Çavê me lê ye PYD xwe biguhere, eger xwe neguhere dê zerer bike, erebên rojava ji naha û pê de qebûl nakin bi wêneyên Ocalan û îdeolojiya PKKê ve xelkê bikin çekdar û grubên tepisandinê ava bikin. Ewên dibêjin Sûriyeya nû çêdibe û divê destûr bê nivîsandin û sazî bên rêxistin kirin û li gor min rola PKKê li Sûriyê nema.’’
Dr. Kawe Ezîzî got: ‘’Grubên çekdar ên Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê mînaka herî baş a PKKê ye li Rojava, ku bi dehan rêxistinên din ên waha hatine avakirin. Wekî rejîma dîktator a berê xelk tepisandin û serkut kirin. Ji bo wê jî naha mercên desthilata nû ya Sûriyê ew e, ku derveyî hêza yekgirtî ya Sûriyê û sîstema nû ya siyasî, ti hêzek qebûl nake. Ji bo wê PYD û HSD divê biryarê bidin, gelo destwerdana PKKê qebûl dikin û çarenivîsa rojava bi nediyarî dê bihêlin? Yan dê xwe biguherin?’’
BN