Reuters: 4 berpirsên Pasdarên Îranê di erîşa li ser Şamê de hatin kuştin

Ajansa nûçeyan “Reuters” ragihand, 4 berpirsên pasdarên Îranê îro di encama êrişeke asmanî ya Îsraîlê de li ser avahiyekê li Şamê de hatin kuştin.

Reuters li ser zarê ku bi “jêderekî di hevpeymaniya herêmî ya alîgirên Sûriyê de” binav kir, ragihand ku êrîşa Israîlî civîneke berpirsên Pasdarên Îranê û rêberên milîsên Îraqî yên girêdayî Tehranê, kiriye armanc.

Herwiha aşkere kir jî, di nav kuştiyan de “Ebû Muntezir” serkirdeyekî milîsên Îraqî yên ser bi Îranê ve û berpirsê îstixbarata Feyleqa Qudsê li Sûriyê “Hac Sadiq” hene.

Ji aliyê xwe ve, Supaya Pasdarên Îranê li ser hejmara xwe ya “Telegram” piştrast kir, 2 şêwirmendên leşkerî yên pilebilind di êrîşa Îsraîlê de li ser avahiyeke taxa Mezzeh a Şamê de hatin kuştin.

Pêştir Ajansa hikûmeta Sûriyê “SANA” gotibû, Îsraîlê avahiyeke niştecihbûnê li taxa Mezzeh a li Şamê armanckirin û egerek mezin heye ku êrîş ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin.

Ji aliyê xwe ve, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov belav kir jî, avahiyek li taxa Mezzeh Vêlat a Rojav li Şamê bi mûşekekê hat armanckirin û di encamê de, 5 kes hatin kuştin.

K24

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *